Rojnamegerên li qadê ji bo rojnamegerên girtî dê daxuyaniyê bidin
Rojnamegerên ku li Stenbolê li qadê dixebitin ragihandin ku ew ê di 10ê Hezîranê de, bi daxwaza serbestberdana kedkarên girtî yên ETHAyê û rojnamevanên din, daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.
Çalakî dê di 10ê Hezîranê roja Çarşemê, di saet 19:00an de li Qada Tunelê ya Taksîmê were darxistin.
“Rojnamegerî ne sûc e”
Di bangawaziyê de bal kişandin ser rewşa kedkarên ETHAyê Pinar, Nadiye, Elif û Muslum ku piştî operasyonên 3ê Sibatê yên li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) hatibûn girtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî di ser girtina wan de nêzî 5 meh derbas bûne jî, derbarê hinek navan de hê jî îdianame nehatiye amadekirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rojnameger tenê ji ber ku nûçe çêkirine di girtîgehê de ne û weha hat gotin: "Rojnamegerî ne sûc e."
"Azadiya çapemeniyê di hedefê de ye"

Di metnê de hat destnîşankirin ku girtina rojnamevanan ne tenê binpêkirina mafên kesane ye, di heman demê de destwerdanek e li ser mafê agahdarkirin û gihîştina nûçeyan a civakê. Her wiha hat xwestin ku dawî li zextên li ser azadiya çapemeniyê bên anîn.
Bangawazî
Kedkarên çapemeniya azad; bang li hemû rêxistinên rojnamevanan, sazî û dezgehên ked û pîşeyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk û kedkarên çapemeniyê kirin ku piştgiriyê bidin çalakiyê.
Di bangawaziya ku hat kirin de ev daxwaz derketin pêş:
-
Serbestberdana rojnamevanên girtî
-
Bidawîbûna zextên li ser azadiya çapemeniyê
-
Azadbûna kedkarên ETHAyê Pinar, Nadiye, Elif û Muslum
-
Serbestberdana hemû rojnamevanên girtî
(EMK/AY)