Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Delegasyona Navnetewî ya li dijî Tecrîdê, derbarê tecrîda li Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Tîpa Fyê ya Îmraliyê de weşandiye.
Ji bo rapor bê aşkerekirin, civîneke online pêk hatiye û endamên Delegasyona Navnetewî parêzer Altamira Ana Guelbenzu Gonzalo û Sophie Jane Caseleyê rapor xwendiye. Parêzeran gotiye, sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê pêk tê, veguhestiye sîstemeke yasayî û siyasî ya wisa ku li hemû welat belav bûye û Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan di pirsgirêka kurdan de ji bo çareserî û demokratîkbûnê nebe nabe.
Li gorî nûçeya MAyê, Delegasyona ji 7 welatan bi giştî ji 36 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û rojnamegeran pêk tê û ji bo şopandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî hatiye avakirin. Delegasyonê di navbera 24 û 29ê Kanûna Paşiyê de li Stenbolê Enqere û Amedê bi gelek partiyên siyasî, baro û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kiribû.
“Her cûre têkilîdayîn qedexe kirine”
Di raporê de hatiye gotin ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalanî, binpêkirineke mafên mirovan a navneteweyî: “25ê Adara 2023yan dê bibe sala 2yan ku tu agahî ji Abdullah Ocalanî nayên girtin. Rêberê kurd di sala 1999an de hate girtin û ji wê rojê heta niha li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlekariya Xurt a Îmraliyê tê ragirtin. Tevî hevalên xwe Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim di bin rejîma tecrîda girankirî de tên ragirtin. Hat qedexekirin ku her çar girtî bi parêzer û malbatên xwe re peywendiyan deynin. Ev cureya hefsa hucreyê, binpêkirina belge û standartên mafên mirovan ên navneteweyî ne. Rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ku rê li ber fikarên mezin vedike, li gorî agahiyên rayedaran û tevgera kurd, piştî pêvajoya aştiyê ya PKK-Tirkiyeyê di 2015an de têk çû heta niha, ji bo temamiya girtîgehên din ên li Tirkiyeyê bû ‘mînak.’ Hem li hundirê welêt (ji ber ku daraz serbixwe nîne) hem jî di asta navneteweyî de xwedî dîmeneke wisa ye ku rêyên hiqûqa navxweyî yên bibandor tune ne û xwe her tim dubare dike. Weke mînak; weke ku di rapora dawî ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de jî hatiye diyarkirin, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û pêşniyarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê yên di çarçoveya van biryaran de her tim hatin paşguhkirin.”
"Divê weke pirsgirêkeke siyasî bê fêmkirin”
Bi domdarî di raporê de hat destnîşankirin ku tecrîd êdî bûye sepaneke siyasî ya li tevahiya civakê berbelavbûyî û ev tişt hatin parvekirin: “Nêzikatiya li hemberî Girtîgeha Îmraliyê û sepanên hiqûqî û siyasî yên li girtîgehê, ji hêla parastina demokrasî û mafên mirovan ên Tirkiyeyê mînakeke diyarker e. Em careke din bang li berpirsyarên Tirkiyeyê dikin ku di zûtirin demê de li Girtîgeha Îmraliyê li gorî mercên hiqûqê tevbigerin. Lewma divê ev rewş ne tenê weke rewşeke hiqûqî lê divê di heman demê de weke pirsgirêkeke siyasî jî were fêmkirin. Divê rejîma înfazê ya cihêkar ku cara ewil li Girtîgeha Girava Îmraliyê kete meriyetê û bi demê re li tevahiya girtîgehan li girtiyên siyasî hate ferzkirin, tavilê bê bidawîkirin. Divê rêzgirtina li hemberî mafên mirovan ên bingehîn ên girtiyan ne weke rewşeke îstîsnaî lê divê weke nirxek bê sazkirin. Pergala li Girava Îmraliyê hatiye avakirin, weke amûreke siyasî tê bikaranîn. Êdî ne rewşekî îstîsnaî lê li tevahiya welêt belav bûye û veguheriye rejîmeke qanûnî-siyasî ya jirêzê. Tevahiya civakê tê tecrîdkirin û tenê bi girtîgehan bisînor nîne.”
"Heta tecrîd bi dawî nebe, çareserî nayê"
Di berdewamê de hat diyarkirin ku tecrîd ne tenê li dijî Abdullah Ocalan e: “Bandorê li tevahiya girtiyan û muxalefeta civakî dike. Ev pergala kedxwarî û zextê, bandorê li temamiya jiyana civakî dike. Kesên li dijî van polîtîkayên hikûmet û dewleta tirk derdikevin, tên girtin, di dema darazê de rastî prosedûr û biryarên keyfî tên, cezayên giran lê tên birîn û zext û tundiyeke mezin lê tê kirin. Îfadeya vê ya herî xerab jî, tecrîd anku tecrîdkirina pêşengên muxalîfan an jî kom/partiyên muxalîfan ên girtî ne. Bi awayekî komî tên tecrîdkirin. Heta ku pirsgirêka kurd ku pirsgirêkên weke xizanî, koçberî, penaberî, newekhevî û bêedaletiyên li ser esasê zayendê, pişaftina çandî, şer, texrîbkirina hawirdorê bi xwe re tîne neyê çareserkirin û heta ku binpêkirinên îşkenceya sîstematîk û hefsîbûna hucreyê ya li Girtîgeha Îmraliyê neyê bidawîkirin, dê çareserî pêş nekeve. Ev dorpêç, tenê bi têkoşîneke hiqûqî, siyasî, civakî û piralî ve dikare were rakirin.
Bang li CPTyê kirine
"Parêzer bingeha serweriya hiqûqê ne û eger zilm li wan bê kirin wê girtî nikaribin bi rengekî adîlane bêne darizandin an jî wekheviya li pêşiya qanûnê nemîne. Her wiha divê girtî bêyî ku li astengiyekê rast bên karibin xwe bigihînin parêzeran, divê xwedî mafên bingehîn ên parastina nepenîtiya qanûnî ya ragihandinê bin. Mîna ku di xalên 8 û 16an ên Pîvanên Bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî de hatiye destnîşankirin, erk û wezîfeya dewletan e ku hurmetê nîşanî rola bingehîn a parêzeran bide ya mafê darizandina adîl a parêzeran û înfaza adîl a ceza ya qanûnî heye û serweriya hiqûqê misoger bike. Mijara bingehîn a ku ev hemû destnîşan kiriye, mîna ku ABA jî diyar dike, neserxwebûna dadgeriyê ye. Çareseriya van pirsgirêkan hemûyan bi çareseriya civakî û demokratîk a pirsgirêka kurd dibe. Armanca bingehîn a ji pêkanînên tecrîdê ew e ku têkoşîna demokratîk a rewa û muxalefeta civakî bi temamî bitepisîne. Ji bo çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê teqez divê Ocalan azad bibe. Lewma divê kar û armanca esasî û sereke ya hemû hêzên muxalîf, parêzvanên mafên mirovan û hiqûqê ew be ku sîstema Îmraliyê ya li derveyî hiqûqê ye ji holê rakin. Civaka navneteweyî -bi rêya baro û komeleyên din ên parêzeran- rewşa nebaşbûyî ya li Tirkiyeyê û têkçûna serweriya hiqûqê bi lez bibîne. Şert û mercên niha li Tirkiyeyê serwer e li ber afirandina rewşeke awarte ya mayinde ne. Divê tavilê dawî li vê rewşa bêhiqûqiyê bê anîn."
Di beşa pêşniyaran ya raporê de jî bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê hate kirin ku rapora xwe ya têkildarî serdana Girtîgeha Îmraliyê ya 20-29ê Îlona 2022an eşkere bike. (AS/FD)