Zarokistan li benda zarokan e
Krêş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Perperîk û Xalxalok û Odeyên Lîstikê yên Zarokistanan ku ji aliyê Şaredariya Peyasa Amedê ve tên birêvebirin, ji bo sala nû ya xwendinê ya 2026-2027an deriyên xwe ji zarokan re vedikin.
Serlêdanan duh (4ê Tebaxê) dest pê kirin û dê di 11ê Tebaxê de bi dawî bibin. Pêvajoya tomarkirinê ku ji bo zarokên 3-6 salî hatiye veqetandin, dê heta 11ê Tebaxê berdewam bike.
Li navendên ku perwerdehiya pêşdibistanê ji bo zarokên 3-6 salî tên dayîn, ji bo pêşketina takekesî ya zarokan gelek derfet tên pêşkêşkirin.
Zarok dê beşdarî atolyeyên şano, muzîk, hunerê û gelek şaxên din bibin da ku pêşketina wan a civakî û çandî zêdetir bibe. Her wiha zarok dê li van navendên lênihêrîna rojane di bin çavdêriya perwerdekarên pispor de bin.
Her weha navendên Zarokistanan dê her roj ji saet 08:00ê heta 17:00ê vekirî bin.
Hûrgiliyên serlêdanê
Serlêdan li ser malpera fermî ya Şaredariyê bi awayekî online tên kirin. Hûrgiliyên kotayê ji bo Krêş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Perperike û Xalxalokê 50 kesên esasî û 50 kes jî yedek in. Ji bo Odeyên Lîstikê yên Zarokistanan jî 100 kesên esasî û 100 kes jî yedek in.
11ê Tebaxê roja dawîn e!
Serlêdan duh (4ê Tebaxê) dest pê kirin û dê di 11ê Tebaxê de bi dawî bibin. Dê û bavê zarokan dikarin bi rêya lînkên li jêr serlêdanên zarokên xwe bikin:
Lînka tomarkirinê ya krêş û mala nihêrtinê ya zarokistana Perperike û Xalxalokê
Lînka tomarkirinê ya odeyên lîstikê yên zarokistanan
(AY)