Îspanya di futbolê de bû şampiyonê cîhanê
Kûpaya Cîhanê ya 2026an a ku bi mazûvaniya Kanada, Meksîka û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hat lidarxistin, bi dawî bû. Di dîrokê de cara yekemîn bû ku 48 tîmên netewî tev li tûrnûvayê bûn û 104 maç hate listîn. Tûrnûva bi maça Maksîka û Afrîkaya Başur di 11ê Hezîranê de dest pê kir.
Îspanya di Grûba Hyê de bû û bi Cape Verde, Uruguay û Erebiya Siûdî re hat hemberî hev û di rêza yekemîn de derbasî Tûra 32emîn bû. Îspanya di maça Tûra 32emîn de Avusturyayê bi 3-0 têk bir û derbasî Tûra 16emîn bû. Di Tûra 16emîn de jî Portekîz û Îspanya hatin hemberî hev û Îspanya Portekîzê bi 1-0 têk bir. Îspanya heta vê tûrê jî tu gol nexwaribû. Di çarîka fînalê de Îspanya Belçîkayê bi 2-1 têk bir û derket nîvefînalê. Herî dawî Îspanya di Nîvefînalê de Fransayê têk bir û derket fînalê.
Arjantîn jî di Gruba Jyê de dest bi tûrnûvayê kir û bi Avusturya, Cezayir û Urdunê re hate hemberî hev. Arjantîn di 3 maçan de jî reqîbe xwe têk bir û derket Tûra 32emîn. Di Tûra 32emîn de jî bi Cape Verde re hate hemberî hev. Maç 1-1 bi dawî bû û 30 deqîqe dirêj bûbû. Arjantîn di dema dirêjbûyî de 2 golên din jî avêt û di maçê de bi ser ket. Arjantîn di maça Tûra 16emîn de bi Misirê re hate hemberî hev. Maç ji bo Arjantînê gelek zehmet dest pê kir. Arjantîn piştî 2 golên Misrê, 3 gol avêt û bi vî awayî derket çarîk fînalê. Di çarîk fînalê de Arjantîn Swîsreyê bi skora 3-1 têk bir û derbasî nîvefînalê bû. Di nîvefînala Kûpaya Cîhanê de Arjantînê Îngilistanê 2-1 têk bir û derketibû fînalê.
Trump bi helîkopeterê hate stadê
Îspanya û Arjantîn Stada New Jerseyê a New Yorkê hatin hemberî hev. Ji 80 hezarî zêdetir alîgirên Arjantîn û Îspanyayê li trubunan cih girtin. Serokê DYAyê Donald Trump beriya maçê bi helîkopterê hate stadê.
Beriya maç dest pê bike lîstikên dansê hatin pêşandan û stranbêjên ji Amerîkayê strîn.
Piştî sirûda neteweyî ya her du welatan maçê dest pê kir. Her du tîm jî bi awayekî xurt dest bi maçê kirin. Lê piştî destpêkê hêza her du tîman jî ket û beşa yekemîn 0-0 bi dawî bû.
Her du tîm bi guherandina listîkvanan xwestin listîka xwe bi hêztir bikin. Maç heta dawiyê di bin kontrola Îspanyayê de berdewam kir lê skorê nekarî biguherîne û maç 0-0 bi dawî bû. Bi vê skorî maç 30 deqîqe dirêj bû.

Zexta Îspanyayê di deqîqeya 106an de encam da. Ferran Torreas gol avêt û Îspanya 1-0 pêş ket. Piştî gola Îspanyayê, Arjantîn pozîsyon dît lê nekarî skorê biguherînê û maç 1-0 bi dawî bû û Îspanya bû şampiyona cîhanê.
Îspanya pîşti tûrnûvaya 2010an bû şampiyon û bi vî awayî şampiyontiya xwe ya duyemîn dest xist.
Piştî maçê li stadê merasîma wergirtina kûpayê hate lidarxistin. Lîstikvanên Îspanyayî bi kêfxweşiyek mezin kûpayê wergirtin.
(AY)
*Çavkanî, AW, Rûdaw