Fotograf: DEDEF
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 84emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de, daxuyaniyek weşandiye.
ÎHDyê gotiye ku Seyîd Riza û hevalên wî, roja 15ê Çiriya Paşiyê ya 1937an, serê sibê li Qada Geniyê ya Elezîzê hatine darvekirin û gotina Seyîd Rizayî bibîr xistiye ku wisa gotibû: “Min nedikarîbû serî bi derew û dek û dolabên we re derxista, ev di dilê min de dert ma, lê min jî çog li ber we dananî, bila ev jî di dilê we de dert bimîne.”
ÎHDyê bang li wan partiyên siyasî kiriye ku li Parlamentoyê komên wan hene û wiha gotiye:
- Ji bo rûmeta wan li wan vegerînin, bila qanûneke taybet derkeve û hemû encamên dadgehkirina li dijhiqûqê, ji holê bên rakirin.
- Bila cihê gora Seyîd Riza û yên hevalên wî werin aşkerekirin.
- Bila lêborînê ji gelê Dêrsimê bixwazin û navê Dêrsimê lê were vegerandin.
Terteleya Dêrsimê û pêvajoya darvekirinê
ÎHDyê bi van gotinan behsa Terteleya Dêrsimê û pêvajoya darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî kiriye:
“Di 2yê Kanûna Paşiyê ya 1936an de Qanûna Derbarê Birêvebirina Bajarê Tûnceliyê ya hejmar 2884an di rojnameya fermî de hatiye weşandin û navê Dêrsim kirine Tûncelî û dest pêkanîna Terteleya Dêrsimê kirine. Li hêla din, Qanûna Pişkîneriya Giştî ya hejmar 1164an a di 25ê Hezîrana 1927an de li gorî Plana Nûkirina Rojhilatê hatiye amadekirin, 4em Pişkîneriya Giştî hatiye avakirin ku di sala 1936an de Elezîz jî xistine nava vê. Vê Pişkîneriyê, Dadgeheke Leşkerî ava kiriye ku misogeriya wê ya ji bo dadgehkirina li gorî rêzik û qanûnan nebû. Vê dadgehê cezayê darvekirinê da Seyîd Riza û hevalên wî û bi vî rengî kiryarên kuştinê pêk anîn ku bi ti awayî nayên efûkirin.
“Seyîd Riza, Resîk Huseyîn (Kurê Seyîd Rizayî), Seyîd Huseyîn (Serokê eşîra Kureyşan-Seyhanê), Findik Axe (Kurê Kamerê Yûsûfaniyê), Hesen Axe (Kurê Cebraîl Axayê Serokê Eşîra Demenanan), Hasan (Kuriyê Ulkiye, ji Kureyşanan) û Elî Axa (Kurê Mîrza Elî) hatine darvekirin.”
Derbarê Seyid Rizayî de
Dema jidayîkbûna Seyid Riza ango bi navê wî yê Kirmanckî Sey Rizayî bi zelalî nayê zanîn lê tê gotin ku sala 1863yê li gundê Lirtik ê Pilûr ê hatiye dinê.
15yê Çiriya Paşiyê ya sala 1937ê de hatiye darvekirin.
Di 75 saliya xwe de tevlî 58 kesan li Dadgeha İstiklalê ya li Elezîzê tê avakirin tên dadgehkirin û emrê wi biçûk dikin û wî dar ve dikin. Mafê xweparastinê nadin gumanbaran.
Serkirdeyên Dêrsimê bi "teşwîqkirina serhildanê" tên sûcdarkirin û dadgehkirin. Tevlî Seyid Riza 6 kes cezayê darvekirinê dixwin. Gumanbarên din bi cezayê hepsa heta hetayê distinin.
Rojnameya wê demê, TANê, di nûçeyên xwe de ji bo Seyid Riza û hevalên wî gotinên "sergerde" û "talanker" bikar anibûn. (KÖ/FD)