NÛÇE TV dest bi weşanê dike
Kanaleke nû ya nûçeyan a Kurdî, NÛÇE TV, di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşana xwe dike.
NÛÇE TV dest bi weşanê dike. Demeke weke test di weşanê de bû. NÛÇE TV li ser hesabên xwe yê medyaya civakî ragihand ku 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dest bi weşanê dike. NÛÇE TV ev peyam belav kir:
“Bi ekraneke nû, rêwîtiyeke nû… weke televîzyoneke neteweyî di roja zimanê Kurdî de em ê dest bi weşana xwe bikin.”
📌Bi ekraneke NÛ, rêwîtiyeke NÛ weke televîzyoneke netewî di roja zimanê Kurdî de em ê dest bi weşana xwe bikin. pic.twitter.com/B5ht4Q3WE9
— Nûçe Tv (@nucenutv) May 13, 2026
Kanal dê di weşana xwe de cih bide her mijarê; ji polîtîkayê heta aboriyê, ji mafên mirovan heta çand û hunerê, hemû geşedan dê bi perspektîfeke profesyonel werin weşandin.
Mirov çawa dikarin televîzyonê bişopînin?
Ji bo ku gelê Kurd û şopînerên nûçeyan bi hêsanî bigihîjin weşanê, NÛÇE TV bi kalîteya HD li ser satalaytên Hotbird û Nilesatê dê weşana xwe bike. Her wiha weşana zindî û nûçeyên taybet dê li ser malper û platformên dîjîtal ên kanalê jî werin parvekirin.