* Korkut Eken ve Mehmet Ağar
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Atilla Peker, birayê Sedat Pekerê ku bi seroktiya komeke mafyayê tê tohmetkirin daxwaznameyek daye Serdozgeriya Komarî ya Fethiyeyê da ku ji Serdozgeriya Komarî ya Anadolûyê ya Stenbolê re bişînin. Peker di daxwaznameyê de behsa zanyariyên xwe yên derbarê kuştina Kutlu Adali, rojnamegerê Qibrisê de kiriye.
Daxwaznameya Pekerî ji 2 rûpelan pêk hatiye û tê de gotiye ku ew tevlî Korkût Eken, endamê Rêxistina Îstixbarata Netewî (MIT) çûne Qibrisê. Atilla Pekerî wiha gotiye:
“Ez û Korkut Ekenî li balafirê siwar bûn”
“Birayê min Reis Sedat Peker di meha Adar an jî Nîsana 1996an de telefonî min kir. Ji min xwest ez biçim Sheraton Otela Enqereyê. Ez li ser daxwaza wî çûm cihê ku lê ye. Li wir, li wî cihê ku ew û Korkut Eken lê ye ji min re gotin, divê tu tu bi Korkut Ekenî re biçî Qibrisê, hin kes li wir hene ku polîs û leşkerên me şehîd dikin û divê ew bên kuştin.
“Piştî wê bi rojekê ez bi Korkut Ekenî re ji bo bi balafira THYyê (Şîrketa rêyên asmanî ya Tirkan) rêwiyan em biçin Qibrisê, bêyî ku kontrola me bikin em ber bi balafirê ve çûn, berê ji nav çend nasnameyên ji berêka xwe derxist yeka ku li ser Mustafa dinivîsî hilbijart û nîşan da û navê xwe tomar kir. Korkut Ekenî çekeke cureya wê Jeriko da min û min xist ber xwe û em li balafirê siwar bûn.
“Li Qibrisê ÛZÎ da min”
“Em li Qibrisê peya bûn, em li hotelekê bicih bûn ku navê nayê bîra min. Paşê heman rojê em li Qibrisê çûn Serokatiya Beşa Berevaniya Sivîlan. Li wir min û Serhengê Serkan Galip Mendî me hev nas kir. Min û Enver Tosun, alîkarê Amîrhêz me hev nas kir.
“Paşê li odeya kêlekê Korkut Ekenî çeka cureya wê Ûzî da min, ji min re got bê ka ez ê vê çekê çawa bikar bînim û dengbira wê çawa lê bar bikim.
“Em çûn mala Kutlu Adaliyî”
“Piştî bi rojekê em bi wesayiteke Reno Torosa spî em çûn û piştî tarî kete erdê me li derdora kesê bi navê Kutlu Adaliyî keşif kir. Bi qasî tê bîra min mala wî nêzîkî rêyê bû û bexçeyî wî hebû. Bexçeyekî biçûk li ber malê hebû. Me ferq kir ku li mala wî kesî qerebalixeke ji çar kesan pêk dihat heye. Ji ber wê em nekin hundiro. Li wir çeka Jeriko di ber min de bû û di destê min de jî çeka ÛZÎ ya dengbira wê lê barkirî hebû.
“Roja din em dîsa hatin. Bi roj me çend caran li derdora malê keşif kir, dîsa ji malê gelek deng dikah. Li ser vê rewşê Fermandar Korkutî ji min re got ku ev sê kes jî bin hemû PKKyî ne. Kesê dostê PKKyê be, ew jî PKKyî ye. Ti tişt nabe ku tu hemuyan bikujî.
“Bila leşker wî bisekinînin, wî radestî me bikin”
“Roja sêyan em çûn cem fermandarekî alayê yê piyadeyan. Korkut Ekenî ji wî fermandarê ku navê wî nayê bîra min xwest û got bila du leşkerên payebilind ên baweriya wî pê te pêşiya wesayita Kutlu Adaliyî bisekinin û wî radestî me bikin. Piştî du saetan agahî hat ji me re ku wesayita wî sekinandine û em yekser ji avahiya Fermandariya Alayê derketin. Li bal wî kesî zarokekî 15 salî hebû. Dema me dît ew kes xistine nava alayê û leşkeran dora wî dorpêç kiriye, em vegeriyan bal Fermandarê Alayê.
“Li wir bi Fermandarê Alayê re xeyidî. Jê re got, ma min ji te re got wiha bike. Em vegeriyan Serokatiya Daîreya Berevaniya Sivîlan û piştî bi rojekê em vegeriyan Tirkiyeyê. Lê Fermandar Korkutî ji min re got ‘Atîlla em ê vegerin vir’.”
“Li girtîgehê telefonî min kir”
“Paşê dema ji ber bûyereke birîndarkirinê ez li Girtîgeha Paşakapisiyê bûm bi telefonê li telefona min a ku di girtîgehê de li bal min bû, li min geriya û got ez li Klasis Otelê dimînim û ez ê werim te bibînim. Min jî go, keko roja şemî û yekşemê serdan nabe, ez ê biçim nexweşxaneyê, ez ê werim Klasis Otelê serdana we.
“Wê wextê ji bo çûna nexweşxaneyan wesayîta rîngê ya girtîgehê nebû. Ez tevlî gardiyan û leşkeran bi taksiyê çûm newxeşxaneyê. Dema em ji nexweşxaneyê derketin min hişt ku bi du wesayitên sicîl were û em tevlî gardiyan û leşkeran çûn Silivri Klasis Otela ku li wir bû. Min ji leşker û gardiyanan re got ku li lobiyê rûnên.
“Korkut Eken: Me karê li Qibrikê çareser kir”
“Ez çûme odeya ku Fermandar Korkutî lê ye. Min dît Reis Sedat Peker û çend kes li wir in. Korkut Ekenî maçî eniya astsubay û çawişê pispor kir û bi ken ji min re got, ‘Atîlla me ew karê li Qibrisê çareser kir, tu dizanî.
“Paşê beriya dema ku hejmara girtiyan were kirin, destê sibê ez çûm girtîgehê. Ez amade me ku li her cihî rûbirûyî van kesên navên wan dibore. Derbarê wan tiştên ku di vîdeyoê de behsa wan hatiye kirin ez van tiştan dizanim.” (TP/FD)