Fotograf: Jiyan Erkiliç
Komek welatiyên ji ber erdhejê nikarin bikevin malên xwe li navçeya Nîzîbê ya Dîlokê, parkek ji xwe re kirine stargeh û li wir dimînin.
Welatiyan li Parka Okanî kom bûne, paçik, naylon û betaniyeyan li dora bankên parkê kom kirine û ji xwe re kirine holik. Yek ji mexdûrên erdhejê Kamîl E.yî diyar kir ku "Me bi derfetên xwe li parkan, bi bankên li parkan, bi paçikan pêçandin. Me konê xwe ava kir. Ji bo erdhejê ewqas alîkarî hat vî welatî. Lê em bê kon man."
Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên li Mereşê bi pileya 7,7 û 7,6an pêk hatin, piraniya welatiyên ku ji malen xwe derketin û li kolanan man, piştî demekê bi banga rayedaran a "Hûn dikarin vegerin malên xwe yên xisar û hindik zerar dîtine" vegeriyan malên xwe. Hin welatî bi daxwaza xwe vegeriyan malên xwe, hin ji wan jî piştî ku konên li derve vekirin ji aliyê rayedaran ve hatin komkirin, neçar man biçin malên xwe. Lê komek ji welatiyan nû vegeriyabûn malen xwe, bi erdheja ku di 20ê Sibatê de bi pileya 6,4an li navçeya Defneyê ya Hatayê pêk hat, neçar man dîsa derketin kolanan.
Piştî erdhejên 6ê Sibatê AFAD û Heyva Sor a Tirkiyeyê kon vedabûn, lê ev kon şandin cihên din û welatiyên di 20ê Sibatê de careke din derketin kolanan vê carê bê kon man.
"Çima kon hatin komkirin"
Mehtap D. ji erdehjê rizgar bûye û ji navçeya Elbîstanê ya Mereşê hatiye Dîlokê. Wê ji bianet kurdiyê re got, “Ez li Elbîstanê dijiyam. Piştî erdhejê em ewil tevî du zarokên xwe, xesûya xwe û hevjîna xwe çûn Alanyayê û em li otêlê man. Lê pir buha bû. Em dikarin heta kengî bimînin? Dibêjin otêl hene, ti dizanî li ku dere yî? Em hatin Dîlokê. Li vir jî kon hatin komkirin. Bi van hejînan re ne mimkûn e ku li malê bimînîn. Hat gotin ku kî bixwaze dikare derbas bibe. Wê demê çima kon hatin komkirin? Niha dîsa her kes li kolanê ye.”
Mehtap D. yê diyar kir ku 16 kes di kamyonekê de dimînin û ti alîkarî ji wan re nehatiye: “Dibêje ‘alîkarî, arîkarî’, lê alîkarî li ku ye? Ez bi pereyên xwe av û nan dikirim. Mala min çû, ez bi zarokên xwe re derketim derve. Alîkarî li ku ye? Dibêje ez belav dikim. Heta niha min negirtiye. Ev 10 hezar lîreyên ku wî belav kir bi kêrî ti kesî nayê.”
"Ez nikarim bikevim mala xwe ya xerabûyî"
Mîna Mehtap D.yê hin malbatên din jî li Nîzîbê li Parka Okanî dimînin. Wan ji xwe re ji paçik û naylonan holik çêkirine. Di nava wan de dimînin.
Nerîman K. ya ku bi malbata xwe re li parkê dijî jî gazinden xwe ji dewletê kir: “Dewlet alîkariya me neke, çi feyde ye? Ez nikarim têkevim mala xwe ya xerabûyî. Em nikarin li derve konekî bibînin. Em bi zarokên xwe re li derve dimînin, kes nayê û napirse.”
Kamîl E. ê ku bi derfetên xwe konêk ji xwe çêkiriye jî got: "Me bi derfetên xwe li parkan, bi bankên li parkan, bi paçikan pêçandin. Me konê xwe ava kir. Ji bo erdhejê ewqas alîkarî hat vî welatî. Lê em bê kon man. Kes nayê halê me napirse. Hûn dizanin bacên me diçin ku, hûn dizanin alîkariyên ku belav dikin diçin ji kê re?"
Welatiyên li parkê dimînin, diyar kirin ku ji ber nebûna konan, ew ê bi neçarî vegerin malên xwe yên ziyandîtî. (JE/FD)