Têkildarî qonaxa rêveberiya berê ya Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê, bi tohmeta ku 'ji bo pêkanîna sûc rêxistin avakirine' û 'di îhaleyan de gendelî kirine' operasyonek hatibû kirin. Di operasyonê de 46 gumanbar hatibûn desteserkirin û ji wan 29 hatin girtin.
Ekîbên Şubeya Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze yên Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê, bi kordînasyona Serdozgeriya Komarî ya Bîrecîkê di 24ê Nîsanê de operasyon li dar xistibûn. Di nav 46 gumanbarên ku karûbarên wan ên li edliyeyê qediyan de; qeyûm û şaredarê berê Şeref Albayrak, endamên berê yên encumena şaredariyê, xebatkarên şaredariyê û esnaf hene.
Şeref Albayrak jî di nav de 29 gumanbar hatin girtin. Ji 17 gumanbarên din 3 kes hatin berdan û 14 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
Di operasyona 24'ê Nîsanê de ku derbarê qonaxa rêveberiya berê ya şaredariyê de hatibû destpêkirin, li ser 51 gumanbaran (ku 28 jê peywirdarên dewletê ne) lêpirsîn hatibû vekirin. Di wê demê de 50 gumanbar hatibûn destese kirin û 4 jê piştî îfadeyên li emniyetê hatibûn berdan.
Di çarçoveya lêpirsînê de xebatên ji bo girtina gumanbarekî din berdewam dikin.
(HA/AY)
