Berf dibare her der spî ye, bêvebir dibare lê ji binî ecele nake berf, hêdî hêdî dibare hûr hûr dibare. ‘’Mirov dide erdnîgariya xwe ve’’. Helbestvanê navdar Edîp Cansever dibêje.
Ez bihezaran kîlomitroyan ji welat dûr im. Li bakurê Ewropayê li Swêdê me. Ne tenê li bakurê Ewropa lê belê li bakurê Swêdê jî me. Bajarê ez lê me Hezar kîlomitroya li bakurê Stokholma paytextê Swêdê ye. Li vî bajarî ev benda Edip Cansever hat bîra min.
Li vî welatî tu kes ecele nake ji ber ku berf jî ecele nake. Mirovên vî welatî her tiştekî hêdî hêdî bibehna fireh dikin, lê belê tişta ku dikin jî bi rêk û pêk dikin. Her wiha berf jî hêdî hêdi bi hemdê xwe de dibare kar û barên xwe baş dike. Penç-şeş mehan berf li erdêye her der çîk spîye.
‘’Mirov dide erdnîgariya xwe ve’’.
Ne berf ecele dike ne jî mirov ecele dikin li vî welatê dur û sar. Îşev dîsa berf dibare hêdî hêdî lê ji dil dibare kar û barên xwe baş dike. Çi qas sar e kembaxa Swêdê, min -320C dît. Ji serma çermê laşê mirova diêşe jan dide. Ev panzdeh roj in ez li Swêdê me, dem demê xatirxwastinê ye dem demê vegerê ye. Nîvê şevê ez li trêna Stokholmê siwar bûm, îşev her der sar e, ez dicemidim, min sar e, dil sar e, tu dicemidî le belê hêvî germ in, -320C jî nikare hêvîyên me bişkîne.
Trên hêdî hêdî ber bi Stokholmê ve diçe berf hêdî hêdî dibare piştî çend seatan em digihin Gavlêyê. Dilê min germ dibe rûyê min ken dibe, ji ber ku ez dizanim Ciwan li vî bajarî dijî, min di dilê xwe de silavek da Ciwan û em derbas bîn. Seat 7ê beyanî ye ez birçîbîme di tûrikê min de sêvek, mûzek û çend kek hene ji bo xwarinê. Min ne xwest ez tu kesî reht bikim di trênê de bi qurpe qurpe xwarina sêvê, ji ber vê yekê min mûza xwe xwar.
Rêwîtîya sêvekê
Seat 9ê beyanî ez giham Stokholmê , piştî çend seatan ezê li teyarê siwarbibim û vegerim Stenbolê. Li Arlandayê min kekên xwe jî xwarin, sêv jî ma di tûrikî de û bi min re hat heta Stenbolê . Li Stenbolê hevalê min yê hêja Mizafer ku ev bist salên hevaltîya me wek roja ewilî germ û ji-dil e, ez pêşwazî kirim û birim malê, ji me re şîvek xweş çêkir, min jî ji kula dilê xwe re xwar, min têr xwar.
Sêva min ya ku ev çarhezar û pênsed kîlomitroya bi min re ye hê di tûrikê min de disekine. Min jî xwest ez vê sêvê bi kek Mizafer re parve bikim, min gotê gelo em vê sêvê bi hev re bixwin, ev sêv sêva bakurê Swêdê ye. Mizafer gote, em ê nexwin, wî xwest vê sêvê bide birazîya xwe da ku bi sêvê şa bibe.
Hevaletîya min û sêvê ya ku ev 24 seat in em bi hevre dawî bu. Min sêv da Mizafer û ez vegerîyam Diyarbekir.
Pîştî du hefteyan Mizafer wêneyek ji min re birêkir, wêneyê sêvek bi mixekan xemilî. Ev sêva me ya ji bakurê Swêdê bibû sêvek mixêkrêj bi dest û keda kek Mizafer.
Mizafer emrê sêvê dirêj kir, bîrnanîyek li hevaltîya me zêde kir. Kerem bikim hûn jî silavekê bidin sêva me, bibin şêrîkê çîroka me…
(HB/MB)