Di ser erdhejên 6ê Sibatê de ku navenda wan Mereş bû 75 roj derbas bûn. Bandora wan erdhejan li 11 bajaran bû û bûn sedema mirina bi hezaran kesan. Mexdûrên erdheja Semsûrê îro ji ber cejna remezanê serdana gorên xizmên xwe yên ji ber erdhejê mirine, kirin.
Cejna Remezanê ya vê carê ji yên din cûdatire û ji bo mexdûrên erdhejê bi keser û êş e. 75 roj derbas bûn lê êşa mexdûran hê jî zindî ye.
Mexdûrên erdheja Semsûrê bi destê sibeya îro ya cejnê de bi êş, keser û hêsrên xwe li ser gorên xizmên xwe yên ji ber erdhejê mirine bûn.
Ji goristanê çend dîmenên xembar:
(JE/AY)