Piştî rêwîtîyeke dûvdirêj a kurdan, di dîrokê de rewşa heyî ya niha ji her alî ve çirûsînek e ji bo xwe-avakirinê. Hem ji alîyê sosyo-polîtîk û çandî hem jî ji alîyê wêjeyê de geşedanên demên dawî (di encama paşxaneyekê de) li ser navê xweavakirina hişî, çêkirina bîreke têr û tijî ya şexsî û civakî dike ku ji bo birêveçûna dîrokê hêvîyên nuh çêbibin. Ji ber ku kurd bi her awayî êşê nas dikin û bi êşa hebûna xwe radizin û radibin, ev jî piştî demekê, piştî cerabeyên çê û ne çê berhemên hêja dixe tûrikê wêjeyê.
Yek ji van berheman “Jinên Qatên Bilind” a Helîm Yûsivî ye ku di çîrokên wî de bi têra xwe hêmanên surrealîzmê cih digirin û bêhna bûnewerînasîyê ji wan difûre. Bi xwendina çîrokên wî êşa xwe-bûyîna kurdan dipijiqe ser çavên xwîneran, ewqas ku hibr jî rengê êşê digire di çîrokên wî de. Parçebûn, têlên rêsayî, sînor û tunebûna welatekî ango bêwarbûn hêmayên herî xurt ên Helîm Yûsivî ne. Helîm êşa xwe bi absurdbûna jîyanê re pir xweş ecinandîye û li hev fesilandîye.
"Kotî bi kotîbûnên jiyanê hisiyaye"
Di çîroka “Hezkirina Qafkurmî” de (ku ji serî heya binî sîya bûnewerînasîyê xwe ji ser ranekirîye) lehengê me Kotî, bi kotîbûnên jîyanê hisîyaye û nema qîma xwe bi jîyanê û başîyê tîne. Laşê wî rizîyaye û lebatên wî bûne xurekên kurman.
“Kurm… kurm di hestîyên min de, di damarên min ên zuwa de belav dibin. Ev kurm tev de ji ku vekişîyane? Ev laşekî din e ku di bin çermê min de ji berî du hezar û şeşsed salî1 de xera bûye, bêyî ku ez pê zanibim, nexwe laşê min du laş in û ji her alî de kurm dibarin, ax, xwedêyo gelo ez di xewnekê de me.”2
Yeko yeko çav û destên xwe, devê xwe, poz û serê xwe winda dike. Bi windabûna wan (ango bi windabûna xwe) jî kêfxweş dibe.
“Wêneyên min di rojnameyan de belav bû. Li bin wêne peyva windabûyî hatibû nivîsandin. Kêfa min pir jê re hat. Di temenê xwe tevdî de her dem ez windabûyî bûm li cîhanê û tu kesî heta niha wêneyên min belav nekiriye. Naxwe spas ji kurman re.”3
Tevî ku temenê Kotîyî ji 2600 salî zêdetir bû jî tucarî weke heyîyekê nehatibû dîtin û kêlîka ku winda dibû (!) wêneyên wî belav dikirin û haya mirovan jê çêdibû.
"Êşa Kotiyî êşeke bêhempa ye"
Kotî di jîyana xwe ya bêwate de dixwaze tiştekî biwate bibîne; lê dest biavêje çi di destên wî yên tunebûyî (!) de diherifin û dibin kavil. Kotî li vê dinyaya ku ji serî heya binî “dibetî”yek e diheyire. Tu wateyê nade xwe û hebûna xwe. “Ez dizanim di hundirê pêkenokeke bêwate de dijîm.”4
Hertiştî ji bo Kotîyî mohra bêwatebûnê xwarîye. “Çîroka mamostetîya min mîna pêkenokekê ye. Min dersên felsefê, çend salan didan şagirtan, lê ji herkesî bêhtir ez matmayiyê vê cîhana lihevketî û tevlîhev bûm. Min dersên cografyayê jî didan û nexşeyên cîhanê tev de ji navê vê axa ku ez li ser dijîm xalî bû.”5 Jîyana Kotîyî û karê wî pêkenokeke bêwate bû ku kê bibihîsta dê bi tenê li ber bigirîyaya. Êşa Kotîyî êşeke bêhempa ye. Cîhaneke sermedî li ber Kotîyî ye û Kotî di wê cîhanê de ji xwe re û ji her tiştên dora xwe re bîyanî ye. Êşa bêwarbûnê gîyanê Kotîyî pêçaye û kirîye ku bêhilm bijî (!) Kotî nizane ji bo çi hatîye dinyayê, çima dijî, çima diêşe, çima dimire û çima roj bi roj laşê wî ji alîyê kurman ve tê xwarin.
Di dawîya çîrokê de kurtêlên hestîyên Kotîyî ji alîyê sivnika dîya wî ve tên komkirin. Bi tev de bi tev de jîyana Kotîyî ji çend kurtêlên hestîyan pêk tê û bi dawî dibe. Îcar gelo ev kurmikên ku bi salan e laşê Kotîyî xwarine çi ne û tên çi wateyê? Kurmik, dibin êşa hebûnê, dibin dîroknasên sexte yên ku wijdanê xwe ji zû de winda kirine, pênûsên ku tim bûyer berovajî nivîsîne û dibin destar di destê dest-hilat-daran de.
Meursault û Kotî
Meursaultê6 Albert Camusî (ji bo wêjeya ku şaxeke girîng a bûnewerînasîyê ye) bê çi wateyê “Kotî”yê Helîm Yûsivî jî di wêjeya kurdî de tê heman wateyê. Ji ber ku di çîrokên her du lehengan de jî heman têgeh (bîyanîbûn, bêwatebûn, absurdbûn û hwd.) xwe li wan, li jîyana wan pêçaye. Maka ku dizên yek e. Ji bo Meursaultî jî û ji bo Kotîyî jî “bêwatebûn” hêmayeke sereke ye. Lê ji bo Kotîyî bêwarbûn jî xwe li vê bêwatebûnê zêde dike û êşa wî du qat dike.
Di çîroka Helîm Yûsivî de xwîner xwe dixwînin ango hay jê dibin ku her yek jê bi serê xwe Kotîyek e ku bêyî xwesteka xwe pekîyaye vê axa ku tucarî jê re nebûye war. Nivîskêr xwestîye ku birînên “hebûn” a ku ji her derê wî xwîn diniqute bikewîne, lê birîn ewqasî pir in ku bi her kewînekê re birînên din xwîn ji xwe diniqutînin.
Meursault û Kotî destbirakên hev in, lê cudahîya wan yek jê ew e ku Kotî lehengekî kevnare ye û di rêwîtîya dîrokê de yek ji rêwîyê herî kevn ê dîrokê ye. (Herçiqasî nehatibe dîtin jî)
Xulase, em fam dikin ku em tev rêwîyên heman rêyê ne û di aloleya jîyanê de em mecbûr in ku derîyekî bibînin.
“Êş ji Danîmarka heta Amûdê dirêj dibin, em tev de bûn qurbanên şaşîtîyekê ku em nizanin çi ye?”7
Nîşe: Ev nivîs di sala 2011an de di hejmara 13a ya Kovara Çirûskê de hatîye weşandin lê niha hin guhertin tê de hatine kirin.
(1)2600 sal destpêka dîroka kurdan heta van salan e, ango ji 612 B.Z. de li gel ku Kotî temenê xwe ji wilo dirêjtir jî didît lê mejîyê wî ne ewqasî li ser hev bû da zanibe bi temamî çend sal kirine. ( Jêrenota çîrokê)
(2)Jinên Qatên Bilind r.9.
(3)J.q.b.r. 14.
(4)J.q.b.r.13.
(5)J.q.b.r.12.
6()Lehengê pirtûka “Biyanî” ya Albert Camus.
(7)J.q.b. r.18.
(DA/FD)