Karkerê Kurd Murat Çiçekê ku li Japonyayê hatibû desteserkirin, mir
Senarîst, lîstikvan û karkerê Kurd Murat Çiçek ê ku li Japonyayê dijiya, piştî qezayeke trafîkê, birin navenda polîsan û li wir jiyana xwe ji dest da. Malbata Çiçek ragihand ku ew di 25ê Hezîranê de hatibû desteserkirin û di 3ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest daye. Lê belê polîsan piştî pênc rojan malbat agahdar kiriye. Sedema mirina wî hîn jî nayê zanîn.
Çiçek ji sala 2019an û vir ve li bajarê Kawaguchiyê dijiya ku li wî bajarî hejmara Kurdan zêde ne. Piştî qezayê Çîçek dibin Qereqola Takaoyê ya li Hachiojiyê. Li gorî agahiyên ku xizmên wî ragihandine, polîsan dest danîne ser telefona wî û piştî desteserkirinê destûr nedane ku ew bi tu kesî re, parêzerê wî jî di nav de, hevdîtinê bike.
Hevalên Çiçek ên Kurd û Japon, ji bo ku agahiyê li ser rewşa wî bigirin sê caran çûne qereqolê, lê polîsan tenê gotiye ku ew desteserkirî ye û tu agahiyeke din nedane wan. Piştî vê rewşê, agahî dane malbata wî ya ku li Almanyayê dijî.

Pênc roj piştî mirinê malbata wî hat agahdarkirin
Di 8ê Tîrmehê de berpirsekî ji Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Japonyayê peywendî bi malbatê re danî. Wî berpirsî diyar kir ku li gorî agahiyên ji meqamên Japonî hatine standin, Çiçek di 3ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest daye, lê sedema mirina wî nayê zanîn.
Malbat ji bo şopandina pêvajoyê û karûbarên cenazeyê, îro (10ê Tîrmehê) çû Japonyayê. Malbat dixwaze sedema mirina kurê wan aşkere bibe û dipirse bê ka çima agahiya mirina kurê wan bi rojan hatiye veşartin. Her weha malbat guman dike ku îşkence û muameleya xirap li Çîçek hatibe kirin.
Xwe amade dikir ku di meha Îlonê de vegere
Li gorî xizmên wî, Murat Çiçek dixwest ku dawî li mayîna xwe ya li Japonyayê bîne û meha Îlonê vegere bajarê xwe, Colemêrgê. Hat ragihandin ku Çiçek berî ku bê desteserkirin ji kesê herî dawî re ku pê re axivîbû, gotiye: “Ez ê ji wan bixwazim ku min rasterast bişînin Tirkiyeyê.”
Li Japonyayê di bin şert û mercên giran de karê sînemayê dikir
Murat Çiçek piştî ku çû Japonyayê di karên curbecur de dixebitî. Sala par di fîlma bi navê Minna, Oshaberi! de lîst. Fîlm behsa hewldana têkilîdanînê ya du kesên astengdar de dike ku yek Japon û yek jî Kurd e. Ev fîlm di bernameya Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Tokyoyê de jî cih girtibû.
Çiçek, dema ku li Tirkiyeyê jî bû, di hinek projeyan de weke lîstikvanê ne sereke cih digirt. Demekê di bin sîwana Navenda Çandê ya Beşiktaşê (BKM) de wekî lîstikvan û senarîst xebitîbû.
(ET/EMK/AY)