Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Zimanê Kurdî (PZK) li Amedê, li hola Komeleya Rojnamegeran a Başûrrojhilat civîneke çapemeniyê pêk aniye û ji saziyên fermî dawxaz kiriye ku xebatên bi kurdî bikin û astengiyên li ber xebatên bi kurdî rakin.
Şerefxan Cizîrî, Berdevkê PZKyê daxuyaniya Platformê xwendiye û wiha gotiye: “Platforma me; bi xemgînî dişopîne ku Kurdî ji saziyên dewletê tê qewirandin, ji aliyê saziyên fermî ve li ser Kurdî berhemên zanistî nayên kirin, tiştên ku Kurd dixwazin bên kirin jî tên qedexekirin.”
Daxuyaniya PZKyê wiha ye:
"Em weke PZK (Platforma Zimanê Kurdî) dizanin ku TDK(Saziya Zimanê Tirkî) ji wexta ku hatiye damezrandin û heta nûha xebatên berfireh kirine. Ne tenê ji bo Tirkên Tirkiyê, xebatên ku ji bo Tirkên li Dinyayê hemûyan jî dike, em vê xebatê baş dişopînin. Lê ji bo Kurdan -ku her car ji aliyê rêvebirên dewletê ve weke hêmanên sazkerên Komarê hatine diyarkirin- heta niha tenê ferhenga Tirkî-Kurdî hatiyê weşandin. Em dixwazin bibêjin ku ev ne bes e.
"Em di van salên dawî de, bi destpêka weşana TRT-KURDÎ, sêpana dersên bijarte yên Kurdî û li zanîngehan vekirina beşên Zimanê Kurdî weke gavên erênî dinirxînin. Lêbelê li hemberî vê, hîna mafên nasname û zimanê Kurdan; bi qanûnî û bi qanûna bingehî ve nehatiye pejirandin. Ev tevger; li têgehên weke wekhevî, dad û demokrasiyê li hevdû nake.
"Ji xwe Kurd bibînin ku mafên wan ên nasnameyî tên pejirandin, wê hestên Kurdan ên wekheviyê li ser mafên mirovan û demokrasiyê bihêztir bibin. Hilbet nîyeta me nîne ku em ji pisporên ziman ên weke we re behsa giringîya ziman bikin –ku zimanêk eşkere nîşana herî giring a hebûna nasnameyî û çandî ye.- Armanca me li vir ev e ku em zimanê dad û wijdanê bidin peyivandin: Kurd dixwazin ku di hemû saziyên Komara Tirkiyeyê de xwe bibînin, Kurd dixwazin çalakîyên çandî yên ku bi zimanê xwe kirine, bi xwe bibînin. Bi hawayekî din ku em bibêjin; em dixwazin ku pejirandina hebûna xweyî nasnameyî û çandî bi çalakiyên çandî û bi taybetî jî bi zimanê xwe bibînin.
"Parastina zimanê Kurdan, neqilkirina nifşên pêşerojê; mafê wanî herî sirûştî ye û em dixwazin bawer bikin ku ev, peywira bingeh a Dewleta Komara Tirkiye ye jî. Platforma me; bi xemgînî dişopîne ku Kurdî ji saziyên dewletê tê qewirandin, ji aliyê saziyên fermî ve li ser Kurdî berhemên zanistî nayên kirin, tiştên ku Kurd dixwazin bên kirin jî tên qedexekirin. Ji hemû gengeşîyên siyasî azade, ji bo ku Kurdî weke zimanê jiyanê û çandê bê pejirandin; em dixwazin ku li Sazîya Zimanê Tirkî, li ser zimanê Kurdî xebat bên kirin û ew berhem bi vî zimanî bên weşandin.
"Em dixwazin ku xebatên Kurdî yên ku di bin saziya we de bên meşandin; ji pêvajoya jiyanê azade bin û domdar bin. Bi vî hawayî em dixwazin ku hûn dêhnê xwe bidin daxwazên menî jêr:
1- Li Amedê an jî li Enqerê şûbeyeke wenî Kurdî vebe, li navenda we şûbeyeke/kursîyeke Kurdî vebe
2- Bikarkirina pisporên Kurdî
3- Xebata ferhenga Kurdî ya berfireh
4- Xebata ferhenga Kurdî ya etîmolojîk
5- Xebata ferhenga Kurdî ya lêgerînî
6- Xebata ferhenga Kurdî ya “Biwêj û Gotinên Pêşîyan”
7- Weşandina ferhenga Kurdî ya dijîtal
8- Sazkirina Sempozyûma Kurdî ya navnetewî
9- Sê mehan carekê derxistina kovara “Rêzimana Kurdî”
10- Weşandina berhemên rêzimana Kurdî
"Em, weke PZK (Platforma Zimanê Kurdî) amade ne ku di xebatên Kurdî de bi hevdû re bixebitin û hevkariyê bikin."
(RT/FD)