Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dozgeriya Kandirayê ji bo mirina Garîbe Gezerê biryar daye ku lêpirsîn veşartî were kirin.
Garîbe Gezer ji ber kiryarên xirab, êrîşa zayendî û îşkenceya bi rêk û pêk can dabû lê mirina wê biguman bû.
Not: Rêveberiya girtîgehê gotibû ku Gezerê xwekuştiye. Lê ji ber pirsa ku digot miroveke bi tena serê xwe dimîne çawa dikare xwe bikuje, civakê ev mirina Gezerê bigûman qebûl kiribû. Her weha destûr nehatibû dayîn ku parêzerên Garîbe Gezerê bikevin karên otopsiyê. Vê jî, şik û gûman zêde kiribûn.
Bixwîne - Garîbe Gezer di girtîgehê de miriye
Parêzerên Gezerê beriya niha xwestibû ji ber “îşkencekirin” û “kiryarên xirab” lêpirsîna rêveberiya girtîgehê were kirin. Dozgeriyê biryar ji bo vê lêpirsînê jî daye ku veşartî were kirin.
"Dîmen ji girtîgehê neçûne"
Jiyan Tosûn, parêzera Biroya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tacîz û Tecawiza di Dema Desteserkirina de Pêk Hatiye ji bianetê re wiha got:
"Beriya mirina Garîbeyê me gilî kiribû, wê gavê biryara veşarîtiyê nebû. Lê em îro hîn bûn ku ev biryar dane. Hîna dîmenên li girtîgehê hatine girtin, neşandine.
“Dibêjin ku ji bo lêkolînê li ser dîmenan bikin, dosye şandine ber destê dozgeriyê. Di her du dosyeyan de jî ti kes nehatiye desteserkirin. Gotin ku ji hêla îdarî ve lêpirsîn tê kirin lê me nekarî hevdîtinê bi dozgerî re bikin, em nizanin çi dibe.
“Divê dozger ji wezîfeyê were girtin”
“Gelo wê di vê pêvajoyê de lêpirsîneke bibandor bikin na na, metirsiyên me yên cidî hene. Em ê li dijî biryarên veşarîtiyê derkevin. Lewre dozgerê ku Garîbeyê di meha Tebaxê de jê re behsa êrîşa zayendî kiribhu, li vê dosyayê dinêre, yanî di dosyeya derbarê mirina Garîbeyê de jî ev dozger heye û ev dozgerê ku beriya niha çavê xwe ji îfadeya Garîbeyê ya derbarê êrîşa zayendî re girtiye, em nizanin wê di vê dosyayê de çi bike.
"Dozger ew dozger e ku ti tişte nekiriye. Ew dozgerê ku wê rojê ti tiştek nekir, îro dosyeya mirinê birêve dibe. Em ê hewl bidin ku dozger ji wezîfeyê were girtin."
Çi bûbû?
Garîbe Gezerê aşkere kiribû ku li Girtîgeha Kandirayê ya hejmara 1ê ya Tîpa Fyê gardiyanan êrîşa zayendî lê kiriye û îşkenceya sîstematîk lê tê kirin.
Ji ber vê daxuyaniya wê nehiştin ew bi malbata xwe re hevdîtinan bike û ew xistin odeya bisifinc û paşê jî hicreyê.
Gezerê name ji bianetê û JinNewsê re şandibû û behsa tiştên ku hatine serê xwe kiribû. Hevseroka Giştî ya ÎHDyê, Eren Keskînê gelek caran derbarê mijarê de daxuyanî dabû, xwestibû ku doz li rêveber û karmendên girtîgehê vebe. Parlamenterên HDPyê 22 caran pêşniyazname dan Parlamentoyê.
Rêvebiriya Girtîgehê di 9ê Kanûna Pêşiyê de diyar kiribû ku Garîbe Gezerê li hicreya xwe xwe kuştiye. Parêzerên wê xwestin pêvajoya otopsiyê bişopînin lê hatin astengkirin. Gezer di 10ê Kanûna Pêşiyê de li Kerborana Mêrdînê hatibû binaxkirin. (EMK/FD)