Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) û Ajansa Fezayî ya Rûsyayê (Roscosmos) bi projeya xwe ya hevpar a ExoMarsê, li Marsê di bin rûyê erdê de “mîqdareke zêde av” dîtiye. Zanyaran diyar kir ku dibe di siberoje de ev rezerva hatiye dîtin, bikêri lêkolînerên li Marsê kar dikin, were.
Av di bin rûyê erde yê Newala Valles Marineris ya Marsê de hat dîtin. Valles Marineris ji Newala Mezin ya DYAyê hema hema 10 qet dirêjtir û 5 qet kûrtir e.
Ajansa Fezayî ya Ewropayê zanyariya dîtina avê di 15ê Kanûna Pêşiyê de ragihand.
Trace Gas Orbitera av dîtiye, metreyek di bin rûyê erdê de bi miqdareke zêde hîdrojen jî dîtiye. Aleksey Malaxovî ji Enstîtuya Lêkolînên Fezayî ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê got: “Ev av, dibe ku qeşa an bi mîneralên din yên xweliyê ve bi halê kîmyewî giredayî be. Lê hîn çavderiyên din jî nîşan didin ku rêjeya mîneralan ku li vê hêle hatine dîtin gelek kêm e û ava ku tê de ye jî nê zêde ye. Em difikirin ku bi giştî ev av qeşagirtî be.”
Malaxovî qala çavderiyên xwe kir û got:” Me dît ku beşeke navendî ya Valles Marinerisê bi avê tije ye. Ev rêje ji texmînên me zêdetir e. Ev dişibe cihên permafrost yên dinyayê ji ber ku weke wan deran qeşaya avê ji ber germayiyên daketî, bi awayekî mayînde di binê axê de ye.”
Ev ne cara ewilî ye ku li Marsê av tê ditîn. Heremên cemser yên Marsê bi temamî qeşagirtî ne û lêkolînerên berê yên ESAyê çend kîlometr di bine rûyê gerstêrkê de potansiyela avê dîtibûn.
Lê belê zanyariyên dawî nîşan didin ku îhtimala bikaranîna vê ava ESAyê ew dîtiye, wê zêde be. Her weha hêvî heye ku mirov bikaribin li Valles Marinerisê lêkolînan bikin.
Herema av lê hatiye dîtin bi qasî Hollandayê ye. (AEK/OP/FD)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye