Li gorî daxuyaniya UNESCOyê ji sala 2023an ve, wate ji destpêka şerê li Sûdanê heta niha, Sendîkaya Rojnamegerên Sûdanê kuştina 32 rojnamegeran, 556 binpêkirinên mafan ên li dijî xebatkarên medyayê û girtina gelek rojname û radyoyên li wî welatî belge kirine. Her weha UNESCOyê destnîşan kir ku Sûdan êdî di cîhanê de bûye yek ji welatên herî xeternak ji bo karê rojnamegeriyê.
“Fîdakariyeke dilsozane"
Dîrektorê Giştî yê UNESCOyê Khaled El-Enany, di peyama xwe ya pîrozkirinê de ya li ser Xê wiha nivîsand:
Endamên Sendîkaya Rojnamegerên Sûdanê wêrekiyeke mezin û fîdakariyeke dilsozane nîşan dane. Tevî hemû zehmetiyan, her roj di wan kêliyên ku herî zêde pêdivî pê heye de, ji bo civaka xwe agahiyên rast û jiyanî radigihînin. Ev girêdayîbûna wan ji bo me hemûyan mînakeke bihêz e; ji bo heqîqet, berpirsiyarî û aştiyê xizmeteke gelekî girîng e.
“Rêzgirtina ji bo parêzvanên azadiya çapemeniyê ye"
Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Sûdanê Abdelmoniem Abu Idries Ali jî anî ziman ku ev xelat "rêzgirtinek e ji bo hemû rojnamegerên Sûdanî yên ku parastina azadiya çapemeniyê didomînin."
"Ev xelat ne tenê naskirina Sendîkaya Rojnamegerên Sûdanê ye; di heman demê de rêzgirtinek e ji bo hemû rojnamegerên Sûdanî yên ku di bin mercên gelekî dijwar û xeternak de parastina heqîqetê û azadiya çapemeniyê didomînin. Ev xelat careke din nîşan dide ku rojnamegeriya serbixwe ji bo parastina nirxên demokratîk û gihandina dengê sivîlên ku ji şer bandor bûne, xwedî roleke jiyanî ye."
Xwediyê xelatê ji aliyê jûriyeke navneteweyî û serbixwe ve ku ji pisporên medyayê pêk tê hat diyarkirin û beriya 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hat ragihandin.
Xelat dê di çarçoveya çalakiyên Konferansa Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê ya UNESCOyê de were dayîn. Ev konferans dê bi dirûşma 'Avakirina Pêşerojeke di Nav Aştiyê de' di navbera 4-6ê Gulanê de, bi mazûvaniya Zambiyayê li paytext Lusakayê were lidarxistin.
Paşxane
Şerê ku li Sûdanê berdewam dike, xebatên agahîgirtinê bi piranî rawestandin û rewşa medyaya welat hîn xirabtir kir. Gelek delîl nîşan didin ku rojnameger bi gefên tundkarîyê û girtinê re rû bi rû ne. Ji sedî 90ê binesaziya medyaya welat bi temamî hatiye rûxandin. Ji ber tundkariya li ser kolanan, rojnameger di mal an jî cihên karên xwe de asê mane. Her wiha ji ber qutbûna înternet û peywendiyan (telekomunîkasyon), karê wan ê rojnamegeriyê hîn bêtir hatiye astengkirin.
Ev mercên giran, Sûdanê vediguherînin 'herêmeke bêdeng' ku tê de beşeke mezin a gel di nav valahiyekê de ye û ji agahiyan bêpar hatine hîştin. Di vê rewşê de nûçeyên nerast, dezenformasyon û propagandaya şer belav dibin; ev yek jî kîn û dubendiyê hîn zêdetir geş dike.
Ji bo rojnamegeran herêmên bi ewle
Ji destpêka şer ve UNESCO li gel rojnamegerên Sûdanî cih girt. Ji bo parastina azadiya çapemeniyê û dîtina krîza mirovî ya li Sûdanê, UNESCOyê alîkarî da ku Foruma Medyaya Sûdanê were avakirin ku zêdetirî 20 saziyên medyayê di bin banê xwe de kom dike. Bi lêkolîneke hevbeş a ligel saziya MiCTê, pêdiviyên rojnamegeran hatin diyarkirin û li Port Sûdanê du qadên ewle hatin avakirin. Heta niha rasterast piştgirî dane 49 rojnamegeran; alîkariya wan hatiye kirin ku derbasî herêmên ewletir bibin û piştgiriya derûnî pêşkêşî wan hatiye kirin.
Li her derê azadiya çapemeniyê kêm dibe
Rewşa li Sûdanê ne îstîsna ye. Li tevahiya cîhanê êrîşên li ser rojnamegeran û rojnamegeriyê zêde dibin. Rapora dawî ya UNESCOyê ya li ser meylên gerdûnî nîşan dide ku ji sala 2012an û vir ve di asta azadiya derbirînê de li seranserê cîhanê ji sedî 10 paşketin çêbûye. Paşketineke wiha, berê tenê di serdemên Şerê Cîhanê yê Yekem, beriya Şerê Cîhanê yê Duyem û di dema Şerê Sar ê dawiya salên 1970’yî de hatibû dîtin.
Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya UNESCO/Guillermo Cano
Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya UNESCO/Guillermo Cano ku di sala 1997an de hatiye avakirin; her sal ji bo rûmetdarkirina kes, sazî an jî dezgehên ku li her derê cîhanê ji bo parastin ango pêşxistina azadiya çapemeniyê kedeke awarte dane û bi taybetî jî dema ku ev ked di nava xetereyan de û bi wêrekiyê hatiye nîşandan, tê dayîn.
Ev xelat, di nava pergala Neteweyên Yekbûyî de yekane xelata ku ji bo rojnamegeran tê dayîn e. Ev xelat bi navê rojnamegerê Kolombiyayî Guillermo Cano Isaza tê dayîn ku ew di 17’ê Kanûna 1986’an de li paytext Bogota ya Kolombiyayê, li ber avahiya rojnameya El Espectadorê rastî sûîqestê hatibû. Xelat ji aliyê Weqfa Guillermo Cano Isaza (Kolombiya), Yekîtiya Medyaya Namibyayê, Weqfa Demokrasî û Medyayê (Hollanda) û Weqfa Thomson Reutersê ve tê fînansekirin.
(AEK/AY)
