Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê, Tûran Aydoganî ji bo 20ê Çiriya Paşiyê, Roja Mafên Zarokan a Cîhanî daxuyaniyek weşandiye.
Aydoganî diyar kiriye ku li gorî daneyên Wezareta Dadê, nêzîkî 345 zarok û 780 pitik bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin.
Aydoganî her weha diyar kiriye ku wan ji bo xizaniya zarokan, zarokên sûc bi wan didin kirin, zarokên li girtîgehan, zarokên karkar û îstîsmara zarokan pêşniyazname û projeqanûn pêşkêyî Parlamentoyê kiriye lê desthilatê bersiva van tiştan nedaye.
“Îstîsmara 22 hezar û 689 zarokan bûye”
Aydoganî diyar kiriye ku hejmara îstîsmarkirina zarokan zêde bûye û ev zanyarî dane: “Bi taybet di dema pandemiyê de li welatê me hejmarên îstîsmar û tundkariya zarokan bûye, zêde bûne. Li gorî daneyên Wezareta Dadê yên sala 2019an, ji ber ‘sûcên li dijî parêzbendiya zayendî hatiye kirin’ 49 hezar û 57 doz hatine vekirin.
22 hezar û 689 ji wan sûcên îstîsmara zayendî yên li zarokan bûne. Ev hejmareke gelekî mezin e û mixabin ji bo vê mijarê ti tiştek nayê kirin. Ev ne mijareke wiha ye ku mirov ser wê bigire.”
“Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok kar dikin”
Aydoganî behsa xebitantina zarokan jî kiriye û wiha gotiye: “Hejmara zarokên tên xebitandin yên ku temenê wan di navbera 5 û 17yan de ye bûye 720 hezar. Ev li gorî daneyên TUIKê yên Adara 2021an e.
Di nava van daneyan de hejmara milyon û nîv xwendekarên weke berkar, stawyer û perwerdeya pîşeyî dibînin, nîne. Dema em van hejmaran bidin ser hev, li Tirkiyeyê hejmara zarokên ku kar dikin herî hindik 2 milyon e.” (RT/FD)