Reşîdê Kurd yek ji rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ên destpêka serdema 20an e. Jiyana wî weke ya komek rewşenbîr û siyasetmedarên wê demê, di nava êş û azaran de boriye. Ev jiyana êş û azar, ne tenê li nav sînorên Bakur û Tirkiyeyê, li Rojava û Sûriyeyê, li Başûr û Iraqê, li Sovyetê, li Libnanê jî weke siya wî li dû wî ye. Piştî van êş û azaran li Romanyayê, ji ber nexweşiyê koça dawî dike.
Weşanxaneya Lîsê di van rojên dawiyê de helbest û pexşanên Reşîdê Kurdî çap kiriye. Pirtûk bi navê “Kerwan”ê hatiye amadekirin. Di pirtûkê de 10 helbest, 2 çîrok û gotareke Reşîdê Kurd heye.
Di pêşgotina pirtûkê de bi rengekî berfireh behsa jiyana Reşîdê Kurd a siyasî û rewşenbîrî, reng û dengê helbesta wî, têkiliya wî û ya tevger û rewşenbîrên serdema wî hatiye kirin. Her weha hatiye diyarkirin ku bê ka helbesta kîjan ekol û şêweyê helbestan li wî bûye û wî jî li gorî çi, helbestên xwe nivîsîne.
*Ji çepê: Reşîdê Kurd, Egîtê Xudo, Dema Reşîdê Kurd serdana Ermenistanê kiriye, Fotograf: Arşîva Rohat Alakomî, Çavkanî: Gazete Dûvar
Piştî pêşgotinê, jînenîgariya Reşîdê Reşîdê Kurd ya Perwîna Reşîda Kurd bi erebî nivîsiye, bi kurdî hatiye bicihkirin.
Him di van herdû beşan de him jî di helbest û pexşanên Reşîdê Kurd de, rewş, helwest, tevger û hizrîna wê serdemê, liv û tevgerên welatên serdest, êş û azarên Reşîdê Kurd kişandine hene.
Berî mirina xwe bi 7 salan wî de helbesta xwe ya bi navê "Rêya Azadan de a ku di Sibata 1961an de li Girtîgeha Mezê nivîsandiye wiha gotiye:
"Ez bîst sal e sergerdan / Dixwim kulan û derdan / Min tengî û talî / Kişandin ji her alî / Lê bê hêvî nebûm hîç / Min berneda şop û rêç / Ma çi bikim tiştê çû / Lê nagerim, nadim dû."
Her çend navê Reşîdê Kurd, bi kar û xebatên xwe yên li ser rêzimanê hatibe nasîn jî, di vê pirtûkê de hêla wî ya helbestkariyê hatiye nişandan.
Derbarê Reşîdê Kurd e
Sala 1910an li gundê Rewşatê yê bi ser Dêrika Çîyayê Maziyê ve jidayik bûye. Xwendina xwe li gundê Dêrikê, Mêrdînê û salekê li Dibistana Konyayê kiriye. Sala 1930yî berî qedandina xwendina xwe ya dersdariyê bi çend mehan hatiye girtin. Carekê ji girtîgehê direve lê dîsa hatiye girtin. Piştî gelek îşkence û lêdanê careke din ji girtîgehê reviyeya û derbasî Binxetê (Rojava) bûye. Ji ber tevgera wî kurdayetîyê dewleta Sûrîyeyê jî ew gelek caran girtine û îşkence kirine. Reşîdê Kurd derbasî Iraqê bûye lê dewleta Iraqê wî radestî Sûrîyeyê kiriye û piştî îşkencekirinê sê salan di girtîgehê de maye. Sala 1963an derbasî Libnanê bûye û sala 1964an vegeriyaye Sûrîyeyê û dîsa hatiye girtin. Sala 1967an, Reşîdê Kurd çûye Yekîtîya Sovyetê. Li Yêrêvanê Kurdan dibine da ku pirtûka xwe ya rêzimanê û çend helbestan bide belavkirin, lê jê re li hev nayê ku armanca xwe bibe serî. Berî ku ew derbasî Binxetê bibe li Bakur pirtûkeke rêzimanê nivîsandiye û wekî din gelek ji wan di girtîgehan de deh helbest, çîrokeke kurt nivîsandiye.
Sala 1949an di girtîgeha Tedmurê de nexweşîyek li kezeba wî xistiye û hin bi hin nexweşîyê kezeba wî peritandiye. Sala 1967an, ji bo dermankirina xwe, Reşîdê Kurd çûye Romanyayê, mehekê xwe derman kiriye, lê êdî bi ser xwe de nehatiye. Wî di 20ê Çileya 1968an de koça dawî kiriye. (FD)