Rojnamegeran li Taksîmê daxuyanî dan: Divê hemû rojnamegerên girtî werin berdan
Kedkarên ETHAyê Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz, Elif Bayburt û Muslum Koyun piştî operasyonên 3ê Sibatê yên li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) hatibûn girtin.
Nêzî 5 meh in rojnameger girtî ne û tenê di derbarê Muslum Koyun de îddianame hatiye amadekirin. Hevalên Pinar Gayip, Elif Bayburt, Nadiye Gurbuz û Muslum Koyun ji bo balê bikişînin ser rewşa rojnamegerên girtî û piştgiriyê bikin li Tunela Taksîmê daxuyanî dan.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî, OHD û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê rojnameger Hêlîn Ozgun ve hat xwendin.
Rojnamegerên li qadê ji bo rojnamegerên girtî dê daxuyaniyê bidin
Di daxuyaniyê de peyama rojnamegerên girtî hate xwendin. Rojnamegerên girtî diyar kirin ku ew ji meha Sibatê ve girtî ne û wiha gotin:
“Li dijî girtinê em di girtîgehê de rojnamegertiyê dikin. Ev 4 meh in îdianameya me di holê de tune ye. Êrişên li ser rojnamegeran her ku diçe zêde dibe lê em jî paş ve gav navêjin. Pênûsa me ji aliyê hevalên me ve hate hilgirtin. Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin.”
Fotograf: Elanur Birinci / bianet
Hêlîn Ozgun diyar kir ku diyar kir ku ew dixwazin hevalên wan yên rojnameger werin berdan û got:
“Hevalên me, kedkarên ETHAyê 128 roj in di girtîgehê de ne. Ev nêzîkî 5 meh in li ser girtina wan derbas bûye, lê hîn jî li dijî wan tu îdianame nehatiye amadekirin. Em dizanin ku hevalên me ji ber ku rojnamegertiyê kirine hatine girtin. Wan dengê têkoşîna jinan bilind kirin, li ser komkujî, xizanî, berxwedan û rastiyên ku gel dijiya dikirin nûçe. Wan rewşa Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, karkerên ku ji bo mafên xwe li dijî sermayeyê li ber xwe didin, ciwanên ku qadan tijî dikin û daxwaza edaletê dikin, kuştinên jinan û LGBTÎ+yan û polîtîkayên qeyûman anîn rojeva civakê. Tiştên ku nayên dîtin eşkere kirin û tiştên ku nehatine bihîstin eşkere kirin. Çêkirina nûçeyan ne sûc e.”
“Her girtinan de em rastî îşkence û heqaretê dimînin. Em lêpirsîn, binçavkirin û girtinan rojnamegeran qebûl nakin. Em careke din diyar dikin: Hûn nikarin rojnamevanan bêdeng bikin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bîngol a ku di 1ê Hezîranê de, di bîranîna Ethem Sarisuluk de li Enqereyê hatibû binçavkirin û berdan, bû hedefa hin medyaya alîgir a desthilatê. Em van hedefgirtinan qebûl nakin. Hedefgirtina rojnamegerên Kurd bi taybetî Sema Bîngol, nayê qebûlkirin. Her wiha em êrîşên li dijî NÛJINHAyê şermezar dikin. Em hedefgirtina çalakiyên weşanê û hewldana bêdengkirina rojnamevanan a bi peyamên gefxwarinê qebûl nakin. Em piştgiriyê didin NÛJINHAya dengê jinan.”
“Divê hemû rojnamegerên girtî werin berdan. Divê hemû zextên li ser çapemeniya azad bi dawî bibin. Divê karkarên ETHAyê Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum werin berdan. Bijî rojnamegerî, bijî hevgirtina rojnamevanan. ETHA û rojnameya Atilimê tevî binçavkirin, girtin û her cure zext û astengiyan jî nayên bêdengkirin. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.”
Daxuyani bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
(AY)