Li Parlamentoyê dest danîn ser çenteyê DFGê ku nivîsa Kurdî li ser nivîsandî bûye
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li ser hesaba xwe ya medyaya civakî aşkere kiriye ku li Parlamentoyê polîsan dest danîne ser çenteyê komeleya wan ku bi Kurdî nivîsa “Çapemeniya Azad Civaka Azad” li ser bûye.
📌Li Meclisê çenteyê komeleya me ku bi Kurdî nivîsa “Çapemeniya Azad Civaka Azad” li ser dinivîsî hate desteserkirin.
— Dicle Fırat Gazeteciler Derneği (@DFGDernegi) June 19, 2026
Dema hefteya borî rojnameger Rengîn Azîzoglû ji bo ku Komcivîna CHPê bişopîne xwest bikeve Meclisê çenteyê qûmaş ku aydê komeleya me ji aliyê polîsan ve hate… pic.twitter.com/Db523co2Jk
DFGê diyar kiriye ku dema hefteya borî rojnameger Rengîn Azîzoglû ji bo ku Komcivîna CHPê bişopîne xwest bikeve Parlamentoyê çenteyê qûmaş ku yê komeleya wan polîsan dest danîne ser.DFGê da zanîn ku polîsên di Deriyê Dîkmen ê Parlamentoyê de peywîrdar bûn çenteyê bi Rengîn Azîzoglûyê re bû ku nivîsa ‘Çapemeniya Azad, Civaka Azad’ li ser bûye, kirin pirsgirêk û wiha got:
“Polîsan demekê bi telefonê çend hevdîtin kirin ku wateya nivîsa li ser çenteyê fêr bibin. Piştî hevdîtinan polîsan ji Rengîn Azîzoglûyê re ragihand ku ew nikare bi wî çenteyî bikeve Meclisê. Li ser vê yekê tiştên şexsî yên Rengîn Azîzoglûyê xistin poşetekê û polîsan dest danîn ser çenteyê qûmaş ku li ser ‘Çapemeniya Azad, Civaka Azad’ nivîsandî bûye."
(AY)