Li Tirkiyê istismara li dijî zarokan roj bi roj zêde dibe. Amed jî yek ji wan navendan e ku di demên dawî de hejmara istismara zarokan lê zêde bûye. Li gor pisporan, divê zarok di mijara istismarê de perwerde bibin. Di buyerên istismarê de civak rastiye ditepisine û zarok jî xwe sûcdar dikin. Ji ber bêdengiyê hejmar jî bilind dibe.
Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn, tenê li bajarê Amedê 23 zarok di Çiriya Pêşiyê ya 2021an de ji aliyê mêran ve rastî istismarê hatine.
Bixwîne - 2021: Zarokan di bianet kurdîyê de çawa cih girtiye?
Bixwîne - "345 zarok û 780 pitik bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin"
Sedema vê yekê çi ye? Çawa di nava mehekê de hejmareke ewqas zêde derket holê. Malbat dê zarokên xwe çawa biparêzin? Civak dê bikaribe bandoreke çawa li ser vê yekê bike?
Li ser vê mijarê û tedbîran, em bi pisporan re axivîn.
“Di nava sal û nîvê de 50 zarokî serî li navenda me dan”
Parêzer Huriye Hamidî li Baroya Amedê li ser mafê zarokan kar dike. Hamidiyê ji bo daneyên bianetê ên ku dibêje li Amedê di Çiriya Pêşiyê ya 2021an de 23 zarok rastî istismarê hatin, wiha got:, “Bêrê jî istismara zarokan gelek zêde bû lê nedihat bihîstin. Niha tê bihîstin û serî li mercên edlî didin. Ji ber wê, em ji vê pirsgirêkê haydar dibin.
“Em niha 60 dosyayên zarokan dişopînin. Ji wan gelek jê dozê istismarê ne. Di nava sal û nivê de 50 zarokî ji ber istismarê serî li navenda me dan.
“Lê zarok herî zêde di dema pandemiyê de rastî istismarê hatin. Bêyî ku plan û bername bê kirin, zarok bêpiştgirî xistin hundirê malê û di mal de asê man. Zarok nekarîbûn xwe bigihînin dersdarên xwe, mercên edlî û hevalên xwe. Nekarîbûn ji kesî re ti tiştekî bibêjin. Ji ber vê yekê ye ku heta dibistan venebûn, ti amar nehatin ber destê me. Em dibînin ku piştî dibistan vebûn amar jî hatin.
“Ev jî nîşan dide ku ev amar encamên pandemiyê ne. Wê demê zarok di hundiran de mane. Ev jî encama wî tiştî ye.
Sûcên zayendî, sûcên ku li ber çavan pêk nayên û tespit û gilîkirina wan sûcan jî gelek zehmet e. Ji ber vê yekê, zarok ji kesên ku baweriya wan pê tê re behsa îstîsmarê dikin. Kî ne ev? Dersdarên wan in û hevalên wan yê dibistanê ne.”
“Ger dane neyên, divê em li ser bifikirin”
Parêzer Huriye Hamidiyê her weha behsa daneyên Saziya Istatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) kir ku tê de hejmara zarokên di sala 2020î de birine navendên ewlehiyê hene û wiha pê de çû: “ Li gor wê amara hate belavkirin, di wan sûcên ku zarok tevlî bûne de, ti guhertin nîne. Lê belê tenê sûcên birindarkirinê û sûcên istismarê ji sedî 41 kem bûne. Ev jî nîşan dide ku zarok di wê dema pandemiyê de nekarîbûn xwe bigihînin ti kesî. Zarok di mal de tenê hiştîn. Ev amar jî gotina me pişt rast dike. Piştî dibistan vebûn jî, di carekê de me dît ku hejmareke ewqas mezin heye.
“Êrê li Amedê hin dane tên ber destên me, ev jî tişteke baş e û nişan dide ku sazî, dezgeh û rojnamgerên li vê herêmê baş kar dikin. Ger dane ji bajarekî neyên, wê demê divê em li ser bifikirin û li bingeha wê binerin.”
“Zarok xwe sucdar hîs dikin”
Li gor Derûnas Ferat Demîrî, malbat dikarin bi du awayî ferq bikin ku zarokên wan rastî istismarê hatine. Ji wan yek ya laşî ye, ya din jî di warê derûnî de ye:
“Ger zarokên we bikevin nava bêdengiyê, bi kesî re neaxivin, bitirsin, di laşê wan de sorbûn hebe an dema hûn destê xwe bidin laşên wan bertekê bidin, wê demê li ser vê rewşa zarokên xwe bisekinin. Li dibistanê zarokek pir çalak be û yekser bibe zarokekî/e bêdeng, tevgerên depresif xuya bike, divê malbat bêtir baldar bin.”
Demîrî anî ziman ku ji bo pêşî li istismare were girtin, divê malbat perwerdehiya zayendî bide zarokên xwe û wiha berdewam kir: “Di perwerdeyê de jî ya girîng ew e ku divê dê û bav li gor temen û pêşveçûna zarokê xwe zimanekî bi kar bînin. Bi zimanekî nerm ji zarokên xwe re bibêjin ku di laşê wê/î de cihên taybet hene û di dema lîstikan de divê baldar bin û kesê nenas nekaribin bêyî destûra wî/wê dest bidin laşê wî/wê.
“Zarokên rastî destdirêjiyê tên, ji ber vê bûyerê xwe sûcdar his dikin û gelekî ditirsin. Dibêje wê qey civak wî/wê sûcdar bike. Lewre travma pê re çêdibe û ji bo wî/wê gelek zehmet e ku vê bûyerê vebêje. Ji ber vê yekê, heta haya me ji bûyerekê çêdibe, sal derbas dibin. Ji ber ku zarok nekarin vebêjin. Dixwazin dê, bav, dersdar wan ferq bikin. Malbat ango dersdarên li dibistanê divê bawerî bidin zarokan ku tiştê bi serê wan de hatiye ji wan re vêbêjin. Malbatên ku zarokên wan rastî vî tiştî hatine, ez dibînim ku bêtir bi hêrs tevdigerin. Ev yek jî zarokan bêtir veguhderinê nava xwe. Divê malbat ji zarokan re bêjin ku ‘ev tiştê em diaxivin wê di navbera me de bimîne û kesê ev tişt kiriye dê ceza bibe’. Bi van gotinan baweriyê bidin zarokan da ku zarok biaxivin.”
“Amarên ku tên ber destê me bi ya min hê ji sedî 20 e”
Ji Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî ya Şaxa Amedê, Gaye Yalçin Meşeyê jî diyar kir ku, ji bo pêşi li istismarê bê girtin, divê di serî de civak perwerde bibe: “Ji ber ku heta civak perwerde nebe, mixabin em nikarin pêşiyê li van bûyerên bi vî rengî bigirin. Perwerde jî yekser divê di malan de dest pê bikin. Her wiha divê hikûmet jî tişta ku dikeve ser mile xwe bike û li her taxekê pisporê xizmetguzariya civakî bicîh bike da ku malbat perwerde bibin û her wiha zarok bi rehetî xwe bigihînin wan. Divê em dezgehên ku zarok bi rehetî xwe bigihinin wan, bawerî bidin wan û dengê xwe bikaribe bigihînin wan, ava bikin. Ev girîng e. Em dikarin biçin cem polîsan, psîkologan, bi rehetî derdê xwe bêjin. Lê ev mafê zarokan nîne. Ger pisporên xizmeta civakî bên peywirdarkirin û bi zarokan re eleqedar bibin ez bawer im dê encameke baş derkeve.
“İstismar erê di hemû civakan de pêk tê lê di nava civakên biçûk û girtî de zêdetir e. Malbat di bûyerên bi vî rengî de an guh nadin zarokên xwe, an jî ser bûyerê digirin. Hejmar gelek zêde ye lê nayê dîtin û di civakê de nayê axaftin. Lê di van demên dawî de ji ber sazî betir bi vî karî re mijûl dibin, em pê dihesin. Lê cardin amarên ku tên ber destê me bi ya min hê ji sedî 20 e.”
"Hejmara saziyên sivîl kêm e"
Meşeyê di axaftina xwe de bal kişand ser girîngîya kar û xebatên dezgehên herêmî û wiha got: “Şaredarî û saziyên sivil yên li bajaran jî divê serê xwe li ser vê mijarê biêşînin. Ji ber ku ew betîr di nava civakê de ne. Li Amêdê, êrê saziyên sivil baş kar dikin lê bi ya min hejmara wan kêm e. Heta ku gavên bi vî rengî neyên avêtin, ez bawer nakim ku istismara li zarokan dibe, kêm bibe."
Li gor daneyên 2020an ên Saziya Istatîstikan a Tirkiyeyê, hejmara zarokên ku çûne yan jî hinekan ew birine navendên ewlekariyê gihîştiye 450 hezar û 803yê.
Li gor daneyên 2018an a Komeleya Mafên Mirovan (IHD), Tirkiye di warê istismara zarokan de li cîhanê di rêza 3an de ye.
Her wiha li gor daneyên kovara The Economistê, Tirkiye di warê ewlekariya zarokan de ji 60 welatan di rêza 60an de cîh digire. (GK/FD)