Xebatên derbarê mûzîka kurdî û bi taybetî jî derbarê muzîkjen û stranbêjan kêm in. Herçiqasî di van salên dawî de biyografiyên hinek muzîkjen/stranbêjan hatibin amadekirin jî dikare bê gotin ku hîn em di destpêkê de ne. Biyografî pêwîst in ji ber ku dê agahiyên derbarê tradîsyona muzîka kurdî ji me re bibêjin; dê pêvojaya ku muzîka kurdî tê re derbas bûye bînin ber çavê me. Muzîkjen û stranbêjên diyasporayê jî di nav pêvajoyê de cihekî girîng digirin.
Muzîka kurdî ji nîveka duyem a salên 70yî û pê de li Ewropayê li ser dikan deng veda. Wê demê ji bilî kesên ku ji ber sedemên aborî koçî Ewropayê kiribûn, hejmara kesên ji ber sedemên polîtîk koçber dibûn jî zêde dibû. Di nav vê pêlê de muzîkjen û stranbêjên kurd jî bêhtir ji ber sedemên polîtîk berê xwe dan Ewropayê û li wir xebatên xwe yên muzîkê dewam kirin. Lê wek li jorê jî amaje pê hat kirin agahiyên derbarê van kesayetan, muzîka wan û pêvajoya di nav re derbas bûne, kêm in. Yek ji wan kesayetiyan jî Izedîn Temo, yan jî bi navê xwe yê hunerî Temo ye ku mijara vê nivîsê ye.
Izedîn Temo, an jî bi navê xwe yê hunerî tenê Temo muzîkjen û stranbejekî kurd ê ji nifşê 70yî ye. Di heman demê de bi peykersaziyê ve jî mijûl e û hostayekî çêkirina tembûran e. Ev 50 salên wî ye bi muzîk, stran, tembûr û peykeran ve mijûl e lê agahiyên derbarê wî gelekî kêm in. Min ew (yanî albûmên wî) di van salên dawî de, di çarçoveya xebata xwe ya li Almanyayê de nas kir. Li ser malperên mezatê yên muzîkê min 3 albûmên wî peyda kirin ku wek cdyan hatibûn belavkirin.
Dîskografî - Derew- Kurdistan/Chants et musiques (1979) - Chants d'exil du peuple kurde (1981) - Chants et Musique kurdes (1984) (Bi Bedirxan û Nasir re). |
Li ser ya pêşî Temo Nasır Bedirxan dinivîsî û di serê pêşî de min jî got qey ev navê wî bixwe ye (di nivîsekê de min wisa jî nivîsî!). Lê piştre wek ku wî jî got, Bedirxan û Nasir birayên wî ne û wan ew albüm bi hevdû re amade kiriye. Di serî de hem şêwaza lêxistina tembûra wî û hem jî dengê wî mirov bi xwe ve girê dide û naxwaze dev jê berde. Bi wê tembûrê û ji wî dengê xweş Kulîlkên Ezeb, Narê, Ele Qemşê, Îro ji Derba Xencerê ya Melayê Cizîrî û Tazî me, Birçî me Mela ya Seydayê Cigerxwîn çend stran in ku mirov ji guhdarkirina wan têr nabe. Kî ye Temo, ji ku ye? Çi kiriye? Çi dike ew stranbêj û muzîkjenê kurd ku di sala 1979an de ji International Herald Tribune Ellen Wallace pê re hevpeyvîneke kurt dike û di wir de wî wek “Bob Dylanê Kurdan” bi nav dike lê ew xwe bêhtir nêzîkî şêwaza Jacques Brel hîs dike.[1]
Çîroka vê nivîsê
Ji bilî agahiyên li ser Cdyan heta wextekî min derbarê Temo tu agahî peyda nekirin. Berî bi salekê hevalekî hejmara telefona wî ya Fransa dabû min lê wê telefonê êdî bersiv nedida. Nivîskarekî ekşisözlükê nivîsandibû ku gelek keda wî ji bo muzîka kurdî heye lê tu agahî derbarê wî de tune ne. “…gelo [kurd] li benda mirina wî ne [ku derbarê wî tiştinan binivîsin]”.[2] Dîsa bi saya vê entriyê ez rastî hevpeyvîna wî ya Rûdawê hatim.[3] Li gorî vê nuçeyê ew êdî ne li Fransayê lê li Herêma Kurdîstanê dijiya. Hêviyên min ku ez xwe bigihînim Temo zêde bûn, min xwest xwe bigihînim peyamnêrê ku bi Temo re hevpeyvîn kiriye ji bo telefona wî an jî maîla wî bi dest bixim. Mixabin çênebû. Vê dawiyê bi awayekî zêde tesadufî min xwe gihandiyê, bi rêya medyaya civakî. Facebook!. Berê ne ku ev rê nehatibû bîra min, lê ji ber cudahiya nivîsandina kurdî –ev bixwe mijareke serbixwe ye!- ya me serxetî û binxetîyan ez rastî navê wî nehatibûm.
Piştî wextekî dirêj min Temo peyda kiribû û piştî çend peyaman êdî me derfeta sohbeteke li ser whatsappê bi dest xist. Bi kurdiyeke xweş û dilekî germ em li ser serboriya wî ya muzîkê qonax bi qonax axivîn.
*International Herald Tribune
Tirbespiyê…
Izedîn Temo di sala 1954an de li gundê bi navê Girê Pirê ji dayik dibe û piştî pênc salan tên li Tirbespiyê bi cih dibin. Lê malbata Temo ji gundê Taqa yê li ser Midyadê, navçeya Mêrdînê ye. Malbat bi Mala Haco re ye û piştî şikestina tevgera Haco ew jî bi wan re derbasî binxetê dibin. “Ew axayê me bûn” dibêje Temo.
Di hevpeyvîna navborî ya International Herald Tribune de cihê ji dayikbûnê yê Temo wek Bexdad hatiye nivîsandin. Sedema wê dipirsim, dibêje; “Wextê ez çûme Fransa, min nediwêrî bêjim ez ji Şoreşa kurdî hatime, ez peşmerge bûm, vêca go ma tu ji ku hatiye, min got ji Bexda”. Loma di nasnameya wî de jî cihê jidayikbûnê wek Bexdad hatiye nivîsandin.
Wê demê kesên li tembûrê dixin yek-du ne li Tirbespiyê, yek jê Ûsivê mala Haco ye. Temo jî meyla xwe dide tembûrê û tembûra xwe ya pêşî ew bixwe, li gorî gotinên wî, ji qotîkên helawê û darikan çêdike. “Me têlek jî avêt ser û bû tembûr”. Radyo û kaset çavkaniyên sereke ne wê demê ji bo hînbûn û pêşxistina lêxistina tembûr û gotina stranan. Şêwaza lêxistina tembûrê ya Pîr Êzdîn -ji herêma Mêrdînê- bandorê lê dike û bi demê re jî xwe bi pêş dixe. Wê demê muzîka kurdî li Suriyeyê jî ne ewqasî serbest e. Kesên bi kurdî dibêjin rastî astengî, girtin û lêxistinê tên. Temo jî heft rojan tê girtin ji ber ku li tembûrê dixe û bi kurdî dibêje. Ev jî dibe sedem ku berê xwe bide Beyrûda Libnanê.
Bêyrûd/ Libnan
Bêyrûd wê deme bajarekî gelekî pêşketî û xweş e, bajarê hunerê ye jî, bi gotineke din “Parîsa Rojhilata Navîn” e. Kurdên ku ji rejîma Suriyeyê ne xweş in an jî pirsgirêkên wan bi rejîmê re hene berê xwe didin wir. An jî kesên hunermend yên wek Seîd Yûsiv, Mihemed Ezîz Şakir, Mihemed Şêxo… Temo jî berê xwe dide Beyrûdê, li wir Seîd Yûsiv nas dike; bi Mihemed Teyib re bi navê Koma Dîlman komeke muzîkê jî ava dikin. Komên din jî hene li wir wek Koma Seîd Yûsiv Koma Newroz, a Mihemed Ezîz Şakir Koma Serkewtin. Izedîn Temo qederê du salan li wan deran dimîne, beşdarî şevan dibe, konseran li dar dixe, di tembûrê de jî xurt dibe.
Çiyayên Kurdistanê- Pêşmergetî
Salên 1970yî bayê Şorêşê ji çiyayên Kurdistanê tê; hêzên kurdan bi serokatiya Mele Mustafa Barzanî li hemberî hêzên Iraqê dîsa di şer de ne. Temo jî bi du hevalên xwe re berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, dibe peşmerge û di nav beşa hunerî de di radyoya Dengê Kurdistan de cih digire. Bi gotina wî ew bi Enwer Qeredaxî re ye, di nav Tîpî Şoreş (Koma Şoreş) de cih digire û bêhtir stranên şoreşgerî û têkildarê meseleya kurdî dibêjin; “Di wî wextî de kî devê xwe vekiriba li ser mesela kurdayetiyê bû. Strana Mihemed Ezîz Şakir heye, Gulîzar [helbest a Bêbuhar =Yusif Berazî ye], wî ew stran bi Kurdistanê gotibû, ne ku ji bo eşqa keçekê gotibû”. Ev pêvajo heta şikestina Şoreşê dewam dike û bi şikestina Şoreşê re ew jî derbasî Îranê dibe. Wê demê derfeta derketina Ewropayê derdikeve.
Fransa- Penaberî
“Grubek hat ji me re got, yên bixwazin biçin Ewropa bere navê xwe binivîsin, min got Mihemed Şêxo em herin navê xwe binivîsin, lê wî got ez naçim Ewropa, rabû min navê xwe nivîsand. Lê min bawer nedikir ku ew ê werin gazî min bikin, bêjin were em herin Ewropa”. Piştî hefteyekê xeber tê jê re û dibêjin were.
Berê wî li Almanyayê ye, têkiliyên wî, kesên ku nas dike hene li wir, lê ji ber ku pasaport pê re tune ye Almanya wî qebûl nake, dibêjin ya em ê te vegerînin Tehranê an Bexdadê an jî tu bixwazî em ê te bişînin Parîsê. Ew jî berê xwe dide Parîsê.
“Li wir tu kesî nas nakim, 4 rojan bê pere, şepirze li Balafirgeha Parîsê mam. Ez gelekî aciz bûbûm, roja çaran min destê xwe awêt berîka xwe, kaxezek tê de bû, li ser telefona hevalekî li Almanya hebû”. Bi awayekî xwe digîhine hinek nasan, wê demê zêde kurd tune ne li Fransayê lê Kamîran Bedirxan li wir e, alîkariya wî dike. “Xususiyeteke Kamîran Bedirxan hebû, mezin, piçûk kî çûba mala wî, ew bixwe radibû qehwe ji wan re çêdikir û dida wan, yêkî wisa bû”.
Piştî çend karan, berê xwe dide muzîkê careke din. “Min tembûra hevalekî bi xwe re anîbû, wek emanet. Cara pêşî li Parîsê li metroyê min li tembûrê xist, û min perekî baş jî bi dest xist wê rojê”. Hin bi hin derdor çêdibe, têkiliyên wî bi derdorên hunerî yên fransî re çêdibin, “..û êdî me dest bi konsera kir, bi rêya wan em çûne gelek welatan, qederê 37 welatan”.
Muzîka kurdî li diyasporayê wê demê bêhtir di çarçoveya polîtîk de û li derdora partiyên siyasî tê pêşkêşkirin, lê li gorî gotina wî ew dûrî hizbên siyasî ye. Ev jî belkî sedemeke ku di nav civaka kurdan de navê wî zêde derneketiye pêş. Ne ko Temo ne yekî polîtîk e an jî stranên polîtîk negotine lê ji bo wî mesele muzîk e, danasîna muzîka kurdî ye, an jî bi rêya muzîkê danasîna kurd û meseleya kurdan e.
“Ez diçûm şevên wan jî lê ne li ser navê hizbekê, erê kêfa me ji Mele Mustafa Barzanî re dihat, lê heta niha jî ez ne li ser partiyekê me. Di wan şevan de eger sê sed kes hebûya, sê-çar kesên fransî hebûn lê konserên ku min didan, eger sê sed kes heba, sê-çar kes ji wan kurd bûn”.
Bi rêya van qonseran melodiyên kurdî jî deng vedidin. Li ser albûma wî ya ku bi birayên xwe Bedirxan û Nasir re amade kiriye Karen Albrecht wisa nivîsandiye;
“Temo 1975an de wek sirgûn hat Fransayê û ew kesê pêşî bû ku melodiyên ji çiyayên Kurdistanê ber bi guhên me ve anîn. Ew ne awazên besît ên gelêrî ne, ne jî tu bandora Erebî û Rojavayî nîşan didin; ew stranên bi rastî orjînal in di rihê kevneşopiyê de”.
Wekî li jor jî hatibû behskirin, di International Herald Tribune de jî wek “Bob Dylan ê Kurdan” hatibû binavkirin. Ev jî dide xuyakirin ku Temo di warê danasîna muzîka kurdî de bi ser ketiye; wî bi wî dengê xwe yê melankolik û bi tembûra xwe di dema xwe de ne tenê li Fransayê lê belê li welatên din jî muzîka kurdî bi gelên din daye nasîn û bi rêya muzîkê jî kurd û çanda wan; ji ber ku “huner, muzîk tiştêkî gelekî girîng e bo kurdan ku pê xwe bidin naskirin”. Hebûna hunermendan jî ji bo parastina ziman, kultura kurdî gelekî pêwîst e.
Duhok- vegera welêt
Piştî Şerê Kendavê yê Duyemîn, Herêma Kurdistanê wek statuyeke fermî tê avakirin û pê re jî hinek rewşenbîr û hunermendên kurd ên diyasporayê jî vedigerin. Izedîn Temo jî di vê pêvajoyê de berê xwe dide Kurdistanê û li Duhokê bi cih dibe. “Êdî me go divê em xizmeta welatê xwe bikin, ji ber ku hebûna me zimanê me ye li ser xaka kal û bavê me”. Bi van fikir û ramanan li Duhokê bi cih dibe Temo û li wir atolyekê vedike û tembûran çêdike. Herçiqasî îro dev ji kare çêkirina tembûran berda be jî hîn li Duhokê niştecî ye lê piyekî wî jî her li Parîsê ye. Herçiqasî ne bi awayekî profesyonel be jî hîn karê muzîkê dewam dike. Projeyeke wan hebûye ku li Diyarbekirê albûmekê derbixin lê ji ber şewba Covid-19ê ew jî niha nediyar e. Eger ev nexweşî derbas bibe, rewş hinekî asayî bibe îhtîmaleke mezin em ê bikaribin Temo li Diyarbekirê zindî guhdar bikin.
Bêguman ev nivîs ne metna giştî ya axaftina me ya bi Izedîn Temo re ye lê wek kurteya wê ye. Herweha kurteya jiyana wî ya heta niha ye ku di nav koçberî û muzîkê de derbas bûye. Armanc ew bû çend agahiyan derbarê muzîkjen û stranbêjekî kurd parve bikim ku li diyasporayê jiyana xwe ya hunerî dewam kiriye û di warê danasîna muzîka kurdî de ked daye, lê zêde nehatiye bihîstin. Bêguman ne tenê Îzedîn Temo lê gelek stranbêj û muzîkjenên kurd hene ku derbarê wan zêde agahî tune ne, ew jî kêmasiyek e di qada muzîkolojiya kurdî de. Biyografiyên berfirehtir yên di wî warî de dê vê kêmasiyê ji holê rakin û herweha rê li ber xebatên berfirehtir jî vekin.
[1] Ellen Wallace, “Temo: The Bob Dylan of the Kurds”, International Herald Tribun, 21 Sptember, 1979.
https://archive.org/details/InternationalHeraldTribune1979FranceEnglish/Sep%2021%201979%2C%20International%20Herald%20Tribune%2C%20%2330048%2C%20France%20%28en%29 (Lênerîna dawî: 22.05.2021).