Kazim Koyuncu dê di 19ê Hezîranê de li Harbiyeyê bê bîranîn
Hunermendê muzîka Deryaya Reş Kazim Koyuncu di 21em salvegera wefata xwe de, bi konsereke taybet a bi navê “Em ji bo Kazim stranan dibêjin” tê bîranîn.
Konser dê di 19ê Hezîranê de li “Açik Tiyatroya Cemil Topuzlu ya Harbiye”yê bê lidarxistin.
Di şeva bîranînê de hunermendên wekî Şevval Sam, Aydogan Topal, Niyazi Koyuncu, Erdal Guney, Cahit Berkay, Emrah Karaca, Peradi Ensemble, Selçuk Balci, İlknur Yakupoglu, Yasemin Goksu, Erdogan Emir, Erdal Bayrakoglu û Orkestraya Bajarê Hopayê dê derkevin ser dikê û berhemên Koyuncu şîrove bikin.
"Pêşkêşvaniya şevê dê ji aliyê Seda Turkmen û Berkay Ateş ve bê kirin.
Bilêtên belaş ên vê çalakiyê ku bi produksiyona Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (Kultûra ÎBBê) tê amadekirin, li ser Biletixê dikare bê bi dest xistin.
(TY/AY)