Li ser rêyên koçberiyê yên parzemîna Amerîkayê herî kêm 1449 jin mirin e
Daneyên Projeya Koçberên Winda ya Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê (IOM) eşkere kir ku ji sala 2014an û vir ve, li ser rêyên koçberiyê yên parzemîna Amerîkayê herî kêm hezar û 449 jin mirin e.
Di heman heyamê de, hejmara koçberên ku li ser rêyên koçberiyê yên parzemîna Amerîkayê mirine an jî winda bûne gihîştiye 11 hezar û 492 kesan.
Mirin herî zêde li ser sînorê DYA-Meksîkayê pêk hatiye
Li gorî daneyan, mirina herî zêde ya jinên koçber li ser sînorê DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û Meksîkayê qewimiye. Li vê herêmê herî kêm 795 jinan jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha li ser rêyên koçberiyê yên Karayîbê 225, li Derbenda xeternak a Dariénê ya di navbera Panama û Kolombiyayê de 103 û li ser rêyên koçberiyê yên Amerîkaya Başûr jî 112 jin mirin e.
Tê pêşbînîkirin ku hejmara rast zêdetir e
IOMê bal kişand ser wê yekê ku daneyên parvekirî karesata rastî ya li ser rêyên koçberiyê bi temamî nîşan nadin. Rêxistinê diyar kir ku ji ber kêmasiyên di tomarên fermî de, zehmetiyên di tespîtkirina nasnameyan de û windabûna gelek koçberan a li deryayê an jî li herêmên asê, dibe ku hejmara rast pir li ser van reqaman be.
IOMê her wiha destnîşan kir ku jinên derdikevin rêwîtiya koçberiyê, rûbirûyê rîskên piralî yên weke tundkariya têkildarî zayenda civakî, qaçaxçîtiya mirovan û nebûna derfetên tendurustiyê dibin.
Jinên ducanî jî li ser rêyên koçberiyê ne
Li gorî daneyên Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women), nêzîkî ji sedî 8ê wan jinên ku di ser Amerîkaya Navîn re koç dikin, ducanî ne. Beşeke girîng ji van jinan di dema koçberiyê de rûbirûyê pirsgirêkên giran ên tendurustiyê dibin.
Lêkolînên IOMê nîşan didin ku ji sedî 54ê jinên koçber ji ber sedemên aborî, ji sedî 31,5 ji bo gihîştina malbatên xwe (yekbûna malbatî) û ji sedî 3 jî ji bo ku ji tundkariyê birevin koç dikin.
(EMK/AY)