Çêkerê naverokan Paix bi projeyên xwe yên muzîka Kurdî yên ku bi teknolojiya hişê çêkirî (AI) amade dike balê dikişîne. Paix berhema xwe ya nû ya bi navê “Zindan û Jiyan” gihand hezkiriyên muzîkê.
Hunermenda sîber a bi navê “Hîva” ya ku bi hişê çêkirî hatiye afirandin, berê strana “Kurmancî Here Gulê” gotibû. Projeyê bi vê stranê li ser medyaya civakî xwe gihandibû bi milyonan kesan û bi taybetî di nav ciwanên Kurd de dengekî mezin vedabû.
Di projeya ku Paix çêkiriye de hunermenda dîjîtal a bi navê “Hîva” bi teknolojiya hişê çêkirî hatiye afirandin. Stranên ku bi zaravaya Kurmancî ya Kurdî tên gotin di demeke kurt de li ser platformên medyaya civakî belav bûn û gihîştin gelek guhdaran. Bi taybetî strana “Kurmancî Here Gulê” ji aliyê gelek bikarhêneran ve hat parvekirin û li welatên cuda jî bal kişand.
Berhema nû: “Zindan û Jiyan”
Xebata nû ya projeyê “PAIX x HÎVA - Zindan û Jiyan” jî li ser platformên dîjîtal hat weşandin. Ji bo vê berhema Kurmancî ya ku bi hişê çêkirî hatiye gotin klîbeke taybet jî hat amadekirin. Di klîbê de dîmenên sînematîk û efektên dîjîtal balê dikişînin. Demên dawiyê projeyên muzîkê yên bi piştgiriya hişê çêkirî wekî hemû cîhanê di nav derdorên muzîka Kurdî de jî bûn mijara nîqaşê.
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw

