Ajansa Welat di 27ê Mijdarê de bi dirûşma 'Deng û Rengê Welat' dest bi weşana xwe kir. Her weha ajans tenê bi kurdî weşanê dike.
Navenda ajansê Amed e û li wir ava bûye, bi herdu zaravayên kurdî, kurmancî û zazakî wê weşanê xwe bidomîne û her weha li ser asta neteweyî û navneteweyî nûçeyan diweşîne.
Her weha Ajansa Welat di kategoriyên Jin, Ekolojî, Jiyan, Siyaset, Tenduristî û gelekên beşên din de nûçe û naverokan çê dike û yekemîn ajansa xwerû a kurdî ye.
Xwediyê Îmtiyazê yê ajansê Fexredîn Kiliç e û Sernivîskarê wê Bîlal Guldem e.
Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Welat Fexredîn Kiliç têkildarî ajansê bi bianet kurdiyê re axivî.
"Divê êdî kurdî ji bin serdestiya tirkî bê derxistin"
Armanca we ji damezrandina Welat ji bo ajansê çi bû û ji çi hewcedariyê derket?
Gelek ajans hene ku bi kurdî û zimanên din weşana xwe dikin. Lê mixabin hema bêje hemû jî zêdetir ji zimanekî din wergerî kurdî dikin. Ji ber vê yekê me xwest ewilî zimanê kurdî ji wergerê xelas bikin. Armanca ajansa me ya bi dirûşma “Deng û Rengê Welat” dest bi weşana xwe kir ew e ku bi zimanê dayikê bibe deng û rengê gelê kurd û li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê kurdî bi pêş ve bibe ye. Ji ber ku hewce bû êdî kurdî ji bin serdestiya tirkî bê derxistin. Ji bo wê me pêdivî bi avakirina ajanseke xwerû bi kurdî dît. Em niha bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî weşanê dikin. Lê heke derfet çêbibe demên pêş de em ê bi zaravayên kurdî yên din jî nûçeyên xwe biweşînin û raya giştî ya gelê kurd agahdar bikin. Ajansa me ji siyasetê bigirin heta jinê ji ekolojiyê bigirin heta çand û huner, tenduristî, cîhan û darazê her cure nûçeyan çêdike.
“Polîtîkayên dewletê yên li dijî zimanê kurdî berdewam dikin”
Ev yekemîn Dezgeha Kurdî ye ku hatiye damezrandin, hûn li çend bajaran xwediyê nûçegihan û karmendan in?
Ji ber ajansa me hêj nû ye, tenê li herêmên Botan, Serhed û Amedê xebatkarên me hene. Armanca me ew e ku li bajarên bakurê Kurdistanê û li herêmên Tirkiyeyê yên Akdenîz, Ege, Marmara û Anatoliya Navîn jî nûçegihanan peyda bikin û hejmara xwe zêde bikin.
Li ser kurdî zexteke tund heye. Tevî vê yekê jî çand, huner, nivîskarî û weşanxaneyên kurdî roj bi roj zêde dibin. Tevî vê zextê hûn vê biryarê çawa dinirxînin?
Belê ji her kesî ve xuya dike ku gelek zext li ser çand, huner û zimanê kurdî hene. Konserên hunermendên kurd tên qedexekirin. Qeyûmên tayînî şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xistine hatine kirin ewilî tabelayên kurdî daxistin û malperên şaredariyan ên kurdî rakirin. Ev yek jî dide nîşandan ku polîtîkayên dewletê yên li dijî çand, huner û zimanê kurdî berdewam dikin. Lê tevî vê yekê jî ji çand û hunerê bigire heta weşanxaneyan ji çapemeniyê bigire heta ziman xebat berdewam dikin. Ji bo ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê kurdî zindî bimîne gelek bedel hatine dayîn û hêj jî tên dayîn. Ev yek jî xwedîderketina li nasnameyê û xwebûnê nîşan dide. Bi saya kesên xwediyê vê vînê, kurdî zindî dimîne û kar û xebatên li ser kurdî berdewam dikin.
“Ajansa kurdî wê bibe deng û rengê hemû welat”
Di dawiyê de, hûn dikarin peyamek bidin xwendevanan ku we bişopînin?
Weke ku min destpêkê jî anî ziman polîtîkayên li dijî zimanê me yê dayikê berdewam dikin. Em bang li hemû sazî, dezgeh, partiyên siyasî yên li Kurdistanê dikin ku li her qada jiyanê bi kurdî biaxivin, xebatên xwe bi kurdî bikin û xwedî li sazî û dezgehên xizmeta zimanê xwe dikin derkevin. Her wiha ji bo ku ajansa kurdî bibe deng û rengê hemû welat em bang li kesên ku bikaribin rojnamevaniyê bikin dikin xwe bigihînin me û bi me re bixebitin.
(ED)