Şandeya Îmraliyê dê bi Numan Kurtulmuş û Efkan Ala re bicive
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) dê bi Numan Kurtulmuş û Efkan Ala re bicive. Tê çaverêkirin ku têkildarî pêvajoyê di nava hefteyê de geşedanên girîng rû bidin.
Her weha li gorî nûçeya Ajansa Welat kabîneya Serokkomariyê dê îro bi serokatiya Serokkomar Tayîp Erdogan bicive û yek ji rojeva kabîneyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyê be.
Li gorî agahiyên ji rayedarên DEM Partiyê hatin wergirtin; Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji dê roja Çarşemê bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û Wekîlê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala re hevdîtinê pêk bîne.
Rojeva sereke ya van hevdîtinan jî pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ye û dê nîqaş û gotûbêj li serê bê kirin. Rayedarên DEM Partiyê diyar kirin ku divê qanûna çarçoveyî di nava endamên rêxistinê de neyê kategorîzekirin û weke ku di hevdîtina 24ê Gulanê de bi Abdullah Ocalan re hatiye muzakerêkirin bê rojevê.
Şandeyê 50 roj in bi Ocalan re hevdîtin nekiriye
Li aliyê din jî yek ji rojeva sereke ya pêvajoyê jî çûna Heyetê ya ji bo Girava Îmraliyê ye û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ye.
Heyeta DEM Partiyê herî dawî di 24ê Gulanê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û ji wê rojê ve tu hevdîtin pêk nehatin.
Piştî geşedanên vê hefteyê tê payîn ku piştî pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji aliyê kabîneya Serokkomariyê ve hat nîqaşkirin ji partiyên siyasî re bê şandin û piştre jî Heyeta DEM Partiyê biçe Girava Îmraliyê û nêrîn û pêşniyarên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan werbigire û bi raya giştî re parve bike.
(AY)