“Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê” dest pê kir
Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li Salona Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de” dest pê kir.
Di konferans dê 2 rojan bidome, gelek rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û kesayetên navdar li ser gelek mijaran gotûbêje bikin. Gelek kes di konferansê de amade bûn.
Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, siyasetmedarên Kurd Çetîn Arkaş û Veysî Aktaş jî beşdarî konferansê bûn. Li salona konferansê bi gelek zimanan pankartên li ser mijara konferansê dinivisînin hatin daliqandin.
Fotograf: Aren Yıldırım / bianet
Siyasetmedar Gulten Kişanak û Riza Turkmen axaftina destpêkê ya konferansê kirin. Piştre jî Serokê PENa Navneteweyî nivîskar Burhan Sonmez dê li ser zoomê beşdar bû û axivî. Piştî axaftinan rûniştin dê dest pê bikin.
Di roja yekem a konferansê de 3 danişîn dê bên lidarxistin û piştre jî dê bi beşa forumê roja yekem a konferansê bi dawî bibe.
Turmen: "Divê Kurd bibin motora demokrasiyê"
Di destpêka axavtinê de hiqûqnasê navdar Riza Turmen axivî. Turmen anî ziman ku konferans di serdemekê ku herî zêde komar ji demokrasiyê dûr ketiyê tê lidarxistin û wiha got:
“Ev yek ji me re berpirsyariyekê jî derdixe. Em bi vê konferansê dikarin tevgereke demokratik jî ava bibin. Heke em wisa nekin dê desthilatiya yekperest Tirkiyeyê bêtir ber bi taritiyê ve bibe. Destwerdana li serokê giştî yê partiyekê dikin û şûna wî yekî din tayîn dikin. Bi vê yekê dixwazin rejîma yek partiyê ava bikin. Li dijî vê em dikarin tevgereke nû ya demokrasiyê ava bikin. Girîngiya vê konferansê jî ew e. Pirsgirêka Kurd tenê dikare di çerçoveya demokratîk de were çareserkirin. Heke demokrasî tune be çareserî nabe. Divê Kurd bibin motora demokrasiyê. Vê yekê herî zêde Kurd dikarin pêk bînin. Demokrasî ji bo Kurdan mijara hebûn û tunebûnê ye. Heke em bixwazin nasname û zimanê Kurdî were naskirin ev tenê bi demokrasiyê dikarê pêk were. Heke em komareke demokratîk ava bikin divê Kurd bibin avakarê vê komarê. Dibêjin çareserî lê çareserî ne axaftin e. Tenê dibêjin bila çek bên danîn. Lê sedemên ku çek derketine holê nayê gotûbêjkirin. Divê sedemên çek derxistine holê di serî de were rakirin. Divê ev konferans nebe dawî lê bibe destpêkeke hêviyê ji bo siberojê.”
“Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê” bi axavtina Riza Turmen didome.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) June 13, 2026
🗣️Turmen: Divê ev konferans ya dawî nebe û divê bibe deriyê hêvîyê. @arenyldrm pic.twitter.com/4l8pJoR84O
"Ev konferans ji bo veguherîna demokratîk gavek e"
Piştre jî siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak axivî û destnîşan kir ku cihê vê konferansê cihekî bi wate ye li Navenda Çandê ya Cem Karaca ye ew bi xwe ku ji hemwelatiyê hatibû derxistin û rastî cihêkariyê hatibû tê lidarxistin û wiha axivî:
“Komara demokratîk a ku wekheviya gelan mîsoger dike, cihêkariyê ji holê radike û ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke demokratik tenê dixwazin. Em îro tenê li vir gotûbêjan nakin; di heman demê de em werin cem hev û heqîqeta hevdu bizanibin. Di vê konferansê de em ê li ser derfetên demokratîkkirina komarê ku xema me ya sed salan e biaxivin. Em ê li ser krîzên heyî û çareseriyan biaxivin. Bingeha komara demokratîk civak e. Heke civak bêdeng be û nekaribe vîna xwe nîşan bide demokrasî dimire. Ji bo em demokrasiyê zindî bikin, divê hemû beşên civakê berpirsyarî bigirin ser milê xwe. Ji bo demokratîkbûyîna komarê hewcehî bi têkoşîneke hevpar heye. Mijara Kurd êdî ji mijara hev cudabûnê derketiye û bûyê mijara naskirin û qebûlkirinê. Realîteya Kurd li ber deriyê hiqûqê ye. Pirsa herî girîng jî realîteya Kurd dê di hiqûqê de çawa bê naskirin. Çareserî pêkan e. Ne li ser esasê yekperestiyê li ser esasê hevdu qebûlkirinê em dikarin komareke demokratîk ava bikin. Lê pirsgirêka demokrasiyê ku herî dawî bi destwerdana muxalefetê ve careke din pêk hat, ev yek li pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd jî astengiyan derdixe. Çareseriya pirsgirêka Kurd, azadiya ramanê û çapemeniyê bingeha komara demokratîk e. Ev konferans ji bo veguherîna demokratîk gavek e. Veguherîna demokratîk pêvajoyek demdirêj e. Hemû kesên tev li bûne ji niha şûn ve yek ji berpirsên veguherîna demokratîk in.”
Di “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê” de Gultan Kişanak diaxive.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) June 13, 2026
🔹 "Êdî dema avakirina Komareke demokratîk a ku li şûna yekperestiyê piralîbûnê esas digire, hatiye.
🎥 @arenyldrm pic.twitter.com/wiKv8tn5iM
Burhan Sonmez:"Em di aştiyê de israr dikin"
Serokê PENa Navneteweyî nivîskar Burhan Sonmez ji ber ku li dervayî welat bû nekaribû tev li konferansê bibe bi peyamek dîmen beşdarî konferansê bû. Burhan Sonmez di peyama xwe de li ser xwe nasîn û xwebûnê rawestiya û wiha got: “Kurd ku sed sal in hatibûn tunekirin û ne bi nasnameya Kurd lê bi nasnameyên cuda dihatin pênasekirin piştî têkoşînên sed salî îro di ferqa nasanemeya xwe de ne. Bi pêvajoya aştiyê re jî deriyê serdemekê nû vedikin. Ji bo çareseriyê jî hewcehî bi naskirina maf û nasnameya Kurdî û demokratîkbûyînê heye. Em di aştiyê de israr dikin. Ji bo têkoşîna aştiyê ji we hemûyan re serkêftinê dixwazim.” Sonmez bal kişand ser peyva ‘Dan û Stendin’ a ku Kurd rojane bi kar tînin û got ku ev peyv bingeha xwe ji diyalog û muzakereyê digire û Kurd li ser vî esasî dixwazin hemû tiştên ji xwe dane paşve bigirin.
Peyamên partiyan
DEM Partî, CHP, DEVA û Partiya Gelecekê jî ji bo Konferansê peyam şandin. Berê beşa yekem a peyamên ji bo konferansê hatinê şandin, hatin xwendin.
DEM Partî: Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd qeyran çareser nabe
*Fotograf: Aren Yıldırım / bianet
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî ji konferansê re peyam şand û peyam wihayê:
“Em bawerin em konferans dê bibe destpêkeke nû ya demokratîkbûyinê komarê. Em dixwazin komar ne li ser yekperestiyê û zextan lê li ser hevdû qebûl kirinê pêk were. Heta pirsgirêka Kurd bi rê ya demokrasiyê çareser nebe demokrasî pêk nayê. Ji ber wê jî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo demokratîkbûyinê xwedî girîngiyeke mezin e.”
“Daxwaza me ew e ku komar di sedsala xwe ya duyemîn de ne tekparêz lê pirdeng, ne derveker lê hemêzker, ne ewlekariyê lê azadiyê esas bigire. Em bawer dikin ku di serî de têkoşîna azadiya jinê ku pîvana avaker a hemwelatîbûna wekhev e; ked, ekolojî, ciwan û demokrasiya xwecihî stûnên bingehîn ên pêşeroja me ya hevpar in.”
Ozel: "Ez mijarê bi vî rengî bi qîmet dibînim"
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel jî di peyama xwe de balkişand ser mijarên jiyanî yên ji bo pêşeroja Tirkiyeyê. Ozel, xwest ku konferans ji bo paşeroja demokratîk a welêt bibe wesîleya hewildaneke ramanî û civakî. Ozel di peyamê de wiha got: “
"Ez pir biqîmet dibînim ku mijarên xwedî girîngiyeke jiyanî yên wekî demokrasî, aştî, hemwelatîbûna wekhev û lihevhatina civakî bi tevlîbûna nêrîn û ezmûnên cuda tên nîqaşkirin. Ez kesên keda wan di vê destpêşxeriya watedar de heye pîroz dikim.”

Babacan: Daxwaza zimanê dayikê daxwazeke siyaseta demokratîk e
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan jî di peyama xwe de destnîşan kir ku divê dewlet bi pirsgirêkên raboriyê re rû bi rû bimîne û pirsgirêka Kurd bi hişmendiyeke ewlekariyê nayê çareserkirin:
“Dewleta bihêz ew dewlet e ku pirsgirêkan înkar nake, wan bi rêbazên demokratîk çareser dike. Divê pirsgirêka Kurd jî bi vê têgihiştinê bê destgirtin. Daxistina meseleyê di asta mijareke ewlekariyê de û dîtina wê wekî pirsgirêka beşeke diyar, bi Tirkiyeyê daye windakirin. Ji mafê zimanê dayikê û mafên çandî bigire heta demokrasiya herêmî û ewlehiya hiqûqî, divê em daxwazên welatiyên xwe bikin mijara siyaseta demokratîk.”
Davutoglu daxwaza aştiya civakî kir
Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu jî di peyama ku ji konferansê re şandiye de diyar kir ku ew her cure xebatên fikrî û sivîl ên ji bo xurtkirina demokrasî, dewleta hiqûqê, edalet û aştiya civakî hêja dibîne. Davutoglu destnîşan kir ku hevdîtina perspektîfên cuda yên siyasî li derdora xeyaleke hevpar a pêşerojê, wê tevkariyeke mezin bide çanda demokrasiyê û lihevhatina civakî.
Di rûniştinê de mijara, çîroka damezrandina komarê, derfet û kesên li der ve hatine hiştin ji dest girtin û moderatoriya rûniştinê Levent Koker kir. Di serî de rojnameger û nivîskar Edogan Aydin axivî û li ser mijara ‘Gelo komareke demokratik pêkan e?’ rawestiya.
Erdogan Aydin pêvajoya avakirina komarê bi bîr xist û bi lêv kir ku meclis di avakirinê de demokratîk bûye û diyar kir ku di destpêke de netew û baweriyan hatiyê misoger kirin û wiha axivî: “Lê piştrê meclîsa ku hemû beşên civakê dihat temsîlkirin hat tasfiyekirin û mecliseke yekperest ava bû. Piştrê jî polîtikayên Tirkkirinê dest pê kir. Zimanê Tirkî weke zimanê dewletê û ola Îslamê jî weke ola dewletê hat diyarkirin. Divê em careke din li gor destûra bingehîn a 1921an bi beşdariya hemû beşên civakê pêk bînin. Ew jî bi civakîkirina aştiyê pêkan e.”

"Heke rêxitinên jinan weke pêkhatê cih negirin veguherîn jî ne pêkan e"
Piştrê jî Femînîsta Xweser Hulya Osmanoglu li ser mijara ‘Komar: Şoreşa bûrjûva, Têkoşîna Çînan û Tevgera Femînist’ axivî û ev tişt anîn ziman:
“Jin li dijî pakêta darazê ya 12yemîn ku destkêftiyên jin û LGBT+ desteser dike li kolanan in. Weke ku bi avakirina Komarê re rejîma Kemalîst ji bo şaristaniyê maf danê jinan tê pênasekirin. Lê dema em beriya komarê dinêrin gelek rêxistinên jinan hebûnê û Ermenî, Kurd û pêkhateyên cuda bi hev re cih girtine. Lê bi komarê re weke jinên Tirk hatiye pênasekirin. Heke em qala demokratîkbûyîna komarê bikin divê jin û femînîstan, rêxistinên jinan, rêxistinên jinên Kurd TJA jî weke kirde cih bigirin. Heke rêxitinên jinan weke pêkhatê cih negirin veguherîn jî ne pêkan e.”
Namik Kemal Dînç: "Kurd ne Kurdên sed sal berê ne"
Dîroknas Namik Kemal Dînç ku li ser mijara ‘Bêçaretiya Sedsalî: Di navbera vejandin û îmhayê de Kurd’ rawestiya diyar kir ku piştî salên 1921an bi tasfiyeya meclisa yekemîn vê tîfaqa Kurd û Tirk xirab dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Weke sed sal berê pêvajoya niha em di nav re derbas dibin jî pêvajoyeke demkî ye. Kurd naxwazin weke sed sal berê bê maf bimînin. Li gor prensîbên Wîlson hemû netew xwedî maf bûn ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin. Aliyê Tirk ji bo erdnîgariya li ser serwerbûn biparêze bi Kurdan re tîfaqa xwe xurt kirin. Di destpêke de navê Kurd û Tirkan bi hev re dihat bikaranîn. Ji bo Kurdan qala xweseriyê dihat kirin. Ew bûyer di sala 1921an de dema konferansa Londrayê de diqewimîn. Lê piştî 1923an ew polîtîka guherîn. Di guherandina vê polîtikayê de 2 beşbûna cîhanê, bloka Sovyet a Sosyalîst û bloka kapîtalîzmê bi bandor bû. Sed sal berê Kurd bê rêxistin û bê Rêber bûn. Kurd ne Kurdên sed sal berê ne. Rêberê ku pêşbiniyê dibînê îro mîsogerê vê pêvajoyeyê. Têkoşîna Kurdan li hemû cîhanê deng vêdaye. Sed sal berê hemû pêkhateyên Tirkiyeyê ji ber tunehesibandina Kurdan têk çûn. Ji bo ew sed sal jî winda nebin divê bi Kurdan re di nava têkoşîna hevpar a demokrasiyê de bin.”
Estukyan: "Şaşiya herî mezin netew dewlet bû"
Herî dawî jî di rûniştinê de rojnameger û nivîskarê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan li ser mijara “Fikirandina înşaya siberojê” axivî û destnîşan kir ku di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet bûye û got ku di encama vê şaşiyê de gelek komkujî û qirkirin, sûcên li dijî mirovaniyê pêk hatine.
Piştî axaftinan rûniştina yekem a konferansê bi dawî bû û konferans dê bi rûniştina 2an berdewam bike.
Agirdir: "Pergal li tevahî cîhanê bi hemû aliyan ve di nava krîzekê de ye"
Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de, bi beşa 2an didome. Di serî de nivîskar Bekîr Agirdir axivî û li ser mijara ‘Gelo em hev nebihîzin em dikarin bi hev re bijîn?’ rawestiya.
Bekîr Agirdir anî ziman ku mirovahî di nava krîzeke pir alî de ye û wiha got:
“Pergal li tevahî cîhanê bi hemû aliyan ve di nava krîzekê de ye. Ji aliyekî din vê pirsgirêkeke kûr a Kurd heye. Her wiha li Tirkiyeyê pirsgirêke mezin a birçîbûnê heye. Lê ew piranî caran di bin siya siyasetê de dimînê. Divê li ser nasnameyan siyaseteke ku li gor çînan were bi rê ve birin.”

Kentsel: "Divê em xwe ji zimanê netew dewletê rizgar bikin"
Piştrê nivîskar Ferhat Kentsel li ser mijara ‘Di heman siberojê de cîhanên cuda: Bîra dubendiyê û lihevkirinê’ axivî û ev tişt anîn ziman:
“Netewperestiyê her tim li vî welatî qirkirin û pirsgirêk derxistinê holê. Derûniya civakê jî li gor vê dewleta bi tramva ava bûyê û divê em xwe baş kirinê jî li ser van tramvayan dest pê bikin. Têkiliya dewletê û kesayetan li ser tirseye û di encama van tramvayan de netewperestî derkdikeve holê. Ji bo wê jî wekhevî û azadî, aştî û demokrasî ji hev ne qûtkirîne. Şaristaniya netew dewlet ew pirsgirêk derxistine û divê em xwe ji zimanê netew dewletê rizgar bikin.”
Lévy-Aksu: "Zimanê netewperestî û patriyarkal"
Akademîsyena Aştiyê Noém Lévy-Aksu jî li ser mijara ‘Rûbirûmayina siberojê: Gotibejên dîrokî û hişê civakê yên din’ bi lêv kir ku li Tirkiyeyê hê jî netewperestî û hişmendiya patriyarkal serwer e û wiha got: “Divê li dijî zimanê netewperestî û mêrsalariyê pêş dixînê zimanek ku hemû civakê hembêz dike were hilbijartin. Destûra bingehîn divê li ser esasê nasîna mafê netew û baweriyan be.”
Serhun Al: Panzehîra bişaftinê entegrasyon e
Herî dawî jî nivîskar Serhun Al li ser mijara ‘Bi bişaftinê entegrasyonê re:
"Li Tirkiyeyê hemwelatiya hevgirtî û lêgerîna nasnameya netewî’ axivî û ev tişt anî ziman: “Li tevahî cîhanê pergala otorîter û netewperestiyê li pêş e. Her wiha ji aliyê din vê şer û pêvçûn jî li pêş in. Di serdemeke wisa de destpêkirina pêvajoyeke li Tirkiyeyê û bidawîkirina şerê çekdarî yê PKKê pir girîng e. Heke Tirkiye bikaribe vê pêvajoyê bi pêş bixîne dê li herême bibe mînak. Entegrasyona ku em qal dikin jî ew ê ku Kurdbûn ji aliyê qanûnî vê were qebûlkirin. Bişaftin di serî de li ziman dest pê dike. Ji bilî Tirkî hemû zimanên li Tirkiyeyê ji saziyên fermî hatin derxistin. Panzehîra bişaftinê jî entegrasyon e. Entegrasyon jî tê wateya qebûlkirina nasname û baweriyên cuda û bi qanûnan mîsogerkirina mafan.”
Walî: Dewlet pirsgirêkê weke pirsgirêkeke ewlehiyê dinirxîne
Zanyarê siyasî Abbas Walî ku di Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de bi lêv kir ku pêvajo ne li ser lingan lê hewan dimîne û wiha got:
“Hê jî dewlet di çarçoveya polîtîkayên ewlehiyê de pirsgirêkê dinêre. Divê di destûra bingehîn de guherînên bingehîn pêk werin. Ew nebe pêvajo pêş ve naçe.”
Beşa 3em a konferansê
Walî: "Nêrîna dewletê ya ewlehiyê neguheriye"
Zanyarê siyasî prof. Dr. Abbas Walî jî li ser mijara ‘Kêşeya Kurd, ewlehiya dewletê û pêvajoya demokratîkbûyîna siyasî’ axivî û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt anî ziman:
”Mixabin ez weke we ne bi hêvî me ji bo pêşeroja pirsgirêka Kurd. Pêvajoya çareseriyê li gorî min ne li ser lingên xwe lê li ser hewan disekinê. Divê pêvajo li ser bingeheke xurt û li ser lingên xwe bisekine. Dewlet bi çavê ewlehiyê pirsgirêke dinêre. Hê jî ew nêrîna ewlehiyê neguheriye. Ew nêrînên ewlehiyê ji ber wê jî destê Rêberê Kurd û aliyên Kurd xurt nake û li pêşiya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û aliyê Kurd weke astengî disekine. Rêberê Kurd dema çek ji holê rakir ez acep nemam. Di salên 1998an de ez bi birêz Ocalan re rûniştim û ew mijar me bi seatan nîqaş kir. Wê demê jî birêz Ocalan digot pevçûn li pêş çareseriyê asteng e.”
Di berdewama axaftina xwe de Abbas Walî destnîşan kir ku divê pêvajo teqez bi civakî bibe û wiha got: “Divê mekanîzmayên entegrasyonê bi awayekî xurt bê meşandin. Di destûra bingehîn de guherînên bingehîn pêk werin. Ew nebe pêvajo pêş ve naçe.”
Civaknas Fevza Ekînerdem jî li ser mijara ‘Gotibêjen nû ya kêşeya Kurd: Çîroka jiyana hevpar çawa ava dibe?’ axivî û geşedanên piştî pêvajoya çareseriyê ya salên 2013 û 2015an bi bîr xist û wiha got: “Dibe em li ser avakirina komereke nû ya demokratîk rawestin. Ji bo wê jî ji bo berdana girtiyên siyasî têbikoşin.”
Civaknas û nivîskar Mesut Yegen ku li ser mijara, ‘Ji bo çareseriyek heqîqî: Komara her kesî, ji her kesî re demokrasî’ rawestiya diyar kir ku komar ji ber ku bi rastiya hiqûq û siyaseta erdnîgariyê ve ne di nava hevsengiyê de bûye pirsgirêka Kurd derketiyê holê û wiha pê dê çû: “Ji bo em di vê rewşê de derbikevin divê em dev jî yek netewiyê derbikevin. ji bo wê jî pêdivî bi penaseya neteweke nû heye. Her wiha em dev jî tirsa destkeftiyên Kurdên Başûr û Rojava jî berdin. Em bi Kurdan re dikarin xurt bibin.”
📍Veysi Aktaşê ku 10 salan li Girtîgeha Îmraliyê li gel Abdullah Ocalan maye, di “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê” de axivî:
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) June 13, 2026
🗣️“Entegrasyona demokratîk ne têkçûyîna aliyekî ye, ne jî serkeftina aliyê din e”
🎥 @arenyldrm pic.twitter.com/QL0x8R48yi
Veysî Aktaş: “Entegrasyona demokratîk ne teslîmbûne û ne jî pişaftine"
“Di girtîgehê de jî me li ser demokratîkbûna komarê gotûbêj dikir. Hevî dikim ew bibe rojeva Tirkiyeyê jî. Ji ber ku rojeva sereke demokratîkbûna komarê ye. Êdî dem hatiye ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî şênber bibe pêşveçûna pêvajoyê. Ev pêvajo ji aliyê birêz Devlet Bahçelî, bi peyamên birêz Abdullah Ocalan û bi îradeya birêz Serokkomar Tayyîp Erdogan û astengnekirina birêz Ozgur Ozel hat merhaleyekê. Birêz Devlet Bahçelî di meclisê de axivî û ji bo birêz Ocalan got bila rêxistinê fesih bike û were li meclisê biaxive. Ew bang ji bo şikandina heşmendiya berê pir girîng e. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku di 28ê Sibatê de bang li rêxistina xwe kir biryara fesîihkirinê girt û piştre jî PKKê kongreya xwe pêkanî û xwe fesih kir. Di salvegera bangê de birêz Abdullah Ocalan bangeke nû kir û got divê pêvajo vegihere qonaxa pozîtîf.”
“Ji bilî birêz Ocalan kes nikare vê bengê bike. Ew ji bo Tirkiyeyê pir bi girîng bû. Ji bo ew bang pêk were hewcehî heye ku herdu alî bi awayekî wekhev muzakere bikin. Lê mixabin hê jî tecrîd didome. Ji bo wê jî berpirsyarî dikeve ser milê dewletê ku bi wêrekî tevbigere. Heke bi wêrekî tevbigere wê pêvajo pêş bikeve. Rêxistin li pişt banga Serok e lê divê ew soza birêz Bahçelî dabû pêk were. Entegrasyona Demokratîk, Civaka Demokratîk û Komara Demokratîk bingeha pêvajoya demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Entegrasyona Demokratîk di nava li hev cuda bûn û tunehesibandinê de rêya 3yemîn a li ser esasê hevdu qebûlkirinê ye. Xwe dispere jiyaneke bi hev re û li ser esasê wekheviyê ye. Hemû nasname û baweriyên cuda bi nasnameya xwe tên naskirin. Her wiha wekheviya hemû gelan e. Entegrasyon ne bi zorê lê bi muzakere û demokrasiyê pêktê. Entegrasyon berovajî pişaftinê ye û li dijî sepanên li dijî demokrasiyê ye. Entegrasyona demokratîk ne teslîmbûn e û ne jî pişaftin e.”
“Qanûna civaka demokratîk ew jî xwe dispere misogeriya destûra bingehîn, qanûna azadiya hemwelatiya wekhev û qanûna rêveberiyên herêmî. Ew qanûn weke qanûnên aştiyê jî tê pênasekirin. Heke ew qanûn pêk werin li şûna çekan wê siyaset bigire. Entegrasyona demokratîk û muzakereya demokratîk lihevkirinê dixwaze. Divê em peymaneke nû ya civakî pêkbînin. Ya ku pêdiviya Tirkiyeyê jî ew e ku hemû netew bi hev re di nava wekheviyê de bijîn û tu kes ji hevdu netirse û di nava wekheviyê de bijîn. Em tu êşên hatine jiyîn ji bîr nakin lê em bi tiştên qewimîne ve jî najîn. Di vê çerçoveyê de entegrasyona demokratîk ne ji bo komeke û demkî ji bo hemû welatiyan û pêşeroja Tirkiyeyê stratejiyeke. Heke ev pêvajo pêk were dê Tirkiye bibe stêrka Rojhilata Navîn.”
(AY)