Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya bi navê “Valeyntayna Kurdî” ya 14ê Sibatê, Roja Evîndaran wê îsal bi awayekî online pêk were.
Ji ber şewba Covid-19ê bername wê li ser înternetê û li Amed û Swedê, di heman demê de li dar bikeve.
Hunermend Seywan Saedianî bername bi hevkariya Mordem Sanata Amedê û Şaredariya Östhammars a Swêdê amade kiriye û wê ew bernameyê bi rê ve bibe.
Bixwîne - Evîna ku ji bo sed salan mora xwe li sêvekê dide: Sêva Mêxekrêj
Di bernameyê de kesên beşdar wê sêveke sor bi toximê hişkirî yê qerenfîlan bixemilînin ku ev sêv zêdetirî sed salan weke xwe dimîne.
Bername wê roja 14ê Sibatê ya 2021ê roja yekşemê li gorî saeta Stockholmê di navbera di navbera 15.00 û 18.00ê de pêk were. Kesên ku bixwazin beşdarî bernameyê bibin divê 200 gram mêxek ango qurnefîla hişk û sêveke sor li ba xwe amade bikin.
Her weha bername wê li ser hesabên medyaya civakî yên her du saziyan bi awayekî zindî were weşandin.
Sêva Mîxekrêj
Ev sêv kevneşopiyeke kevin ya Kurdan e. Dema sêvek bê mîxekrêjkirin, zêdetir ji sed salan dimîne û tu car bêhna xweș jê naçe.
Her weha nîşaneya evîndarî û aştiyê ye di navbera evîndar an jî dost û hevalan de.
Di demên berê de, di çanda kurdan de ji bo du tiştan sêv hatiye mîxkirin. Keçên ku nikarîbûn evîna xwe bînin ziman, mîx li sêvan diçikandin û ji evîndarên xwe re dişandin.
Her weha, du dost an jî evîndarên ku ji hev dixeyidîn, sêveke mîxekrêj ji hev re dişandin û daxwaza aştiyê dikirin.
Seywan Saedian nêzî bîst sal in ji bo vê sevê bide nasandin û cîhanîkirin dixebite.
Her sal ev bername li salonan û bi beşdariya bi dehan kesan pêk dihat. Lê îsal ji ber şewba koronayê wê bername bi formateke cida pêk were. 14ê Sibatê Roja Evîndaran her kes li cihê ku lê ye dikare mîxan li sêva xwe biçikîne û diyarî bide evîndarê/a xwe û bi vî awayî bike ku evîna wan zêdetirî sed salan zindî bimîne. (FD)