Enfal, di Quranê de navê sûreyekê ye. Sala 1986an li Iraqê, vî navî wateyeke din girt. Sê salan dom kir. Çiya, deşt, gund û bajarok. Dema sala 1989an bi dawî bû, li pey xwe zêdetirî 180 hezar windayî hîştin. Kursiyên vala, dergûşên bêdengkirî û navên ku ji ser nexşeyê hatine paqijkirin. Operasyona ku ji aliyê Alî Hasan el-Mecîd ve hatibû kirin û bi giranî Kurd kiribûn armanc, navê xwe ji Sûreya Enfalê ya di Quranê de girtiye.
Mebest û niyet di tu kaxezeke fermî de nehat nivîsandin. Lê axê dizanibû: Armanc, kêmkirina hebûna Kurdan a li wê erdnîgariyê bû. Dema toza mirinê ji ser erdê rabû, lîste dirêj bû. Kesên mirî hatin hejmartin, lê windayî nehatin hejmartin. Jiber ku hinek ji wan ne wekî mirî hatin qeydkirin, ne jî wekî sax. Di navbera her duyan de man.
Piştî gelek salan arşîv vebûn. Di belgeyên serdema Saddam Huseyîn de rêzik bi rêzik rastî hatin ziman. Jin biribûn. Para hinekan êşkence, para hinekan zindan û para hinekan jî bazar ketibû. Kaxiz sar bû, nivîs sar û rût bû: ‘hat şandin’, ‘hat radestkirin’, ‘qeyda wê hat jêbirin’. Peyv, bi qasî canê mirov ne giran bûn.
Jineke ku sax filitiye, wê şevê tenê bi hevokekê wiha vedibêje: “Tevahiya şevê jin neçar hatin hîştin ku qîrînên zarokên xwe yên ku ji odeya tenişt dihatin, bibihîsin.” Dîwar tenik bû. Qîrîn di kevir re derbas dibe. Lê ji wê şevê derbas nebû. Hîn li wir e, di nav wî dîwarî de ye.
Cîhanê nikarîbû ji bo Enfalê li ser navekî li hev bikira. Hinekan gotin ‘operasyon’, hinekan gotin ‘komkujî’, hinekan jî got ‘qetlîam’. Hejmara kesên ku ew nas kirin kêm ma. Di heman belgeyan de rêzikeke din jî hebû: Jehr, tûp, kîmyasal. Li binê wan bi tîpên latînî navên şîrketan. Navnîşan dûr bûn, lê îmze nêzîk bûn. Ji ber vê yekê axaftin zihmet bû. Ji ber ku gotin dê bigere û bizivire, di dawiyê de bê ber deriyê mirov bisekine.
“Salname diguherin. Ew roj tê û derbas dibe. Cîhan nikare bi qasî ku heq dike bi bîr bîne. Çimkî cîhan li hember parvekirina êşa Kurdan biyanî bû.
183 hezar can, ji hejmarekê bêtir in. Bêdengiya welatekî. Lalikiya zimanekî. Dengvedaneke kêm e li quntara çiyayekî. Cîhan nabihîse. Bibihîse jî bi bîr nayîne. Bîne bîra xwe jî şerm nake.
Enfal îro ne tenê peyvek e. Mîna werzekî ye. Hat, derbas bû lê xêzên daran guhert. Sîbera wê ma. Di wê sîberê de zarok mezin dibin. Yên ku qîrînê nebihîstine, bi vegotinên kesên ku bihîstine dizanin.
Lê tê bîra Kurdan. Her sal di heman rojê de, heman birîn vedibe. Xwê lê nakin, derman dikin. Zengila dibistanê lê dide, di dersê de deqeyek rêzgirtin. Paşê ders berdewam dike. Ji ber ku jiyîn, karê înadê ye. Ji bîr kirin, navê mirinê yê duyem e.
183 hezar nav, 183 hezar sibehên kêm. Cîhan ji bîr bike jî, ew valahî tije nabe. Di salnameyê de rojek heye. Ew roj ne ya her kesî ye, ya kesên ku bi bîr tînin e.
(FT/Mİ/AY)


