Helbestkar İlhan Sami Çomakê ku 30 sal di zîndanê de ma, tevî ku dema wî ya înfazê qediyabû û diviyabû di meha Tebaxê de bihata berdan. Çomak piştî 30 sal 3 meh û 6 rojan gihaşt azadiya xwe.
Em bi dildarê doz, gotin, helbest û jiyanê Çomakî re li ser pêvajoya nivîsîna helbestan, girtîbûna wî ya 30 salan û li ser jiyanê peyivîn.
“Min helbest hilbijart û wê jî ez hilbijartim”
Hûn di sala 1994an de di 21 saliya xwe de hatin girtin. Derbarê we de biryarên DMMEyê hene. Gelek tawanbariyên ku li we dihatin kirin betal bûn. 6 pirtûkên we hene û hûn 30 salan girtî man. 30 sal çawa derbas bûn?
Dijwar derbas bû û pir dijwar. Ez qet naxwazim kes vê bijî. Dawiya dawiyê, pergala înfazê ya li Tirkiyeyê bi taybetî li dijî kesên ku ji ber sedemên siyasî di zindanan de ne, gelekî neheq û nedadwerane ye. Bi rastî li ser me ferz e ku em bibêjin rejîma înfazê pir dijwar e û ji dadweriyê pir dûr e. Ji xeynî vana ji xwe mercên girtîgehê bi xwe jî ji ber xwezaya xwe li dijî helbestê û helbestkaran e. Girtina kesekî bi taybetî girtina yekî berhemdar a ji civakê û ji jiyanê di heman demê de tê wateya astengkirina fêdeya wî ya ji bo civakê re ye. Ango bi girtina wî kesî re hunereke baş jî tê girtin. Min ev bi ceribandina xwe di 30 salan de dît û jiyam.
Ez vêya jî zanim. 30 salên min di girtîgehê de bihurîn. Lê heke ez neketibima girtîgehê dê îro ewqas meriv bi min re wekî helbestkarekî neaxiviyana. Bi taybetî wekî helbestkarekî Kurd. Ez di çavê dewletê de ‘Kurdekî tawanbar’ di çavê we de wekî helbestkarekî Kurd têm nasîn. Helbet vebijêrkek bihata pêşiya min: helbest an jiyan? Min ê jiyan hilbijarta. Helbestkariya min piçekî jî encama mercan bû. Xwesteka nivîsîna min a helbestan di behreya min de hebû. Lê belê ez bi saya wan mercan bûm helbestkar. Tiştê herî baş ê ku karîbû bibe û gotina herî rast bi helbestê guncav bû û min jî helbest hilbijart wê jî ez hilbijartim. Û ez bawer im min bi heqî bersiva wê da. Pir pir hindik be jî min tiştin li helbestê zêde kirin. Qet nebe min da nîşandin ku bi berhemdariyê meriv dikare di zindanê de xwe bigihêjîne heta ciyekî.
“Min bi helbestê bi jiyana ku ez jê hatim qetandin girt”
Di serî de pêvajoya we ya nivîsîna helbestan çawa bi pêş ket, gelo hûn dikarin bibêjin çawa we bi helbestê re têkilî danî?
Ez di girtîgehê de bûm û piştî ku cezayê min teqez bû hêdî xuya bû ku ez ê demeke dirêj di vir de bimînim. Li aliyê din heke hûn jî karibin pêşbînî bikin, jayaneke yeknesak û ne xweş li vir heye; helbet ev ji bo kesayetiya min tiştekî biyanî bû. Bi rastî ez ne yekî ku hînbûyê tiştên yeknesak im. Hema di vê demê de helbest ket jiyana min. Ango min xwe li dijî wê hawirdora girtîgehê ya yeknesak xwe bi helbestan ve girê da. Li girtîgehan têgeha demê wenda dibe. Tiştên nû tune ne, reng tune ne, şînayî tune ye
Lê her tiştên ku ez dibêjim di helbestê de olan dide. Herçî helbest e her tiştên têkildarî jiyanê di xwe de dihewandin. Bi rastî min jî bi nivîsandina helbestan hewl da ku xwe dirêjî jiyanê bikim. Helbet ev hewldan di serî de bi zanebûn û xwestin çê nebû. Ji xwe kesên ku helbestê pêşniyarê min bikin jî li derdora min tune bûn. Lê belê tenê min dikarîbû taritiya derdora xwe bi vî awayî beralî bikim. Ji ber vê yekê min ev ceriband. Çê nebû. Car din min seriband lê dîsa çê nebû. Heta ku min rojekê fêm kir ev tiştên ez dinivîsim û xêz dikim ‘di asta helbestê de’ ne.
“Tişta ku helbestan bi min dide nivîsîn, helbesteke baş bi xwe ye”
Dema we helbest dixwend û dinivîsandin gelo we çi zehmetî dîtin? Ma we dikarîbû bi hêsanî pirtûk peyde bikin? Û we karîbû pirtûkên kê bixwenda? Gelo we ji kê sûd girt?
Her çi qas ez di demeke dijwar de hatibim girtin jî gava min dest bi helbestan kir; pirsgirêkeke girîng a peydekirina pirtûkan tune bû. Anku hîn em neketibûn pêvajoya zindanên tîpa F yê. Ji ber wê hidik be jî dîsa wekî îro derfetên kêm tune bûn. Em karîbûn bigêhêjin pirtûkan lê derfeta me ya xwendina kovaran tune bû. Mînak, bi salan e min kovar nexwendine. Min ji bo kovaran nivîs dinivîsîn lê belê min nikarîbû bigihêjim wan û wan bixwînim.
Helbet wê demê min xwendina xwe ya ewil li zindanê kir û bêtir ez li helbestên helbestkarên nêzîkî xwe an jî yên ku min dixwest wekî wan binivîsim, geriyam. Min ev jî di helbestkarên ekola Nûjen a 2. de (ikinci yeni) dît: Edip Cansever, Turgut Uyar, Cemal Süreyye…
Lê belê ez dixwazim vêya jî bibêjim ku di bingeha xwe de tiştê ku bi min helbestan dide nivîsîn helbesteke baş bi xwe ye. Her ku min helbest xwendin min ew qas bêtir helbestkar nas kirin. Ji dêlêva ku ez yek bi yek navên helbestkaran bibêjim hema ez dikarim bibêjim min ji gelek helbestkaran sûd girtiye.
“Wekî baranê bû wekî tavê bû…”
Di der barê we de nivîs hatin nivîsîn, li gelek welatan pirtûkên we hatin wergerrandin û we xelat girtin, gelo ev çawa li ser we tesîr dikir?
Dawiya dawiyê tiştê ku meriv ji mirinê bêtir ditirsîne çi ye? hatin jbîrkirin e. Yekî di girtîgehê de jî ji hatin jibîrkirinê û bêdengkirinê ditirse.
Helbet di hevdîtinan de ji min re digot, ‘Pirtûkên te tên xwebdin’, ‘Li zimanên cuda tên wergerandin’ Bi rastî li derve çi diqewimî tenê min karîbû xeyal bikira. Lê vê yekê pir hêz da min. Min di wê tarîtiyê de ji xwe re baxçeyekî ji peyvan afirand, tiştê ji destê min dihat jî ev bû. Pêzanîna meriv a ku ew baxçe gihaştiye kesên din ji avdana wî baxçeyî girîngtir bû. Wekî baranê, wekî tavê bû…
“Wekî ku ji nû ve ji dayîk bûme fêrî gav avêtinê dibim”
Piştî 30 salan hûn ji hêla fizîkî ve azad in, gelo hûn çawa ne?
Ji yên ku ji girtîgehê derdiketin re peyvên wekî ‘tu yê tiştên nebaş bibînî, tu yê nikaribî fêrî jiyanê bibî ‘ dihat gotin. Ji min re jî gelek caran peyvine wisa hatin gotin. Helbet cîhan giherî, meriv guherîn ev encameke jiayanê ya bi xwe ye. Piştî 30 salan ez wekî pitikekî nû çê bûme û fêrî meşê dibim.
Lê min dît yên ku min pêşwazî dikin bi dilekî germ û saf tev digerin. Min merivên ku hestên xwe bi dilgermî par ve dikin dîtin. Ev ji bo min tiştekî gelekî baş e. Hebûna nêzîkbûneke berovajiyê tiştên ku ji berê de tên gotin ên neyînî, bi rastî hêzê dide min. Esas ez ji ber vê baş im. Di warê berê xwe bi jiyanê de kirinê de jî mirov û helbestên ku hêzê didin min hene. Tiştê ku meriv dikare bike yê herî baş hestên xwe yên paqij bi hev û du re parvekirin e. Û her ku ez vana dibînim bi hezkirineke mezintir nêzîkî jiyanê dibim. Her ku ez hestên kesên ku ji helbestê fêm dikin û hestên xwe didin helbestê hîs dikim, hestên min ên dilgerm zêdetir dibin. Û piştî 30 salan tiştine mezin tevî gavên min ên ku ez di vê jiyana ecemî de diavêjim dike.
“Min bi xeyala ku ez ê bibim helbestkarekî azad, 30 sal derbas kir”
Gelo hûn ê niha çi bikin?
Helbet wê xebatên min ên nû çê bin. Di demeke nêzîk de min û gelek helbestkarên cîhanê pevre helbest nivîsîbûn wan ji bo min helbest nivîsîbûn min jî ji bo wan. Di demên pêş de wê pirtûkên min li derveyî Tirkiyeyê li Birîtanya, Amerîka, Norweç, Fransayê bi zimanên cuda cuda werin weşandin. Ev ji bo min tiştên gelekî biqîmet û girîng in.
Ez li hemberî merivan wekî helbestkarekî, nivîskarekî derketim. Ev ji bo min nasnameyeke jê ne veger e û ez li vê nirxa ku nasnameyê daye min xwedî derdikevim û ez ê lê xwedî derkevim jî. Ji niha pê ve jî wê di navenda jiyana min de helbest, wêje, nivîsîn û xêzkirin hebe. Ji bilî vêya ez tiştekî din nikarim bifikirim. Ji xwe ji bo ez bibim helbestkarekî azad min 30 sal derbas kirin û ez ê wekî helbestkar bimirim. Dawiya dawiyê heke helbestkarî pîşeyek be pîşeyê ku ez ê lê xwedî derkevim wê tenê ev be. Û ez dixwazim vî nirxî heta dawiya temenê xwe hildim.
(ED/AY)