Bavê min ew ne ji pirtûkan, di dema birînpêçanê de nas kir
Hinek kes bi pirtûkan cihê xwe di dîrokê de digirin.
Hinek jî tenê bi risteke ku di bîra mirovekî de hiştine, dijîn.
Min Îbrahîm Kaypakkaya pêşî ne ji pirtûkan, ji dengê bavê xwe nas kir.
Bavê min gava behsa wî dikir, qala teoriyan nedikir. Qala rêxistin, nivîs û nîqaşên siyasî jî nedikir… Her dem ji heman cihî dest pê dikir:
“Îbo her dikeniya…”
Piştre hinek bêdeng dibû.
Behsa xortekî ku di şer de birîndar bûbû û li ser textê razanê bi zincîran ve hatibû girêdan dikir.
Bavê min di wan salan de li nexweşxaneyeke leşkerî xebatkarê tenduristiyê bû. Dibistana seretayî qedandibû. Belkî têgihên mezin ên siyasî nedizanî; lê wî dizanî bû ku bê ka birîn çi ye, bêhna êş û azarê çi ye û tirsa li ser rûyê mirov çi ye. Dibe ku ji ber vê yekê bû, di dawiya hefteyan de gava ne wezîfedar bû jî diçû birînpêçana wî.
Gava mirov birînekê dipêçe, carinan ne bi fikran re bi mirovahiyê re rû bi rû dibe.
Bi demê re di navbera wan de dilsoziyek bêdeng çêbûbû. Rojekê bavê min jê re gotibû: “Heke nameyeke te hebe, ez dikarim bişînim.”
Bersiva ku wê rojê girt, bi salan li ser dîwarên mala me daleqandî ma:
Apo… tu van tiştan nizanî. Tu bikevî postexaneyê, dê deh kes li pey te bikevin. Zarokên te hene. Tenê ji malbata min re bêje ez baş im, bes e…”
Xortekî ku di îşkenceyê re derbas bûbû… Xortekî ku ne li revê, ne li xwe, lê li zarokên zilamê li pêşberî xwe difikirî.
Hinek hevok ji îdeolojiyan mezintir in.
Îbrahîm Kaypakkaya di 18ê Gulana 1973yan de li Amedê bi îşkenceyê hat kuştin.
Di ser re zêdetirî nîv sedsalî derbas bû.
Tirkiye guherî. Desthilatdarî guherîn. Gotin guherîn. Şoreş, dewlet, azadî, têkoşîn… Her kesî ev peyv ji pencereya xwe ji nû ve pênase kirin.
Lê hinek bîranîn, li dervayî nîqaşên siyasî dijîn.
Di hafizeya/bîra min de Kaypakkaya; ewilî ew odeya nexweşxaneyeyê ye ku bavê min qal dikir.
Bedeneke birîndar. Textê razanê yê zincîrkirî. Birînpêçanên ku hatine kirin. Û bi van hemûyan re kenekî ku qet kêm nedibû.
Bavê min bi salan piştre, gava li gotinên siyasî yên bi heyecan ên pismamê min ê xwendekarê zanîngehê guhdarî dikir, hinek bi keniya bû weha got:
“Ev hî qaşo ji xwe dibêje ez şoreşger im… Min şoreşgerek naskir, ew jî Îbo bû.”
Ez bawer im di wê hevokê de, şahidiyeke ji pirtûkên mezin girantir hebû.
Ji ber ku bavê min ne raman, ew mirova dîtibû.
18ê Gulanê ji bo min ne tenê salvegera mirinekê ye.
Dîroka xebatkarê tenduristiyê ye ku bi etîka pîşeyê xwe, di tarîtirîn dema çewsinandinê de jî wekî mirovan nêzî nexweşê xwe dibe; û dîroka xortekî birîndar û zincîrkirî ye ku di nava azara xwe de jî li jiyana kesekî din difikire.
Serdem derbas dibin.
Îdeolojî tên nîqaşkirin.
Mirov berdewam dikin ku mafdariya xwe ji hev re ragihînin.
Lê hinek çîrok hene; di odeyeke nexweşxaneyê de dimînin… û ji wir qet dernakevin.
(MY/Mİ/AY)