Li dibistanan serlêdana ji bo dersên bijarte destpê kiriye. Pêvajo wê heta 21ê Kanûna Paşiyê bikaribin dersên xwe hilbijêrin.
Wezareta Perwerdeyê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku pêvajoya hilbijartina dersan destpê kiriye.
Inîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî jî bang li dê û bavan û xwendekaran kir û ji wan xwest ku dersa zimanê kurdî hilbijêrin. Inîsiyatî ji bo vê bi kurmancî û kirmanckî ango zazakî anîmasyon amade kirine û rê û rêbaza hilbijartina dersan nîşan dide.
Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) jî diyar kiriye ku ew ê materyalên perwerdehiyê bêpere ji bo xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijêrin dabîn bikin.
Xwendekarên dibistana navîn dikarin hilbijêrin
Xwendekarên li polên 5-6-7 û 8an dixwînin, dikarin ji rêveberiya dibistanên xwe daxwaz bikin û dersên kurdî bistînin.
Platforma Zimanê Kurdî: Zimanê Kurdî hilbijêrin
Platforma Zimanê Kurdî jî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û bang li xwendekaran kiriye ku dersa zimanê kurdî hilbijêrin.
Platformê wiha gotiye: “Em dizanin derfeta mirovan li dibistanan heye ku dersa zimanê Kurdî jî hilbijêrin. Ev mafeke ku divê Kurd bi hemû haweyan xwedî lêderkevin. Her çiqasî armanca me ya sereke hemû perwerde bi zimanê dayikê bibe jî, divê zimanê Kurdi weke dersa bijarte, ji aliyê hemû Kurdan ve weke gava pêşî were nirxandin."
Platformê her weha bal kişandiye ser mijara tayînkirina dersdarên zimanê kurdî:
"Bi demê re wê hewcedariya hejmara mamosteyên Zimanê Kurdî zêde bibe û zanîngeh jî mecbûrin li gorî vê rastîya hanê mamosteyên Kurdî perwerde bikin. Mamosteyên Kurdî ku hene jî bi vî haweyî dibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerda bi Zimanê Kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasi zor û zehmetî hebe jî, dive Dayik û Bav xwedî li zimanê Kurdî derkevin."
Wezareta Perwerdeya Netewî cara pêşiyê di sala 2012an de biryar dabû ku kurdî jî bikeve nava dersên bijarte.
Cara pêşiyê di sala 2021ê de destpê kiribû
Li gorî daneyên Wezaretê di sala 2012an de 21 hezar kesî daxwaza dersa kurdî kiriye.
Lê piştî vê salê, ev hejmar her sala ku çû kêm bû. Ji ber ku ji bo dersa hilbijartî were dayîn, divê kêmanî 10 xwendekar serî lê bidin. Li gelek dibistanan ev hejmar temam nebûye û dersên kurdî nehatine dayîn. Her weha li gorî zanyariyan li hin cihan rêvebiriya dibistanan forman li xwendekaran belav nakin û haya xwendekaran ji dersên hilbijartî çênabin an jî rêveberî berê xwendekaran didin dersên olî.
Ji bilî kurdî, xwendekar dikarin bi alfabeyên latînî an jî kîrîlî adîgeyî û her weha abazayî, lazî, gurcî, boşnakî û arnavûtî jî hilbijêrin.
Her weha mijara dersdaran jî di nava vê demê de her bûye mijara nîqaşan.Ji bo kesên ku dersên kurdî bidin li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê di sala 2011ê de Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hate vekirin. Paşê li Zanîngeha Çewlig, Mûşê ya Yuzuncu Yilê ya Wanê û ya Amedê jî heman beş vebûn. Li vir bi sedan kesan perwerde dît û der çûn. Lê Wezareta Perwerdeyê her salê wezîfe didan yek an jî du dersdaran. (FD)