Weşanxaneya Avestayê romana Bextiyar Elîyî ya bi Soraniyê, bi Kurmancîyê weşand. Romana bi navê “Hinara Dawî ya Dinyayê” Besam Mistefayî kiriye Kurmancî.
Di hevpeyvînekê de ji bo Kovara Zinarî Bextiyar Elîyî li ser romana xwe gotiye:
“Min peymana xwe bi wê darê re mohr kir û min çuqliyekî piçûk ji bo
bîranînê jê kir û min ew şemirand. Her kesek ji we rojekê ji rojan
riya we ket bin wê darê de peymana xwe mohr bikin û çuqliyekî piçûk ji bo bîranînê jê bikin û wê bişemirînin. Divê însan careke din xwe bi awayekî din bi jiyanê bide naskirin. Di wê kêlîkê de ku min xwe bi hinara dawî ya dinyayê dida nasîn, min hest kir ez êdî dest bi jiyaneke nû dikim. Min hest kir min ew tişt dîtine ku ez ji bo wan
dijîm, min ew armanc dîtiye ku divê ez bidim pey…”
Ji romanê...
“Eger ez bimirim û bihêlin ez kitêbeke tenê bi xwe re bibim wê
dinyayê, ji nav hemû kitêb û berhemên xwe, ez ê ‘Hinara Dawî ya Dinyayê’ bi xwe re bibim!
Bextiyar Elî kî ye?
Romannivîs, helbestvan û ronakbîrekî kurd û yek ji damezrênerên kovara Rehend e. Yekemîn romana wî bi navê Mergî Taqaney Duwem (Mirina Tekaneyê Duyem), di sala 1997an de li Swêdê hat weşandin.
Bextiyar Elî, li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê di sala 1960an de ji dayik bûye. Li Silêmaniyê xwendina seretayî li dibistana Şêx Selam qedandiye, dû re li dibistana navendî ya Ezmir xwendiye, qonaxa amadeyî jî li dibistana amadeyî ya Helkewt xilas kiriye. Li zanîngeha Silêmaniyê û pişt re Hewlêrê, di fakulteya zanistî ya zanîngeha Selahedîn di beşê zevînasî Jeolojî de xwendekar bû, lê xwendina xwe ya zanîngehê xilas nekir.
Di sala 1983an de, di xwepêşandanên zanîngehê de birîndar dibe, dev ji zanîngehê berdide û ji wê salê bi şûn de bi tevahî xwe ji bo karê edebiyatê terxan dike. Kevintirîn berhema wî ya belavkirî ku di sala 1983an de nivîsandiye helbesta Niştiman e ku piştî 9 salan di dîwana Guneh û Karneval de tê çapkirin. Di rojên destpêka serhildana 1991an de, bi çend nivîskarên din re hejmareke kovara Azadî ku pênc hejmar jê derdikevin, belav dike. Di sala 1992an de yekemîn dîwana xwe bi awayekî sade û seretayî û bi tîrajeke kêm çap dike. Di navbera salên 1992-1994an de, hejmareke zêde ya panel û semîneran li Hewlêr û Silêmaniyê pêşkêş dike.
Di salên 80yan de, Bextiyar Elî hejmareke helbestên dirêj dinivîse, weke “bajar”, “guneh”, “karneval” û çend helbestên din. Destnivîsa yekem a romana Mirina Tekane ya Duyem jî vedigere wê heyamê. Di payiza sala 1989an de, gotara xwe ya yekem di rojnameya paşkoya Iraqê de belav dike.
Piştî derketina şerê navxwe di Îlona 1994an de, ji Kurdistanê bar dike û berê xwe dide Sûriyê, piştî neh mehan ji jiyana li Şamê diçe Almanyayê û heya sala 1999an li bajarê Frankfurtê bicî dibe. Di sala 1998an de romana Êvara Perwaneyê dinivîse. Ji sala 1999an ve li bajarê Kölnê rûdine.
Şêrzad Hesen, çîroknivîsê kurd yê navdar li ser Bextiyar Elî dibêje: “Heq e Bextiyar Elî xelata Nobel ya edebiyatê werbigire, lê bextreşiya wî ew e ku kurd e. Di nav kurdan de dijminên mirovên xwedî şiyan û talênt ji dostên wî zêdetir e.”
Berhemên wî:
- Guneh û Karneval (Helbest, 1992)
- Mirina Tekanê Duyem (Roman, 1997)
- Êvara Perwaneyê (Roman, 1998)
- Tevahiya Berhemên Helbestan 1983-1998
- Dawîtirîn Hinara Dinyayê (Roman, 2002)
- Bohemî û Stêrk (Helbest)
- Karkirin di Daristanên Firdewsê de (Helbest)
- Bersiv di serdema windabûna pirsiyarê de (13 hevpeyvîn bi Bextiyar Elî re)
- Îman û şervanên wê-hizra fîlozofî û derketinên wê yên nû di çanda kurdî de
- Xwênerê kujer (Gotar)
- Bajarê Muzîkvanên Spî (Roman, 2006)
- Heya şîniya gulan... heya xwîna firîşteyan (Tvahiya berhemên helbestan 1983-2004)
- Xezelnivîs û Baxên Xeyal (Roman, 2008)
- Koşka Balindeyên Xemgîn (Roman, 2009)
- Apê min Cemşîd Xan ku herdem bayê ew bi xwe re dibir (Roman, 2010)
(MB)
Çavkanî: avestakitap.com