Fotograf: İHDya Amedê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) a Şaxa Amedê “Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Sala 2020an a Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Anatoliyayê” bi civînek çapemeniyê aşkere kiriye.
Li gorî daxuyaniya ku di malpera komeleyê de hatiye belavkirin, li hinek cîyan ji ber pandemiyê binpêkirinên mafan zêde bûne û di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
“Bi taybetî ji ber polîtîkayên otorîter û navendparêz ên desthilatê yên sala dawî bû sedema binpêkirinên mafan. Ji ber van polîtîkayan di sala 2020an de jî binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematî zêde bûye.. Li herêma me bi taybetî ji ber feraset û rê û rêbazên otorîter û ewlehîparêz ên desthilatê yên li dijî pirsgirêka Kurd bûye sedema zêdebûna binpêkirinan.”
“Ji ber israr kirina di polîtîka û rêbazên çareser kirinê yên tundîwar ên berê jî hatine ceribandin lê tu encam jê nehatine girtin, îro li herêma me em rû bi rûyê tabloyeke kirina bin pêyan a ku jiyana civakî ji binî ve bi bandor dike re ne. Deverên ewlehîya bi taybetî û cihên bej ên derketina ji derve lê qedexe kirin û operasyonên leşkerî hene, welatî nikarin jiyana xwe ya rojane bidomînin û mexdûr dibin, nikarin bi sewal û zeviyan re mijûl bibin. Di girtina bi ser de ya hêzên ewlehiyê welatî rû bi rûyê êşkence - miemeleya xerab û binçavbûna bi neheqî dibin. Agir bi cihên bej û bi daristan dikeve ji ber operasyonên leşkerî. Ji ber ketina agir bi cihên bej û daristan zirara madî ya welatiyan bûye. Di atmosfera bi şer û pevçûn a dewam dike de; di pêvajoya girtina cendekên milîtanan û dayîna malbatan de jî dijwarî û kirina bin pêyan a mafê mirovan berdewam in.”
“109 kes rastî îşkence û memileya xirap hatine”
“Di sala 2020an de li herêma me di atmosfera bi pevçûn de, 43 erkdarên ewlekariyê canê xwe ji dest dane û 30 jê jî birîndar bûne. 218 mîlitanên rêxistinê canê xwe ji dest daye. Sivîlek ku di nav pevçûnê de maye jî canê xwe ji dest daye. Di dema êrîşên hatine kirin li dijî yekeyê ewlekariyê jî 15 welatiyên sivîl mirine.
Di desteserkirinan û li cihên ji derveyî desteserkirinan de kirinên neinsanî yên wek êrîşa zayendî hatine kirin, herî kêm 109 welatî di yekeyên desteserkirinê de, girtina bi ser malan de, li kuçeyan, di girtîgehan de duçarî êşkence û miemeleya xerab mane”.
“496 girtiyên polîtîk hatine sirgûnkirin”
Di rapora me de, ew ê bê dîtin ku zêde bûyîna binpê kirinê di girtîgehan de bi awayekî zelal berdewam e. “Di encama kirinên rêvebiriyê de di serî de sirgûn êşkence, di gelek waran de binpêkirin çêdibin. Sala 2020î bêyî hincet herî kêm 496 girtiyên polîtîk ji helwestên xwe berpirsiyar hatine dîtin û sirgûnî girtîgehên li bajarên dûrî malbatên wan hatine kirin. “
“Li gor daneyên Lîsta Sala 2020î ya Girtiyên Nexweş ên Giran û Girtiyên Nexweş ên Navenda Giştî ya Komala Mafê Mirovan, di girtîgehên li Tirkiyeyê hê jî 604 jê giran 1605 nexweş hene.”
“Herî kêm midaxeleyî 19 xwepêşandanan kirine”
Mafê xwenîşandan û civînan ku bi madeyê 34an ê Destûra Bingehîn hatiye parastin. Ev maf bi kêfî û nehuqûqî yên qeymeqam û waliyan hatin qedexe kirin.
Di sala 2020an de li herêmê, hêzên ewlehiyê herî kêm midaxeleyî 19 xwenîşandanên civakî kiriye.(AS/AY)