Konferansa Zimanê Kurdî: Divê zimanê Kurdî bibe fermî
Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi diruşma "Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû" li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê lidarxist, bi dawî bû. Konferansê du roj dewam kir.
Hevseroka Giştî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn di nav de gelek endam û rêberên partiyên siyasî, bi sedan nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endam û rêveberên saziyên ziman ên ji bajarên Kurdan û Tirkiyeyê beşdarî konferansê bûn.
Li konferansê pankartên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî/zazakî û soranî yên Kurdî û pankarta "Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye" hatin daliqandin. Konsferans bi pêşniyaran bi dawî bû.

Biryaryarên di dawiya konferansê de hatin girtin ev in:
“1-Hefteya 15 Gulanê dê wek festivalê bê pîroz kirin. Di vê hefteyê de tu bernameyên ku 15 Gulanê di bin bandora xwe da bihêle dê neyê amade kirin.
2-Ji bo pêşxistina zindî kirina ziman dê 2 salan carek konferansek bê li darxistin.
3-Ji bo ku saziyên ziman di bin banekê de bên rêxistinkirin û xebatên hevpar bimeşînin bi navê “Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî (KSZK)” konfederasyonek bê avakirina.
4-Ji bo ku zimanê kurdî li Kurdistanê bibe zimanê yekemîn hemû nivîsên rêxistinî yên navxweyî yên navbera sazi û dezgehên me bi kurdî, heke pêwîst bike li gorî rewşê ji bo tirkî jî bê wergerandin.
5-Ji bo sazûmanî û domdariya kar û barê folklorê bi hevkariya rêveberiyên xwecihî (di bin banê daîreyên ziman de wekî gerînendetiya xebatên pêşvebirin û berbelavkirina zimanî) bê kirin.
6-Her sazî û dezgehên welatparêz ji bo xebatên ziman divê ji butçeya xwe butçeyek ji bo xebatên ziman veqetîne.
7-Sazî divê ji bo karmendên xwe yên bi kurdî nizanin û ên kêm zanin di asta nivîsînê de qelsin li gor asta wan divê atolyeyên zimanî yên mecbûrî organîze bikin.
8-Malperên fermî yên saziyan, hesabên medyaya civakî û daxuyaniyên ji bo çapemeniyê divê di rêza yekem de bi kurdî bin. Zimanên din tenê wekî alternatîfên wergerê li pişt kurdî cih bigirin.
9-Ji bo avakirina dibistaneke online xebat bên destpêkirin.
10-Navên sazî, dezgeh, kûçe, kolan, park û hwd. peyzaj ango kurdîkirina bajêr bê kirin.
11-Em bikaranîna kurdî wekî pîvana temsîla siyasî bi nav dikin, kî bixwaze kurdan temsil bike, divê hînê kurdî bibe.
12-Ji bo avakirina toreke berfireh a zimanê kurdî ku derdorên cuda jî tê de cih bigirin, hewldan bên destpêkirin.
13-Rêveberiyên xwecihî di konferansa xwe ya giştî de di derbarê ziman û perwerdehiyê de hin biryaran girt. Mînak; wekî avakirina serokatiya daîreya pêşvebirin û parastina zimanê kurdî, gerînendetiya pêşvebirin û parastina zimanê kurdî û yekeyên pêşvebirin û parastina zimanê kurdî / Vekirina kreş, navendên zarokan, odeyên lîstikê û zarokîstanan (pêşdibistanan) û hwd. Mînak; Avakirina serokatiya daîreya pêşvebirin û belavkirina zimanê kurdî. Di heman demê de jî gerînendetî û yekeyên pêşvebirin û belavkirina zimanê kurdî. Divê kanaleke xwerû çandî bê vekirin.
14-Ji bo ku Kirmanckî/Zazakî di bin serdestiya Tirkî û siya Kurmancî de nemîne, divê; Televizyoneke xweser ya mîna Jiyan TV yan jî garek din ji nû ve were vekirin. Divê akademî û weqfeke xweser ya bi zoravayê Kirmanckî were vekirin, di heman demê de ji bo Kurmancî jî. Karê standardîzekirina zimên serdest be.
15-Ji bo prestîja ziman divê bibe zimanê jiyanê anku zimanê bazarê. Ya din jî kesên ku dinivîsin bibin pêşengên civakê divê zimanê herêmî ya standard û xwediyê belgeyên saziyên ziman bin.
16-Di konferansa rêveberiya herêmî de ji her qetandina daireyan a çand û ziman divê bê kirin. Dîsa ji bo ziman bi prestîj bibe divê saziyên zimanê kurdî esas bên girtin, aboniyeke xurt jê re bê veqetandin.
17-Divê cihê saziyên ziman ku lê hene divê li navçeyên wan bajaran jî bên vekirin.”
(AY)
*Çavkanî û Fotograf: Ajansa Welat