Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Denîz Tepelî, hevala Garîbe Gezerê ya li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmar 1ê ya Kandira, navçeya Kocaeliyê girtî ye, nameyek nivîsandiye û di wê nameyê de behsa şahidiya xwe ya dema mirina Gezerê kiriye.
Not: Rêveberiya girtîgehê gotibû ku Gezerê xwekuştiye. Lê ji ber pirsa ku digot miroveke bi tena serê xwe dimîne çawa dikare xwe bikuje, civakê ev mirina Gezerê bigûman qebûl kiribû. Her weha destûr nehatibû dayîn ku parêzerên Garîbe Gezerê bikevin karên otopsiyê. Vê jî, şik û gûman zêde kiribûn.
Bixwîne - Mirina bigûman a Garîbe Gezerê: Bila dozgerî ji wezîfeyê bistînin
Hevseroka Giştî ya ÎHDyê, Eren Keskînê nameya ku Denîz Tepeliyê ji parêzer Jiyan Tosûnê re şandiye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye. Tepeliyê di nameya xwe de gotiye ku dixwazin ser bûyerê binixumînin.
“Min gilî kir”
Beşek ji nameya Tepeliyê wiha ye:
“Ez, em xemgîn û bihêrs in; hevala me Garîbe qetil kirin û paşê jî ji ber xwestin ser wê binixumînin. Ez şahida kuştina Garîbeyê me, ez wê kêliyê li hewşê bûm min dît û bihîst. Lê duh nameya ku min bi rêya sîstema lezgîn ji we re şand (16.12.21) li min vegerandin, gotin tu nikarî devê zerfê bigirî û bişînî yan tê devê zerfê veke û bişîne an jî devê wê bigire û bide parêzerê/a xwe yê/a wekaleta te li ba wê/wî heye.
"Ev sûc e. Mafê me heye ku em zerfa devgirtî ji hemû parêzeran re bişînin lê dixwazin ser kuştinê bigirin. Şahidiya min krîtîk e. Dixwazin tekane kesa (ji me) şahidiya bûyerê kiriye, asteng bikin. Ez vê nameya ku asteng kirin îro (17.12.21) careke din bi zerfa devgirtî dişînim.
"Min daxwaznameyek ji Serdozgeriya Komarî ya Kandirayê re şand û gilî kir û min got astengiya ku rêvebiriya girtîgehê li ber şandina nameyê derdixe sûc e û şandina me maf e, bila haya we jê hebe.
“Xwestin gotinên min berovajî bikin”
"Li hêlekê jî roja înê ya 14.12.21ê dozgerê Kandirayê ji bo dosyeya gilîkirinê ya kuştinê bang li Resmiyeyê kir lê ez tevlî nekirim e lê ez şahid im. Di 15.12.21ê de dozgerekî din bang kir.
"Ji bo dosyeya tecawiz û îşkenceyê. Xwest gotinên min berovajî bike, tomar neke. Min got, ez ê li gel parêzer an jî piştî ez bi parêzerê/a xwe bişêwirim îfadeya xwe bidim. Tikaye werin, teqez bi min re hevdîtinê bikin. Dixwazin ser wê bigirin. Em ê heta dawiyê bişopînin.”
Çi bûbû?
Garîbe Gezerê aşkere kiribû ku li Girtîgeha Kandirayê ya hejmara 1ê ya Tîpa Fyê gardiyanan êrîşa zayendî lê kiriye û îşkenceya sîstematîk lê tê kirin.
Ji ber vê daxuyaniya wê nehiştin ew bi malbata xwe re hevdîtinan bike û ew xistin odeya bisifinc û paşê jî hicreyê.
Gezerê name ji bianetê û JinNewsê re şandibû û behsa tiştên ku hatine serê xwe kiribû. Hevseroka Giştî ya ÎHDyê, Eren Keskînê gelek caran derbarê mijarê de daxuyanî dabû, xwestibû ku doz li rêveber û karmendên girtîgehê vebe. Parlamenterên HDPyê 22 caran pêşniyazname dan Parlamentoyê.
Rêvebiriya Girtîgehê di 9ê Kanûna Pêşiyê de diyar kiribû ku Garîbe Gezerê li hicreya xwe xwe kuştiye. Parêzerên wê xwestin pêvajoya otopsiyê bişopînin lê hatin astengkirin. Gezer di 10ê Kanûna Pêşiyê de li Kerborana Mêrdînê hatibû binaxkirin. (EMK/FD)