Xêz: Tarik Tolûnay
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
5emîn civîna doza Rojnameya Cûmhûriyetê wê bi rê ve çû ku 5 jê girtî 20 gumanbar tên dadgehkirin.
Ji bo ku dozê bişopînin gelek kes hatin adliyeyê. Filiz Kerestecîoglû û Garo Paylan Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Sezgîn Tanrikûlû û Mahmût Tanal Parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê, Rojnamegerên Sînornenas, DİSK Basin İş, Komeleya Rojnamegerên Tirkiyeyê û nûnerên Balyozxaneya Ingîltereyê dozê dişopînin.
Înan Kizilkaya ku di doza rojnameya Ozgur Gundemê de hatibû girtin û serbest mabû û Tûnca Ogreten ku derbarê maîlên Wezîrê Enerjiyê Eneriyê yên ji hêla komeke hacker ve hatibûn belavkirin nûçe çêkiribû û hatibû girtin lê paşê hatibû berdan jî civîna 5emîn dişopînin.
Ahmet Şikî daxwaza berdewamiya dadgehkirinê kir
Di civînê de piştî ku Dogan Satilmiş weke şahid îfadeya xwe da, Serokê dadgehê Dagî diyar kir ku “wê saet di navbera 14.00-14.30 deqîqeyan de Leyla Tavşanoglû û Mehmet Faraç şahidiyê bikin. Paşê wê dozgerî nêrîna xwe bîne ziman û heta saet 14.00ê navberê didin civînê.”
Li ser daxwaza Ahmet Şikî ku xwest îfadeya xwe bide û civîn berdewam bike, civînê berdewam kir.
Ahmet Şikî di îfadeya xwe de got ku; “Desthilatdariyek heye ku pişta xwe li şûna bide piranîparêziyê daye ekseriyetê û kesên ne nêzîkî wê bin bi şêweyên curbecur weke terorîst dinirxîne. Darazek heye ku di bin kontrola desthilatdariyê de ye û van nirxandinên terorîstiyê bi şêweyên ku aqil qebûl nake dike sûcdarî.”
Gumanbar derxistin ji derve
Serokê Dadgehê Dagî mudaxele li axavtina Ahmet Şikî kir û got ku “ev ne parastin e, ev ne dozeke siyasî ye. Ez ê destûrê nedim parastineke bi vî awayî.”
Ahmet Şikî li hemberî vê nirxandina dadwerî derker û dadwerî ew ji salonê derxist. Dema ku Ahmet Şik ji salona dadgehê hat derxistin kesên li salonê slogana “Ahmet wê derkeve dîsa binivîse” berz kirin. Heyeta dadgehê jî salon terk kir.
Di civîna 4emîn a di 31ê Çirina Pêşiyê de Abdûrrahman Orkûn Dag Serokê Dadgehê gotibû wan biryar girtiye ku 5 gumanbar girtî bimînin, endamê heyetê dadwer Halît Îçdemîr li hemberî berdewamiya girtîtiya Ahmet Şik, Mûrat Sabûncû û Akin Atalayî derketibû.
Dadgehê her wiha biryar girtibû ku Mehmet Faraç, Leyla Tavşanoglû û Dogan Satmişî bi darê zorê bînin civîna 5emîn.
Serokê heyeta dadgehê. Şik wê îro neyê salonê
Piştî navberê dadgehkirin careke din berdewam kir û Serokê heyeta dadgehê Dag axivî:
“Dema em li xala 203-204 a Yasaya Darazî ya Cezayan (CMK) binêrin, ne mumkin e destûr ji bo parastina gumanbarekî bê dayin ku bi her tiştê xwe ji derveyî parastinê be. Hemû kes dizanin ku Ahmet Şik mêrekî protest e, em jî dizanin. Ne rast e ku ew û hevalên xwe vê derê bikin meydana ku slogan lê tên berzkirin.
“Li gorî xala 203-204ê ya CMKyê Ahmet Şikî bi awayekî aşkere nîzama dadgehkirinê xira kir. Qet şika me nîne ku wê wiha berdewam bike. Ahmet Şik wê ji niha û pê de neyê salona vê dadgehkirinê.”
Li ser li hemberderketina Fîkret Îlkîz parêzerê Ahmet Şikî jî dadgehê biryara xwe neguherand û nehişt Ahmet Şik beşdarî dadgehkirinê bibe.
Daxwaza guhertina dadwerî hat kirin
Bahrî Belen Parêzerê Şikî piştî vê biryara dadgehê daxwaz kir ku heyet dest ji rêveberina dadgehê berde, heke ku vê biryarê nedin ew ê daxwaza guhertina heyetê bikin.
Dozgerî daxwaz kir ku gumanbar girtî bimînin
Dozgerî daxwaz kir ku li bende girtina Can Dundar û Îlhan Tanirî bimînin û rojnameger neyên tehliyekirin.
Biryara demkî: Rojnameger wê girtî bimînin
Dadgehê di biryara xwe ya demkî de diyar kir ku wê rojnameger girtî bimînin. Dosya ji bo 20emîn Dadgeha Cezayê Giran hat şandin. Her wiha wê li bende girtina Can Dundar û Îlhan Tanirî bimînin. Ji bo sê parêzereran biryara qedexeya şopandina dozê hat standin. Civîna dadgehê wê di 9ê Adarê ya 2018yê saet 10.00ê sibê li Kampusa Saziyên Girtîgeha Sîlîvriyê çêbibe.
Çi bûbû?
Îdianame 156 rojan piştî ku rêveberên rojnameya Cûmhûriyetê di 5ê Çiriya Paşiyê ya 2016yê de hatin girtin, 4ê Nîsana 2017yê hat amadekirin.
Ahmet Şik 31ê Kanûna Pêşiyê û Emre Îper 19yê Nîsanê hatin girtin.
Dadgehkirin 24ê Tîrmeha 2017yê dest pê kir. Îdianame ji bo Îperî 24ê Tîrmehê şandin dadgehê.
Mûrat Înamî lêpirsîn da destpêkirin. Înam her wiha gumanbarê “Doza FETOyê” ye.
Îmzeya Înamî di bin îdianameyê de nîne, lê Mehmet Akîf Ekîncî û Yasemîn Baba Dozgera Komarî îdianame îmze kirin.
Xebatên rojnamegeriyê weke sûc hatine nîşandan di îdianameyê de û 106 nûçe weke delîl, 149 tweet, 17 rojnameger û rêveberên rojnameyan weke şahid cî girtibûn.
Dozgerî dixwaze ku ji ber sûcê “digel ku ne emdamên rêxistinê ne lê alîkarî bi rêxistinê re kirine” bên cezakirin.
Nivîskar û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê bi îdiaya “Digel ku ne endamên rêxistinên PKK/KCK û FETO/PDYyê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin sûcdarkirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Daneşîna pêşiyê ya dozê di 24ê Tîrmehê de li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Daneşîn 5 rojan berdawam kir û dadgeh biryara serbestiya Guray Oz, Musa Kart, Bulent Utku, Hakan Kara, Onder Çelik, Mustafa Kemal Gungor û Turhan Guneyî da. Murat Sabuncu, Akin Atalay, Kadri Gursel, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdu hîn jî girtî ne.
Doza xebatkarê muhasebeya rojnameyê Emre Îper di 10ê Tebaxê de xistin nav doza esasî ya rojnameyê. Daneşîna bê wê di 11yê Îlonê de li Silivriyê birêve biçe. (EA/FD)