Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di çarçoveya serdana herêmê de hate Amedê. Ozel, di destpêkê de bi nûnerên 24 rêxistinên civaka sivîl ên jinan re civiya. Ozel, hevdîtina xwe ya bi Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş re bi bîr xist û got ku mijara wan a ewil tundiya li dijî jinan bû.
Ozel, got ku ji bo çareserkirina aştiya civakî divê ji ewil pirsgirêka tundiya li dijî jinan were çareserkirin. Ozel, destnîşan kir ku divê di vê mijarê de bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigirin. Her wiha Ozel da zanîn ku têkildarî mijara polîtîkaya necezakirinê ya di mijara tundiya li dijî jinan de, girîngiya KADES'ê ya ji bo xizmeta bi kurdî û hwd. axivîne. Ozel, got; “Di sepanên me yên mîna wan de me nîşeya xwe girt ku zimanê kurdî jî were nirxandin.”
Peymana Stenbolê
Ozel, da zanîn ku bi betalkirina Peymana Stenbolê re deletê piştgiriya xwe ya bi jinan re ji holê rakiriye. Ozel, ev tişt anî ziman: “Heke hûn piştgiriya xwe paşve vekişînin, wê demê derfetê didin kujeran.”
Ozel, bal kişand ser îdianameya kuştina Narîn Guran û wiha pê de çû: “Di îdianameyê de 4 kes bi kuştina Narînê tên sûcdarkirin. Lê nediyar e ka cînayet kiriye, sedema cînayetê çi ye, dayikê, mamê wê û birayê wê çima zaroka 8 salî qetil kiriye. Daraz, tiştekî ji gel re nabêje. Em ê vê dozê bişopînin. Tiştên parlamenterê AKP’ê 60 roj berê dizane dozger nizane. Tiştekî ecêb di vir de heye. Xuyaye ku avadaniyeke siyasî qirêjî û tarî tê parastin.”
Ozel, got ku serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan tenê sozên daye HUDA-PAR’ê pêk tîne û wan diparêze.
Pirsgirêka Kurd
Di berdewamê de Ozel bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û ev nirxandin kir: “Birêz Bahçelî qala efûya ji bo kesekî dike, dibêje bi gotina wî rêxistin bila tesfiye bibe û her tişt temam bibe. Lê mixabin wisa nabe. Heke êdî şehîd neyên Tirkiyeyê, heke êdî xwîn rije, heke rondikên dayikên kurd û tirkan êdî nebarin, heke ev welat bibe yek û bi hev re be, heke berê çekan êdî li leşkeran venegere û ber bi aştiyê ve biçin, di vê mijarê de her gotina tê kirin bi qedr in. Lê divê gotina ‘pirsgirêka kurd nîne’ neyê gotin. Pirsgirêk heye û ew pirsgirêk bi gotina kesekî bi dawî nabe. Hûn pirsgirêka 26 milyon kurdên li tirkiyeyê tune dihesibînin. Pirsgirêka kud heye. Tenê kurd dikarin biryarê bidin bê ka pirsgirêka kurd heye yan na. Dewlet nikare biryarê bide. Xuyaye ku dewleta mezin biryar daye, dewleta biçûk jî ragihandiye. Her ku ew wiha dibêjin bêhtir kûr dibe. Heta ku kurd nebêjin ‘pirsgirêka min nema’ ev pirsgirêk heye û divê wer çareserkirin. Heke tu ji kesekî re bibêjî pirsgirêka te tune ye, ev dibe otorîterîtî. Ji bo vê çi ji destê me were em ê bibin alîkar.
Xetere hene
Heta ku her kes li welatê me bi zimanê dixwaze diaxive, rastî cihêkariyê nayê û mafê xwe yê siyasetê bi kar tîne dê têkoşîna CHP’ê bidome. Hebûna terorê pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka kurdan jî pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye. Divê ev her du pirsgirêka bi awayekî hemwext bên çareserkirin. Em li Amedê hêvî û fikarê dibînin. Pêvajo û hêviya nû heke têk biçe dibe ku tiştên pir zêdetir bide jiyîn."
"Lewma divê em hişyar bin. Ji bo pirsgirêka kurd divê tenê bi axaftina kesekî ya li Meclisê, nûnerên 86 milyon kesan li parlamentoyê rûnin, biaxivin û çareser bikin. Dema 86 milyon kes rûniştin ser maseyê dikarin çareser bikin. Pêvajoya ku Tifaqa Cumhurê pirsgirêka kurdan nabîne, di hundirê xwe de rîsk û xetereyan dihewîne. Divê fikarên têkildarî çareseriyê tavilê ji holê bên rakirin.”
Têkildarî nîqaşên li ser Destûra Bingehîn jî Ozel wiha got: “Heta ku bi destûra bingehîn a heyî nekin, heta dev ji sepanên dij-demokratîk benedin, heta biryarên DMME û AYM’ê bicih neyînin, heta bi her madeyên destûra bingehîn nekin em ê tu destûrên bingehîn ên nû bi wan re çênekin.”