Îro, 111emîn salvegera Komkujiya Ermenan a 1915an e.
Patrîkê 85emîn ê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan, wekî her sal, di vê 24ê Nîsanê de jî di ayîna ku li Dêra Surp Hagop a Altımermerê hat lidarxistin de axaftinek kir.
Maşalyan di axaftina xwe de wiha got: “Di binê vê xakê de ne tenê êşên me, birînên kesên din ên ku hîn xwîn jê diçin jî hene. Em nikarin tenê bi vegotina çîroka xwe bigihîjin çareseriyê. Divê em guh bidin yên din jî, êşên wan fêm bikin û ji bo paşerojeke hevpar li xalên hevbeş bigerin. Bi vê têgihîştinê, em banga xwe ya ji bo avakirina aştî, lihevhatin û dostaniya di navbera gelên Tirk û Ermen de dubare dikin.”
Li gorî nûçeya Agosê Maşalyan weha gotiye:
“Gelê me yê xwedî bawerî, îro dîsa 24ê Nîsanê ye. Roja ku me vedixwîne da ku em li ber yek ji rûpelên herî biêş ên dîroka xwe bi rêzdarî serê xwe bitewînin. Îro, wê trajediyê tîne bîra me ya ku beriya sedsalekê qewimî û di jiyana me ya neteweyî û ruhanî de şopên kûr hiştin. Em windahî, koçberî, sirgûn û ew êşa nayê pênasekirin a ku gelê me di salên Şerê Cîhanê yê Yekem de jiya û ji nifşekî derbasî nifşê din bû, bi bîr tînin. Lêbelê, ev bîranîn ne tenê ji bo mayîna di nav rûpelên tarî yên borî de ye; di heman demê de bangek e da ku em wateyekê bidin tiştên ku em tê de derbas bûne û berê xwe bidin paşerojê.
Li ser vê xaka ku bi sedsalan gelên cuda bi hev re lê jiyane, kevneşopiya jiyana bi hev re birîneke mezin xwariye. Lê belê, heman erdnîgarî vê rastiyê jî tîne bîra me: Gel ne ji bo dijminatiya hetahetayê, ji bo jiyana bi hev re, ji bo diyalog û ji bo fêmkirina hevdu hatine vexwendin.
Di binê vê xakê de ne tenê êşên me, lê birînên kesên din ên ku hîn xwîn jê diçin jî hene. Em nikarin tenê bi vegotina çîroka xwe bigihîjin çareseriyê. Divê em guh bidin yên din jî, êşên wan fêm bikin û ji bo paşerojeke hevpar li xalên hevbeş bigerin. Bi vê têgihîştinê, em banga xwe ya ji bo avakirina aştî, lihevhatin û dostaniya di navbera gelên Tirk û Ermen de dubare dikin. Trajediya borî divê ne bibe dîwarekî mayînde, lê divê bibe pireke ku bi dersên îbretê hatiye hûnandin da ku em paşerojê dadperwertir û bi aşitî ava bikin.
Ne înkar û ne jî dijminatiya kûr birînan sax nakin. Her wiha, bikaranîna vê mijarê wekî amûreke siyasî jî xizmeta nêzîkbûna gelan nake. Pêşketina rastîn ji diyaloga ku li ser bingeha ji dilbûn, rêzgirtina hevdu û nirxên mirovî hatî avakirin, çêdibe. Ji ber vê yekê, em bang li hemû aliyan dikin ku pirên dostaniyê ava bikin, hevkariyên çandî û aborî pêş bixin û dorhêlekê biafirînin ku tê de dîrok ne bi tirs û nefretê, lê bi lêgerîna heqîqet û edaletê were axaftin.
Em hemû gavên ku di borî û îro de ji bo nêzîkbûn û hestiyariya hevdu hatine avêtin, bi teqdîr pêşwazî dikin. Di vê çarçoveyê de, em dixwazin peyamên sersaxiyê yên birêz Recep Tayyip Erdoğan, Serokkomarê Komara Tirkiyeyê, yên ku her sal bi boneya 24ê Nîsanê diweşîne û bang li Patrîkxaneya me jî dike, bi bîr bînin. Rêz û hestiyariya ku di van peyaman de tê ziman, wekî gavên girîng tên dîtin ku dikarin alîkariya pêşketina fêmkirina hevdu ya di navbera gelan de bikin.
(TY/AY)
