Xelatgira Nobelê Jody Williamsê nameyek ji Ocalan re şand: Nêrîna we, ji bo pêkanîna guhertineke civakî xwedî roleke pir girîng e
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williamsê ku yek ji piştevanên demdirêj ên kampanya navneteweyî ya “Azadî ji Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re” ye, nameyek ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re şand.
Jody Williams (9ê Cotmeha 1950an), aktîvîsteke siyasî ya Amerîkî ye û herî zêde bi kampanyaya xwe ya navneteweyî ya ji bo qedexekirina mayînên bejayî tê naskirin. Ew her wiha di nav xebatên parastina mafên mirovan (bi taybetî mafên jinan) û pêşxistina hişmendiyên nû yên ewlehiyê de cih digire. Williams, ji ber xebatên xwe yên di rêya paqijkirin û qedexekirina mayînên bejayî de, di sala 1997an de xelata Nobelê ya Aşitiyê wergirt.
Williamsê di nameyê de ragihand ku ragirtina bi demdirêjî ya Ocalan li girtîgehê pirsgirêkên cidî yên mafên mirovan û hiqûqî bi xwe re aniye û destnîşan kir ku salên Abdullah Ocalan li girtîgehê derbas kir nabe ku tenê weke dema girtîmayinê bê nirxandin û got, "Ev rewş di çarçoveya hiqûqa navneteweyî, rûmeta mirovan û edaletê ve li ser mafên ku divê her kes xwediyê wan be pirsên hîn girantir bi xwe re aniye."
Jody William diyar kir ku cezayê girtîgehê yê demdirêj bandoreke giran li her kesî dike û anî ziman ku Ocalan di nava van hemû salan de berxwedêrî û biryardariya xwe parastiye.
Jody Williams bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi rengekî eşkere diyar kiriye ku mafê her kesî heye, ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê û demdirêj lê hatiye birîn xwedî ‘mafê hêviyê’ be, yanî xwedî şensê berdanê û jinûve nirxandina ceza ya bi rengekî bi wate be.
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê bang kir ku mercên pêwîst ji bo Abdullah Ocalan bêne afirandin ku karibe tevkariyeke çêker li hewldanên aştiyê yên heyî û paşerojê bike ku armanc jê avakirina civakên demokratîk e.
Jody Williams got, hêza sîstema edaletê ne tenê bi rêya cezakirinê, di heman demê de bi dilsoziya bi rêgezên edalet, mirovî û hevsengiyê tê pîvandin û destnîşan kir ku fikrên Abdullah ocalan yên li ser demokrasî, jiyana bi hev re, azadiya jinê û çareseriyên aştiyane ji bo gelek mirovan bû hêvî.
Metna nameyê bi vî rengî ye:
“Birêz Ocalan,
Ez bi hestên xwe yên piştevaniyê û bi têgihiştina ku rewşa hûn niha tê de ne fikarên hiqûqî û mafên mirovan ên cidî bi xwe re tîne, ji we re dinirxînim. Salên dûr û dirêj ên ku we li girtîgehê derbas kirin, ne tenê ji aliyê dema ragirtinê ve, her wiha di çarçoveya hiqûqa navneteweyî, rûmeta mirovî û edaletê ve, di mijara mafên mirovan a ku her kes divê xwediyê wê be pirsên kûr bi xwe re tîne.
Cezayê girtîgehê yê demdirêj bandoreke giran li her kesî dike. Lê belê ewqas salan we li ber xwe dan û biryardariya xwe bi dewamî nîşan dan. Ev berxwedêrî nîşaneya rûmet û baweriyeke xurt e.
Doza we divê di çarçoveya rêgezên mafên mirovan ên bingehîn ve bê nirxandin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi rengekî eşkere diyar kiriye ku mafê her kesî heye, ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê û demdirêj lê hatiye birîn xwedî ‘mafê hêviyê’ be, yanî xwedî şensê berdanê û jinûve nirxandina ceza ya bi rengekî bi wate be. Edalet divê mirovî bimîne û girtîgeh deriyê xwe ti carî li vegera rojekê ya li civakê bi temamî negire.
Her wiha bawer dikim ku tecrûbeya we, nêrîna we û lîderiya we -hem ji bo niha hem jî paşerojê- di pêşvebirina guherîna civakî ya bi wate de xwedî roleke girîng e. Di şer û parçebûnê de diyalog her tim şert e. Divê ew şert û merc bêne afirandin ku hûn karibin tevkariyeke çêker li hewldanên aştiyê yên heyî û paşerojê bikin ku armanc avakirina civakên demokratîk e.
Hêvîdar im ev rêgez wê di doza we de cidî bê dîtin. Sîstema edaletê hêza xwe tenê bi rêya cezakirinê, di heman demê de bi demê re bi edalet, mirovî û hevsengiyê ispat dike. Fikrên we yên li ser demokrasiyê, jiyana bi hev re, azadiya jinê û çareseriya aştiyane hêvî da û gelek mirov bêhtir teşwîq kir ku beşdarî nava jiyana cemaweriyê bibe. Rewşa we li derveyî dîwarên girtîgehê deng vedide û girîngiya serweriya hiqûqê û mafên mirovan bi bîra mirovan dixe.
Par nêzî 90 zanyarên ku Xelata Nobelê wergirtine, ji bo piştgiriyê bide hewldanên we yên ji bo aştiyê û daxwaza bicihanîna ‘mafê hêviyê’ ji bo rewşa we bike, name ji saziyên Ewropayê re nivîsandin. Hêvîdar im paşeroja we, wê bi edalet, rûmet û firsendên nûbûyî ava bibe.
Li gel hurmeta xwe,
Jody Williams
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê”
(AY)