Li Enqereyê rojnameger Sema Bîngol hat desteserkirin
Duh(1ê Hezîranê) partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Enqereyê ji bo bîranina Ethem Sarisuluk ku di 2013an de ji ber çalakiyên Parka Geziyê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, xwestin bernameya bîranînê li dar bixin.
Girse li Guvenpark a navçeya Çankaya ya Enqereyê ku Etem Sarisuluk lê hatibû kuştin kom bû û xwest merasîma bîranînê li dar bixe. Polîsan girse dorpêç kir û nehişt ber bi Guvenparkê ve bimeşe. Polîsan bi gazê êrişî girseyê kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê girse bi berzkirina dirûşmeyên “Ethem Sarisuluk nemir e”, “Her der Taksîm her der têkoşin”, “Kujêr dewlet dê hesab bide” û ” Polîs derkevin ev kolan ê me ye” meşiyan kolana Yukselê.
Polîsan midaxeleyî girseyê kir û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bîngol ji nav de 24 kes desteser kirin.
Tê çaverêkirin ku kesên hatine desteserkirin piştî îfadeyên li emniyetê, bişînin edliyeyê.
(AY)