Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nivîskar Vedat Turkalî tê oxirkirin.
Cenazeyê Turkalî ji Mizgefta Telvikiyeyê hat hilanîn û ber bi Goristana Teşvikiyeyê dibin. Cenazeyê wî bi meşek tê oxirkirin. Girseya tevli merasîbûnê diruşmên "Bijî biratiya gelan" û "Demildest aşitî" berz dikin.
Polêsan li ber Cevahir AVMê beriya girseya ku cenazeyê oxir dikin birî û hewlda ku meşê asteng bike. Polêsan piştre bi bombeyên gazê, ava şîd û guleyên plastîk êrişî gireseyê kirin. Lêbelê girse guh ne da êrişa polêsan û meş berdewam kir.
Cenazeyê Vedat Turkalî piştî merasîmê wê li Goristana Zincirlikuyuyê li cem mexberê hevsera wî Merih Pirhasan ku di 2013an de wefat kiribû, were definkirin.
Vedat Turkalî di 29ê Tebaxê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Yalovayê wefat kiribû. Cenazeyê Turkalî piştî merasîma ku li Yalovayê hat lidarxistin, şandin Stenbolê. Di wê merasîmê de li ser navê heval û dildarên wî Cemal Turan axavtinek kir. Her wiha Wekîlê CHPê ya Yalovayê Muharrem Înce û nivîskar Hasan Kiyafet jî di merasîmê de axavtin kirin.
Îro jî ji xeynî malbat û dildarên wî Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, parlementerên HDPê Ertugrul Kurkçu, Pervin Buldan, Garo Paylan û Sirri Sureyya Onder, wekîlên CHPê Gursel Tekin û Sezgin Tanrikulu, parêzer Eşber Yagmurdereli, hunermend Ferhat Tunç beşdarê merasîma li Teşvikiyeyê bûn.
Vedat Turkalî kî ye? |
Navê wî yê rastî Abdülkadir (Demirkan) Pirhasan e. Di 13ê Gulana 1919an de li Samsunê hatiye dinê. Di sala 1942ê de li Zanîngeha Stenbolê Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî xwendiye. Di heman salê de bi Merih Pirsanê re zewicîye. Di sala 1951ê de ji ber ''çalakiyeka siyasi'' hat gırtın. Heft salan dı gırtigehê de ma. Yek ji endamên TKPê ( Partıya Komonîstan a Tirkiyeyê) bû. Wî di sala 1960ê de li gel Rifat Ilgaz Weşanxaneya Garê ava kir. Di sala 2002an de ji DEHAPê bû namzetê parlementeriyê û bi vî awayî rasterast di nav siyasetê de cih girt. Vedat Tûrkalî di sala 1974ê de ji pêşbirka romannivîsîyê ya Weşanxaneya Milliyetê xelata yekemiyê stand. Di sala 1976ê de Xelata Romannivîsîyê ya Orhan Kemalî stand. Di sala 2016ê de xelata Beyaz Martiyê ya edebiyatê stand. Berhemên wî: Bir Gün Tek Başına (roman, 1974), Eski Şiirler, Yeni Türküler (helbest, 1979), Üç Film Birden (senaryo, 1979), Mavi Karanlık (roman, 1983), Başlıca Eserleri: Eski Filmler (senaryo, 1984), Bu Gemi Nereye (serpêhatî, 1985), Dallar Yeşil Olmalı (lîstik, 1985), Tek Kişilik Ölüm (roman, 1989), Özgürlük İçin Kürt Yazıları (nivîs, 1996), Güven (roman, 1999), Komünist (serpêhatî, 2001), Yeşilçam Dedikleri Türkiye (roman, 2001), Bu Ölü Kalkacak (lîstik, 2002), Dallar Yeşil Olmalı (lîstik, 2002), Kayıp Romanlar (roman, 2004), Yalancı Tanıklar Kahvesi (roman, 2009), Bitti Bitti Bitmedi (roman, 2014). |
(EA/YO)