Fotograf: AA
Li Lijneya Giştî ya Meclîsa Nûneran a DYAyê dengdan li ser her du xalên ji bo ezilkirina Donald Trump, Serokê DYAyê de pêk hatiye. Trump tê tohmetkirin ku “erka xwe ji bo tiştên ne li rê bi kar aniye” û “Kongre asteng kiriye.”
Meclîsê tohmeta ku “erka xwe ji bo tiştên ne li rê bi kar aniye” bi 230 dengan qebûl kiriye. 197 parlamenteran dengên “Na” daye. Tohmeta din jî bi 229 dengan hatiye qebûlkirin. Di vê xalê de 198 parlamenteran dengê “Na” daye.
Di dema dengdanê de hemû Komarparêzan dengê “Na” avêtiye. Di dengdana yekem de 2 Demokratan, di ya duyem de jî 3 Demokratan dengên “Na” daye.
Bixwîne - Meclîsa Nûneran biryara ezilkirina Trumpî qebûl kiriye
Li DYAyê pêvajoya ezilkirina Serokan
Ezilkirin, jiber reftarên xirab û ji bo pêkanîna hin kiryarên ne rekûpêk, bi fermî tawanbarkirina seroktîya DYAyê ye.
Ev li ser bingeha "tawanên bêhempa û reftarên çewt" pêk tê ku di Beşa 4ê ya Xala 2yê ya Qanûna Bingehîn ya DYAyê de ye. Ev xal wiha dibêje:
"Serok, Cîgirê Serok û hemî karbidestên sivîl yên Welatên Yekbûyî yên Amerîka, divê ji karên xwe werin dûrxistin, ger ew bi îxanet, bertîl û tawanên din yên bêhempa û reftarên çewt werin tawanbar yan mehkûm kirin.”
Peyvajoya ezîlkirina serokê/a DYAyê ango bi fermî tawanbarkirina wî/ê, qonaxa yekê ya dûrxistina wî ji kar e û ew proses li Civata Nûneran a Dyayê destpê dike ku bêşa jêrîn a Kongreyê ye
Endamekî/e Civata Nûneran dikare ezilkirinê daxwaz bike, yan jî komîteyek dikare li ser destpêkirina wê dengdanê bike.
Pêvajo herwiha, li Civata Nûneran wek bersîvdana daxwaznameyekê yan jî raporta li ser lêkolerê taybet dikare destpê bike.
Komîteya Dadweriyê pir caran pêvajoyê bi rê ve dibe
Komîteya Dadwerî pir caran vekolînên ezilkirinê bi rê ve dibe ku bizane bingeheke rewa ya ji bo tawanbarkirinê heye yan ne.
Ger hebe, Komîteya Dadwerî hîngê pêşnîyara ezîlkirinê dişîne pêş Civata Nûneran.
Dengdana li ser ezîlkirinê dişibe îdianemaya tawankarîyê: Daxwaz ji bo darizandinê ji Civata Senatoran re tê şandin.
Endamên Civata Nûneran wek dozgeran, hemî îdiayên derheqê reftarên xirab, ji Civata Senatoran re pêşkêş dikin.
Mafê kesê/a hatiye sucdar kirin heye ku ji bo berevanîya xwe parêzer bigire, gazî dîdevanan bike û pirsan li dîdevanên dozgerîyê bike.
Serdadwerê Dadgeha Bilind ya DYAyê, rûniştinên dozên ezîlkirinê yên li hember serokan bi rêve dibe.
Pişî Civata Nûneran diçe ber destê Civata Senatoran
Piştî darizandinê, Civata Senatoran di rûniştineke taybet de mijarê gotûbêj dike bê ka biryara Civata Nûnera rast e yan ne.
Senator, dû re di rûniştineke vekirî de, li ser her yek xalên ezilkirinê dengdanê dikin ku divê serok ji kar were dûrxistin yan na.
Rûniştinên ezilkirinê heta niha li hember serokan, dadwerên federalî, senatorek û wezîrekî hikûmetê hatine xebitandin.
Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha tenê ji bo du serokên Amerîkî, Andrew Johnson û Bill Clintonî pêvajoya ezilkirinê dest pê kiribû. Lê Civata Senatoran ji bo her duyan jî biryar dabû ku ew ji kar neyên dûrxistin.
Serok Trump dibe serokê sêyê ku rastî vê pêvajoyê tê.
Divê Civata Senatoran biryar bide ku Trump ji kar were dûrxistin yan ne, lê ji ber ku endamên partîya Trumpî piranîya beşa jorîn a Kongreyê kontrol dikin, ne çaverê ye ku biryareke li dijî Trump bide. (FD)
Çavkanî: Dengê Amerîkayê