Salvegera şewitandina çekan a endamên PKKê: Divê dewlet gavên pêwist biavêje
Di ser merasîma şewitandina çekan re ku PKKê di 11ê Tîrmeha 2025an de li bejahiya navçeya Dukanê ya Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê ya Îraqê li Şikefta Caseneyê ya dîrokî li dar xistibû, salek derbas bû.
Ji bo salvegera çek şewitandinê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayîkên Aştiyê, Platforma Saziyên Demokratîk û Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan daxuyanî dan.
Hatîmogullari: Divê qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari derbarê geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li navenda giştî ya partiyê xwe daxuyanî da.
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew dê derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de weke Meclisa Partiyê 2 rojan civînê li dar bixin û wiha axivî:
“Ji bo aştî û demokratîkbûyîn pêk were divê çi were kirin em dê di van civînên xwe de binirxînin. Aştî berpirsyariyeke mezin dixwaze. Merasîma şewitandina çekan ne tiştek ji rêzê bû. Wê rojê em li wir bûn. Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl jî li wir bûn. Wê rojê baweriya me ya aştiyê hê xurttir bû. Em li wir bi hêvî û baweriyeke mezin vegeriyan. Çek di agir de şewitîn. Ew agir banga aştiyê bû. Wê rojê têkoşîna çekdarî veguherî têkoşîna demokratîk. Wê rojê ne tenê çek di heman demê de hincetên li pêş aştiyê asteng bûn jî şewitîn. Pirsgirêka Kurd di çerçoveyeke teng a ewlehiyê de nayê hepskirin. Divê tu dayik negirî û nasname û zimanê tu netewê neyê înkarkirin. Wateya 11ê Tîrmehê ev bû. Divê ev yek baş bê famkirin. Li cihe ku merasîm pêk hat jî pirr girîng bû. Şikefta Casena li şûna ku Şêx Mahmud Berzencî xwe spartibûyê.”
“Endamên rêxistinê ku çekên xwe şewitandin li bendê ne ku di wî deriyê de werin. Ji bo wê jî berpirsyarî ya dewlet, desthilat û Meclisê ye ku qanûnên pêwîst çêbikin. Lê tevî ku salek bi ser şewitandina çekan re derbas bû jî gavên pêwîst nehatin avêtin. Dikarin şert û mercên birêz Ocalan baş bikin, girtiyên siyasî berdin û sepana qeyûman bi dawî bikin. E ne qenciyek e lê pêdiviya pêvajoya aştiyê ye.”
“Di lûtkeyê de jî xuya bû ku şerên nû li pêş me ne. Di pêvajoyeke wisa de xurtkirina çareseriya hûndirîn ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin e. Pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka ‘terorê’ nayê pênasekirin. Ev yek berovajî ruhê pêvajoyê ye. Em binêrin di salekê de kî çi kir, kî çi nekir. Tevgera Kurd li gorî banga birêz Ocalan hemû berpisyariyên xwe bi cih anî. Lê tişta ku dikeve ser milê dewletê, nekir. Şert û mercên birêz Ocalan nehatin başkirin. Girtiyên siyasî nehatin berdan. Sepana qeyûman nehat bidawîkirin. Zimanê qirêj li ser medyayê hê jî tê bikaranîn. Li dijî hemû muxalefetê zext û tundî berdewam dikin.”
“Birêz Ocalan sermuzakerevanê vê pêvajoyê ye. Heke şert û mercên wî neyên başkirin dê pêvajo çawa encam bigire? Sermuzakerevan heke nekaribe li her derê biaxive, fikir û rêmanên xwe ji civakê re parve neke wê çawa pêvajo li pêş bikeve?. Hemû gavên hatine avêtin li ser banga birêz Ocalan hatine avêtin. Birêz Ocalan komareke demokratîk ku hemû netew û bawerî bikaribin bi hev re bijîn pêşniyar dike. Komara demokratîk rûmeta hemû welatiyan e. Di komara demokratîk hemû kes wekhev dijî. Divê qanûna çarçoveyê di vê mehê de derbikeve. Her wiha divê ev qanûn weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin û neyê kategorîzekirin. Divê em vê firsendê taloq nekin û bi hev re derî li şer bigirin û heta dawî deriyê aştî û demokrasiyê vekin.”
“Firsendek mezin li pêşiya Tirkiyeyê heye. Çareserkirina pirsgirêka Kurd dê ji hemû kesên li Tirkiyeyê re aramiyê bîne. Ji ber wê jî divê hemû welatî xwedî li pêvajoyê dervikevin û vê pêvajoyê tenê nedin ser milê gelê Kurd. Divê hemû gel bi hev re xwedî li pêvajoyê derbikeve. Em li vir bang li desthilatê jî dikin; divê qanûna çarçoveyê di vê mehê de bînin rojevê û li gorî pêşniyaran qanûneke ku çareseriyê pêk bîne bê çêkirin.”
Dayikên Aştiyê: Divê dewlet demildest gavan biavêje
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi armanca salvegera yekemîn a merasîma çekşewitandina endamên PKKê li avahiya xwe ya li navçeya Fatîhê daxuyanî da.
Di destpêkê Dayika Aştiyê Sûltan Bozkûrt axivî. Sûltan Bozkûrtê destnîşan kir ku îro ji bo dayikan rojeke taybet e û got:
“Beriya salekî zarokên me çekên xwe şewitandin. Ew roj ji bo pêşerojê rojeke ronahî ye. Me got belkî zarokên me bigihîjin me. Lê ev saleke derbas bû hê tu gav nehatine avêtin. Ji zarokên me re dibêjin ‘terorîst’. Em vê gotine qebûl nakin û şermezar dikin. Êşa dayikan hevpar e. Di ser xwîna leşkeran de polîtîka meşandin. Divê dayikên leşkeran jî bibêjin em şer naxwazin. Banga me ji dewleta Tirkiyeyê re ev e; divê demildest gav biavêje. Em dibêjin zarokên me bi serfirazî çûn û divê bi serfirazî jî vegerin. Tu tiştê din em qebûl nakin. Ji şer re dibêjin na, bila niha aştî pêk were.”
“Gavneavêtin gumanan dixe serê me”
Dayika Aştiyê Guler Bûgday jî axivî û anî ziman ku dayik her dem aştiyê dixwazin û wiha got:
“Lê ev salake tu gav nehatine avêtin. Em ji bona wê gelek xemgîn in. Beriya saleke zarokên me çekên xwe şewitandin. Lê li dijî vê gavê tu gav nehat avêtin. Em bi gavavêtina zarokên xwe serbilind in. Heke Kurd hebin mafê wan û Serokê wan jî hene. Ji bo pêvajo bigihîje armanca xwe divê mafên Kurdan û mafê Serokê wan jî werin dayîn. Ev 50 sal in em dibêjin aştî. Serokê me pêvajoyek da destpêkirin. Em ji Serok û zarokên xwe bawer in. Aştî ji bo hemû gelan pêwistî ye. Gavneavêtina dewletê guman û fikaran me bi re çêdike.”
Jinan li ber Meclisê banga xurtkirina aştiyê kir
Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan, bi boneya salvegera şewitandina çekan a endamên PKKê li ber Deriyê Meclîsê ya Dîkmenê daxuyanî da.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên înîsîyatîfê û rêxistinên jinan tevlî daxuyaniyê bûn.
Jin ji pêşiya Parka Meclîsê heta ber Deriyê Meclîsê ya Dîkmenê ve meşiyan. Li ber deriyê Meclîse ya Dîkmenê kom bûn û li vir daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em ji bo aştiyê israr dikin’ hat rakirin û dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Jin Şer Naxwazin’ û ‘Jin ji bo aştiyê israr dikin’ hatin berzkirin. Daxuyanî bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî û bi Tirkî hate xwendin.
Daxuyaniya Kurmancî ji aliyê endama Înîsiyatîfê Nebahat Çalban ve hate xwendin.
Nebahat Çalbanê bi bîr xist ku ew par jî li ber deriyê Meclîse bûne û daxwaza avakirina komîsyoneke kiribûn û wiha got:
“Lê mixabin, gotineke me jî di rapora dawî de cih negirt, heta behsa wê yekê jî nehat kirin ka jin di nava vî şerî de çi êş û azaran dibînin. Wek ku me hema piştî eşkerebûna raporê jî got, di rapora Komisyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Meclisa Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de ‘navê jinan tune bû’. Ew her pênc daxwazên ku me wê rojê li vir û piştre jî di komîsyonê de anîbûn ziman ev bûn:
* Divê siyaset neyê krîmînalîzekirin û wek sûc neyê nîşandan – yanî rakirina Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê û qanûnên mîna wê, serbestberdana hemû girtiyên siyasî û bi taybetî girtiyên nexweş
* Paşvekişandina hemû qeyûman û betalkirina Biryarnameya Serokkomariyê ya peywendîdar
* Ji bo hemû nasname û pêkhateyan dabînkirina wekheviyeke rasteqîn û giştgir – di vî warî de rakirina astengiyên li ber perwerdehiya bi zimanê dayikê û girtina xizmetên saziyan
* Darizandina zilamên bi unîformayî (tîmên taybet, cerdevan û hwd.) ên ku hêza dewletê digirin pişta xwe û tûndtijiya zayendî dikin, rûbirûbûna bi van sûdan û çareserkirina encamên koçberiya bi zorê
* Vekirina rêya hevdîtina jinan, rojnamevanan û civaka sivîl bi Abdullah Ocalan re ku aliyekî vî pêvajoyê ne daku bi vî rengî jin bikaribin li ser hemû masayên ku aştî lê tê axaftin gotina xwe bejin.”
“Daxwaza me ya vekirina rêya hevdîtinan bi Abdullah Ocalan re bi awayekî zelal, cihgirtina jinan li ser masayên ku aştî lê tê axaftin û çêkirina qanûna vegerê bi çavdêriya mafên jinan, di vê sala dawî de bersiv nedît. Heta di van rojan de ku tê axaftin qanûn wekî çarçoveya pêvajoyê were meclisê, em fêr dibin ku zêdetirî 40 roj in rê nayê dan ku Şandeya Îmraliyê biçe. Çima? Destûr nayê dayîn ku civak çi fêr bibe? Naveroka vê qanûna ku tê gotin dê heta dawiya meha Tîrmehê were derxistin çi ye? Gelo ev qanûn dê bibe qanûneke ku rêya siyaseta demokratîk vedike yan dê bibe qanûneke dîlgirtinê ku pêvajoyê tîne rewşeke ‘êdî qewimî û qediya’?
“Di wê merasîmê de berdevka Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat wiha gotibû ‘Ji niha û pê ve, ji bo ku em têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbaza siyaseta demokratîk û hiqûqê bimeşînin û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk, em di hizûra we de çekên xwe bi vîna xwe ya azad tune dikin. Bêguman ji bo ku ev destpêka dîrokî bi ser bikeve, pêdivî bi reformên hiqûqî yên pir cidî heye.’ Em israr dikin li ser qanûneke ku ne sûcdarên nû diafirîne, lê rêya siyaseta demokratîk vedike; qanûneke ku tê de tu kes ji ber parastina mafên xwe nayê girtin, yên ku ji ber siyaseta xwe di girtîgehê de ne serbest tên berdan, tiştekî bi navê qeyûm tune ye, kurd, jin, LGBTÎ+ û her kes wekhev e, zimanê dayikê maf e, ew kesên ku unîformaya dewletê li xwe dikin û çekan digirin destên xwe nikarin sûcên zayendî li dijî jinan bikin û ser vê nayê girtin, gundê tu kesî wekî herêma ewlehiyê ya taybet nayê ragihandin! Yanî em li ser qanûneke ku ne sûcdarên nû diafirîne lê rêya siyaseta demokratîk vedike israr dikin.”
Platforma Saziyên Demokratîk: Aştî bi destûra bingehîn pêkan dibe
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi boneya salvegera merasîma şewitandina çekan û derbarê çêkirina qanûnên ji bo pêvajoyê de li Qada Şanoyê ya Servekirî ya li Sumerparkê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê daxuyanî da.
Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevşaredar, Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, endamên meclisên şaredaran, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de bi sedan kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên Kurdî û Tirkî pankarta “Ji bo azadî, demokrasî û aştiyê gaveke zagonî biavêje” hate vekirin.
Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Hatîce Yaşar di destpêkê de axivî. Hatîce Yaşarê destnîşan kir û wiha got:
“Şewitandina çekan tê wê wateyê ku em êdî şer naxwazin. Dawiya şer tune ye. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Destê ku Serokatî dirêj kiriye divê li hewayî nemîne. Em xapandinê qebûl nakin û kes nikare me bixapîne. Heke bi Serokê me kiribûna niha rewşa Tirkiyeyê cudatir bû. Ji roja ku geriyalan çek şewitandine heta niha tu gav neavêtin. Gotin dê gerîla siyasete bikin lê rê li ber wê venekirin, girtiyên nexweş bernedan. Kes nikare Serokê me bixapîne. Em jî şagirtinê wî ne. Min du zarokên xwe winda kirin gora wan jî nîne. Xwezî parçeyek axê hebûya ku ez çûma ser. Bila dayîkên Tirkan jî destê aştiyê dirêj bikin û deng bidin dengê me. Bila tu kes nemire. Em naxwazin kes bimire. Ji roja tevgerê dest pê kiriye heta niha em li pey Serokê xwe û gerilayan e. Gotina Serok ji me re esas e. Divê dewlet li pey soza xwe be. Em dayîkên aştiyê tu car şer naxwazin ne tenê li welatê me bila li cîhanê jî nebe. Bila aştî were welatê me û hemû cîhanê. Em ji Serokê xwe û hêza xwe bi bawer in.”
Metna çapemeniyê ya bi zaravayê Kurmancî ya Kurdî aktîvîsta TJAyê Çîmen Fîdan metna bi Tirkî jî rêveberê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) Mele Emîn Ay xwend.
“27ê Sibatê wêrektiya avakirina komara demokratîk e”
Çîmen Fîdanê manifestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi bîr xist û wiha got:
“Ev manifesto ne tenê daxuyaniyek bû; di heman demê de wek mîladeke herî girîng a sedsala dawîn ya Tirkiyeyê bû. Bi vê manîfestoyê re ji bo pirsgirêka Kurd a ku ev sed sal in didome, îradeya çareseriya aştîyane û demokratîk hat ziman.
Bi wê rojê ve ne tenê pêvajoyekê dest pê kir; li dijî feraseta ku bêçareseriyê û pevçûnan esas digire, ji bo siyaseta demokratîk, jiyana hevpar û aştiya bi rûmet esas digire deriyên serdemeke nû vebû. Li hemberî armanca dewamkirina bar û dijberiyên serdemên borî, 27ê Sibatê; bi îradeya hevpar wêrektiya avakirina komara demokratîk e.
Perspektîfa dîrokî ya ku Rêber Abdullah Ocalan diyar kir, ji aliye Tevgera Azadiya Kurd ve bi awayekî erênî hat bersivandin û biryara xwe fesixkirinê û şewitandina çekan hat dayîn. Piştre jî di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Casene ya Silêmaniyê bi merasîma şewitandina çekan ve, ji cîhanê re hat aşkerekirin ku; bi gavên pratîk ve li pişt vê biryarê tê sekinandin.”
“Îro bi ser vê gava dîrokî ya ku di 11ê Tîrmehê de hat avêtin salek derbas bû. Di vê sala borî de, bi armanca pêşxistina pêvajoyê gavên herî bi hêz, bi biryardariyeke bi hêz ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd ve hatin avêtin. Bi vê yekê ve berpirsyariyeke dîrokî hat meşandin. Îradeya ku ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî derket holê, ji bo pêşxistina siyaseta demokratîk bûye qonaxeke dîrokî.”
“Lê, li gel tevî van geşedanan, gavên şênber ku divê bên avêtin hêj jî ji aliyê dewletê ve nehatine avêtin. Ev yek jî li hember pêşketina pêvajoyê weke astengiya herî mezin cih digire. Ji bo çareseriya demokratîk pêk bê, di warê sazumankirina bingeha zagonî heya niha tu gav nehatin avêtin, zagona çarçoveyê ya ku wê ewlehiyên hiqûqî biparêze nehatiye amadekirin, her wiha gavên ku civak daxwaza wê dikin, neketine meriyetê.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: “Birêz Ocalan tiştê got xist meriyetê”
Piştre Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçarê got:
“Dîroka 11ê Tîrmehê li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên ku zêdetirî sed salan e tên meşandin, yek ji bersivên herî bihêz bû. Birêz Ocalan ji sala 1993yan û vir ve dibêje ‘Ez ji bo aştiyê li muxatabekî digerim’ Merasîma şewitandina çekan yek ji gavên herî mezin e ku hatiye avêtin. Ji gerîlayê herî pîr heta gerîlayê herî ciwan, her kêliya ku ji derenceyan hatin xwarê, dîrok bixwe bû. Di destekî wan de çek hebû, di destê wan ê din de jî belgeyeke ku dixwestin bangawaziya Rêberê xwe pêk bînin hebû. Serkeftina tişta ku wekî her civak pêwîstiya me pê hebû, hat mîsoger kirin. Îro hûn nikarin kesek, dewletek an siyasetekê bibînin ku bikaribe Kurdan înkar bike. Hat gotin ku ‘Li cihê ku em înkarê bi dawî bikin, em ê bi siyaseta demokratîk têkoşîna xwe ya hebûnê bidomînin’. Ango soza meşandina têkoşîneke mezintir bi rêbaza têkoşînê ya guherî hat dayîn.”
“Bawer bikin ku ev gotin bi taybetî di çavê gelê Kurd de gotinên mirî ne. Ji vê saetê û pê de pêwîstî bi gotinan nîn e, pêwîstî bi gavên ku bên avêtin heye. Ji banga birêz Ocalan û vir ve çi gotibe xistiye meriyetê, bûye pratîk, di civakê de bersiv dîtiye û bûye navê aştiyê. Di vî welatî de Rêberekî din tune ye ku ji bo aştî, demokrasî, azadî û krîzan pêşniyarên çareseriyê pêşkêş bike. Lê di çapemenî û siyaseta vî welatî de hîn jî di çareseriya pirsgirêka Kurd de tu gotin û pratîkek tune ye. Çima em pirsgirêka Kurd di çareseriyekê de bi tenê bi kar naînin, çima em her dem di bin sîya desthilata partiyeke siyasî de nîqaş dikin? Em destûrê nadin vê yekê. Çareseriya pirsgirêka Kurd li ser hemû partiyên siyasî û hemû pirsgirêkên welat re ye, meseleyeke giran e. Ronakbîrên Tirkiyeyî û ronakbîrên Kurd heta îro ev pêvajo tenê temaşe kirin. Gava neavêtina dewletê nabe ku ji bo me bibe asteng, divê me veguherîne hêzê. Mîna wê hêza ku vîna şewitandina çekan derxistiye holê. Ger dewlet vê vînê nebîne, dê windahiyeke mezin bibîne. Di cihê ku evqas şer, krîzên siyasî û aborî û ferzkirina şer heye de; divê aştî were avakirin an bi dayîna diyarî ya çekan ji serokên ku tevlî NATO’yê bûne re peyam bên şandin? Em vê qebûl nakin, divê gel vê qebûl nekin. Gelo polîtîkayên şer ên vê welatî ne, an polîtîkayên aştî û demokratîk in?” Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku aştî tenê nayê wateya bêdengkirina çekan û got: “Di nava vê aştiyê de hiqûq, edalet û yasa heye. Gelo ev hiqûq û edalet tenê ji bo Kurdan lazim e? Ev mesele meseleya Tirkiyeyê ye. Em bang li her kesê ku ji dûr ve lê dinêre û temaşe dike dikin ku di vê pêvajoyê de dest û gotina Birêz Ocalan bihz bikin. Mixabin ji bilî wî tu kes tune ye ku gotina aştî û çareseriyê bike.”
“Di vê serdemê de ku em evqas nêzî dawîkirina înkar û zilmê ya sed salî ne, me destûr neda û em destûr nadin ku tu hêz vîna aştî û çareseriyê ji destê me bigire. Pêwîst e hebûna PKKê ya di siyasetê de ku vîna danîna çekan nîşan daye, bê naskirin û qebûlkirin. Di zemînekî ku zemîna siyaseta demokratîk evqas bi hêz e de, kî hesabê çi dike? Qeyim hîn jî li cihê xwe ne. Hiqûqek ku pêvajoya aştiyê pê ve girêdayî be tune ye. Girtiyên nexweş, siyasetmedarên ku dîl hatine girtin û ewladên vî gelî yên ku ev 30 sal in di girtîgehê de ne, di heman rewşê de ne. Nêzî mehekê ye em bi DBP, DEM Partî û hemû saziyên welatparêz re hevdîtinên ‘Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin’ pêk tînin. Tundî û şer windakarê aştiyê nîne, yên ku êşa şer kişandine dizanin ku aştî çiqasî hewcedariyeke lezgîn e. Yasayê ji bo kê derdixin, divê hûn bi wan re muzakere bikin û derxînin. Serekmuzakerevan Birêz Ocalan tam di navenda vê qanûnê de ye. Vîna ku çeka xwe şewitandiye tam di navenda vê de ye. Qanûna ku bêyî girtina ramanên wan bê derxistin, pûçkirina vê rêya ku hatiye meşandin e. Tiştê bingehîn ku dê bêşeriyê biparêze hiqûq e, yasa ye. Zanîna vê û nêzîkbûna li pêvajoyê tiştekî jiyanî û neçarî ye.”
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Welat, Ajansa Mezopotamyayê