Li Ekvadorê li 10 eyaletan rewşa awarte hat ragihandin
Serok Dewleta Ekvadorê Daniel Noboa, ji ber pirsgirêkên ewlehiyê yên ku her ku diçin zêde dibin û bi hinceta “tevlîheviya navxweyî ya zêde”, li 10 eyalet û 3 bajarokan rewşa awarte (OHAL) ragihand.
Ev biryar, di çarçoveya têkoşîna li dijî sûcan û parastina aramiya giştî de erkên berfireh dide hêzên ewlehiyê.
Li gorî nûçeya AAyê, bi biryarnameya ku Serokê Devletê Noboa îmze kiriye, dê li 10 eyalet û 3 bajarokan ji bo 60 rojan rewşa awarte were pêkanîn. Di biryarnameyê de hat diyarkirin ku armanca vê qanûnê ew e ku ji ber “tevlîheviya navxweyî ya zêde”, hêzên ewlehiyê bikaribin li van herêman bi awayekî çalak mudaxele bikin.
Di çarçoveya rewşa awarte de hêzên ewlehiyê hatin wezîfedarkirin; da ku ewlehiya navxweyî pêk bînin, aramiya giştî biparêzin û ewlehiya hemwelatiyan bixin bin kontrola xwe. Hat destnîşankirin ku biryara rewşa awarte rasterast têkoşîna li dijî sûc û xebatên deryasayî armanc dike.
Bi vê biryarê re parêzbendiya malan jî hat sînordarkirin. Li gorî vê, hêzên ewlehiyê dê bikaribin bikevin nav malên taybet ên ku guman heye tê de xebatên deryasayî tên kirin.
Noboa, beriya niha jî ji ber bûyerên tûndkariyê yên ku li welat zêde bibûn, di demên cuda de sê caran rewşa awarte ragihandibû.
Li gorî daneyên Wezareta Navxweyî ya Ekvadorê, welat di sala 2025an de bi nêzîkî 9 hezar û 300 bûyerên kuştinê gihîşt asta herî bilind a dîroka xwe. Ev tundkariya ku her ku diçe mezin dibe, Ekvador kir yek ji wan welatên Amerîkaya Latîn ku rêjeya kuştinê tê de herî zêde ye.
(EMK/AY)