Îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Sala 1898an, anku 128 sal beriya niha li Qahîreya paytexta Misirê, rewşenbîrê Kurd Miqdad Mîdhet Bedirxan rojnameya bi navê “Kurdistan”ê derxist. Ji ber ku Rojnameya Kurdistanê rojeke wekî îro dest bi weşanê kiriye, 22yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.
Alîkarê Serokê Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayîp Temel, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) Mesûd Barzanî, Serokê YNKê Bafil Talebanî û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî jî bi boneya Roja Rojnamegerên Kurd daxuyanî weşandin.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat gotin ku rojnamegeriya Kurdî di tevahiya dîrokê de li dijî zilm, sansûr û qedexeyan hebûna xwe domandiye û berdêlên giran daye. Ji ber astengî û qedexeyan ne li ser axa xwe, lê ji Qahîreyê heta Cenevreyê, ji Londonê heta Stenbolê, ji bo hebûna xwe li ber xwe daye.
Daxuyaniya DEM Partiyê weha ye:
Kevneşopiya çapemeniya Kurdî 128 sal berê di 22ê Nîsana 1898an de bi Rojnameya Kurdistanê ku ji hêla Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê hat weşandin dest pê kir. Ew kevneşopî îro bûye sembola mîrateyek û berxwedaneke mezin. Meşaleya ku li sirgûniyê, di nav şert û mercên dijwar de û di bin zexteke mezin de pêket, gava yekem bû ji bo sazûmanîkirina lêgerîna heqîqetê.
Rojnamegeriya Kurdî di tevahiya dîrokê de li dijî zilm, sansûr û qedexeyan hebûna xwe domandiye û berdêlên giran daye. Ji ber astengî û qedexeyan ne li ser axa xwe, lê ji Qahîreyê heta Cenevreyê, ji Londonê heta Stenbolê, ji bo hebûna xwe li ber xwe daye. Roja Rojnamegeriya Kurdî, ku ji sala 1973an vir ve tê pîrozkirin, tevî êriş, astengî, polîtîkayên îmha û asîmîlasyonê û komkujiyan, bi israr rêya ku Mîqdat Mîdhed Bedirxan vekiriye şopandiye û birik kevneşopiya azadiya çapemeniyê parastiye.
Îro hîna jî rojnamegerî di bin gefên giran de ye. Rojnamegerên ku ji ber nûçeyên xwe tên darizandin, tên girtin û pênûsên wan di bin gefê de ne, astengiya herî mezin a li pêşiya Aştî û Civaka Demokratîk e. Bi vê boneyê, em dubare dikin ku çalakiyên rojnamegeriyê ne sûc in û divê rojnamegerên di girtîgehê de demildest bên berdan.
Em di 22ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî de xebatkarên çapemeniya azad ên ku bi hişmendiya vê dîroka birûmet, bi berdêla canê xwe têkoşîna xwe ya ji bo heqîqetê didomînin, hem şahid û hem jî beşdarên vê dîroka birûmet in, hilgirên bîranînê ne û parêzvanên ziman û çanda Kurdî ne, silav dikin. Em hemû şehîdên çapemeniyê yên ku di rêya rastiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.Di 128emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî de, em ê dûpat dikin ku em ê bibin dengê rastiyê. Roja Rojnamegeriyê li hemû xebatkarên çapemeniya Kurd, bi taybetî li Mîqdat Mîdhed Bedirxan, damezrînerê Rojnameya Kurdistanê pîroz be. Em di serî de Musa Anter, Gurbetellî Ersoz, Nagihan Akarsel, Cîhan Bilgin û Nazım Daştan û hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Em li ber bîranînên wan, mîrateya wan a têkoşînê û berxwedana wan serê xwe bi rêzdarî ditewînin.
Mesûd Barzanî Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

Peyama Mesûd Barzanî ya ji bo Roja Rojnamegeriya Kurdî weha ye:
“Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî û 128emîn salvegera derketina yekemîn Rojnameya Kurdistanê ji aliyê Mîr Miqdad Mîdhet Bedirxan ve ku her wiha hevdem e li gel salvegera damezirandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, ez pîrozbahiyeke germ li rojnameger û medyakarên Kurdistanê û endamên Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê dikim.
Di vê bîranînê de, ez hêviya serkeftinê ji hemû rojnameger û medyakarên hêja yên Kurdistanê re dixwazim. Ez piştgiriyê didim erka girîng û rola rojnamegerên Kurdistanê yên ji bo parastina doza rewa ya gelê me, kûrtirkirina çanda aştîxwazî û bihevrejiyanê û her wiha parastina nirxên bilind ên civaka Kurdistanê.”
Bafil Talebanî: Em rûmeta rojnamegeran diparêzin

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya 128 saliya weşandina yekem rojnameya Kurdî peyamek weşand.
Talebanî, 128 saliya weşandina rojnameya Kurdistanê li rojnamevanan pîroz kir û bal kişand ser azadiya derbirînê û parastina rûmeta rojnamevanan û diyar kir, ew ji bo nivîskarên ku bi berpirsiyarî û rastgoyî dixebitin, dabînkirina hawîrdorek xebatê ya guncaw ji bo xwe pêşîniyek dibînin.
Serokê YNKyê di peyama xwe de got, ew serbilind e ku rêya Serok Mam Celal, ku parêzvanekî bihêz ê çapemeniya azad bû, mîrat digire. Bafil Celal Talebanî got ku parastina vê azadiyê dilsoziya bi rêya ku ew dişopînin re ye.
Serokê YNKyê got ku ew rêzê li xebata dijwar û şevên bêxew ên hemû rojnamevanên ku di çarçoveya prensîbên pîşeyê xwe de bi dilsozî karê xwe dikin û ji bo ragihandina rastiyê xizmetê dikin, digirin.
Nêçîrvan Barzanî "Em pêbendî azadiya rojnamegeriyê ne"

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ev roj li hemû rojnameger û medyakarên Kurdistanê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest. Peyama Barzanî weha ye:
"Azadiya derbirîna ramanê wekî bingeheke sereke ya demokrasiyê û civakeke medenî ya bi pêşketî ye. Bi vî awayî dê mafê gihîştina agahiyan misoger bibe û parastina pîşeyî ya ji bo rojnamegeran bê dabînkirin."
Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku rojnamegeriya azad û wêrek, di avakirina hikûmeteke baş û dadperwer de hevpareke bibandor e.
Serokê Herêma Kurdistanê ji rojnamegeran daxwaz kir ku bi dilsozî û pîşetiyeke mezin, berjewendiya giştî û aştiya civakî biparêzin û got:
"Rola xwe di bicihanîna çanda pêkvejiyanê, hevdûqebûlkirin û lêborînê de bilîzin. Her wiha ruhê welatparêziyê û hezkirina welêt geş bikin."
Rojnamegeriya Kurdî 128 salî ye

Sala 1898an, wate 128 sal beriya niha li Qahîreya paytexta Misirê, rewşenbîrê Kurd Miqdad Mîdhed Bedirxan rojanemeya bi navê “Kurdistan”ê derxist.
Îro hevdem li gel derketina yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê ku 128 sal di ser wê rojê re derbas bûn, 28 sal jî di ser damezrandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê re derbas dibin.
22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, ji ber ku “Rojnameya Kurdistan”ê rojeke wekî îro dest bi weşanê kir.
128 sal berê ango sala 1898an Miqdad Mîdhed Bedirxan cara yekemîn li Qahîreya paytexta Misirê rojnameyeke Kurdî ya bi navê “Kurdistan” derxist.
Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmar çap kirin.
Miqdad Mîdhed Bedirxan 5 hejmarên pêşî derxistin lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî, Miqdad Mîdhed Bedirxan nekarî rojnameyê berdewam bike.
Ji ber wê birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir.
Hejmarên yekemîn heta 5emîn li Qahîreyê, 6emîn heta 19emîn li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê, 20emîn heta 23yemîn careke din li Qahîreyê, hejmara 24ê li Londonê, ji 25an heta 29an li Îngilistanê û hejmarên 30 û 31ê jî dîsa li Cinêvê hatin çapkirin û weşandin.
Piştî rojnameya Kurdistan bi rêzê rojnameyên Şerq û Kurdistan, Amîd-î Sevda, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Yekbûn û Kovara Jîn û herwiha rojnameyên bi navê "Kurdistan" û "Jîn"ê hatine çapkirin.
75 salan piştî derketina rojnameya Kurdistanê, sal 1973yan li Başûrê Kurdistanê, 22yê Nîsanê wekî “Roja Rojnamegeriya Kurdî” hat destnîşankirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.
Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran rojname û kovarên Kurdî derketine.
(AY)

