Weşanxaneya Lîsê sê romanên Îhsan Colemêrgirî çap kirine. Her sê roman behsa sê serdemên dîrokî, yên dîroka kurdan dikin.
Pirtûka yekem li ser “Kelata Dimdimê” ye ku di dîroka kurdan de cihekî wê yê girîng heye. Navê pirtûkê “Kerbelaya Kurdan Kelata Dimdimê” ye. Colemêrgiyî bûyera “Kelata Dimdimê” şibandiye bûyera Kerbelayê ku li gorî çavkaniyên dîrokî, di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 680yî de pêk hatiye.
Di vê bûyerê de hêzeke biçûk a leşkerî ya Huseyin, kurê Xelîfe Eliyî û neviyê Pêxember Muhemedî û artêşa xelîfeyê Emewiyan Yezîdê yekem li bajarê Kerbelayê yê Iraqê şer dikin. Di encamê de Huseyîn û hemû rêhevalên wî tên qetilkirin. Li gorî çavkaniyên dîrokî, qefleya Huseyînî bêav dimîne û artêşa Yezîdî avê nade wan.
Ji ber ku di buyera “Kela Dimdimê” de Xanê Lebzêrîn ango Xanê Çengzêrîn û kurdên di nava kelatê asê dimînin bêav dimînin û artêşa Safewiyan nahêlin av bidestê wan bikeve, Colemêrgiyî di pirtûka xwe de herdu bûyer berawird kirine. Li gorî Colemêrgiyî safewiyên elewî, yên şopdarên Eliyî û kurê wî Huseyniyî ne, ketine şûna Emewiyan û kurd jî di vê bûyerê de, ketine dewsa elewiyên di bûyera Kerbelayê de bûne mexdûr.
Her weha di pirtûkê de nivîskarî behsa têkiliyên di navbera împaratoriya osmaniyan û împaratoriya safewîyan kiriye û polîtîkayên wan ên li ser eşîrên kurdan nirxandiye.
Herdû pirtûkên din jî behsa bûyerên dîrokî dikin
Lîsê digel vê pirtûkê du pirtûkên din ên Îhsan Colemêrgiyî çap kirine.
Yek jê bi navê “Colemêrgê eywan e Sefera Brahîm Xan e”. Di vê pirtûkê de Çolemêrgî xwendeyan li welatê xwe Hekaryan, li çem, gelî û newalan, li deşt û beriyan digerîne.
Mijara bûyerê, di sedsala 17an de destpê dike û heta sedsala 18an dewam dike. Di vê pirtûkê de rewşa herêmê ya çandî û siyasî, êrîşa li ser Bahdînanê, Komkujiya Çeliyan, Sefera Birahîm Xan ya li ser Îranê û hin bûyerên din hatine vegotin.
Pirtûka dawî ya Colemêrgî jî li ser çîroka “Dêra Extermanê” ye ku navê pirtûkê “Dêra Extermanê evin û berxwedan e.”
Îhsan Colemêrgiyî di vê pirtûkê de jî bi rêya çîroka evîna Eliyê Qaloxa û keça ermen Meryemayê behsa rewşa siyasî, çandî û civakî ya wê serdemê kiriye.
Derbarê Îhsan Colemêrgiyî de
Di sala 1944an de li navenda Colemêrgê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li bajarê Colemêrgê xwendine. 1965an de li Amedê xwendingeha dersdariyê qedandiye. Piştî 8 salan dersdariya fermî; ji ber bîr û bawerîyên wî yên sîyasî ew koçberî bajarê Uşakê kirine. Di heman salê de dest ji karê fermî berdaye û vegerîyaye Colemêrgê. Di nav hin partî û komeleyên kurdan de cih girtiye. Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê çend caran ew desteser kirine, 4 mehan di girtigeha Amedê de maye. 4 salan jî kaçax maye. Ji salên 1990î ve bi giranî li ser wêje, dîrok û çanda kurdî dixebite. Berhema wî ya yekemîn Cembelî, di sala 1995an de ji alîyê weşanxaneya APECê ve li Swedê û paşê jî du caran li Stenbolê ji alîyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin. Di sala 2006an de pirtûkên wî yên bi navê Sûretên Hekaryan (Hakkari Suretleri) û Di Şaristanîya Mezopotamyayê De Hekaryan (Mezopotamya Uygarlığında Hakkari) ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hatine çapkirin. Niha jî romana Mîrê Hekaryan Zeynel Begê, Dîrok û Şaristanîya Ûrartûyîyan tên çapkirin. Dîroka Siltan Selahedîn Eyûbî ji bo çapê amade ye, bi navê Serpêhatîya Momê û Xemrevîn û Xewrevîn du pirtûkên helbestan nivîsîne. Bi dehan gotarên wî di rojname û kovaran de hatine weşandin. (FD)