Fotograf: MA
Polîsan, afîşên ji bo salvegera Komkujiya Dêrsimê li billboardan hatine daliqandin, rakirine.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, ji bo salvegera Komkujiya Dêrsimê ya 1938an, li navenda bajêr, afîş li bîllboardan daliqandine. Li ser afîşan wiha nivîsandine: “Bila cihê gorên seyidên me yên di sala 1937an de hatine darvekirin aşkere bibin.”
Her weha di heman afîşan de di serî de yê Seyîd Rizayî, navê kesên hatine darvekirin nivîsandine.
Dersim Emek ve Demokrasi Platformunun '1937'de İdam Edilen Seyidlerimizin Mezar Yerleri Açıklansın' afişi tebliğ edilmeyen savcılık talimatı olduğu iddiasıyla polisler tarafından bilboardlardan söküldü. #Dersim @BldDersim @ArastDersim @dedef @dersimkultder pic.twitter.com/oQaN3mY1Px
— Gazete Perperik (@perperikgazete) November 11, 2021
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê li ser Dozgeriya Komarî ya Dêrsimê, afîşên hatine daliqandin, ji bîllboardan rakirine.
Saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Dêrsimê, ji ber rakirina afîşan bertek nîşan dane.
Derbarê Seyid Rizayî de
Dema jidayîkbûna Seyid Riza ango bi navê wî yê Kirmanckî Sey Rizayî bi zelalî nayê zanîn lê tê gotin ku sala 1863yê li gundê Lirtik ê Pilûr ê hatiye dinê.
15yê Çiriya Paşiyê ya sala 1937ê de hatiye darvekirin.
Di 75 saliya xwe de tevlî 58 kesan li Dadgeha İstiklalê ya li Elezîzê tê avakirin tên dadgehkirin û emrê wi biçûk dikin û wî dar ve dikin. Mafê xweparastinê nadin gumanbaran.
Serkirdeyên Dêrsimê bi "teşwîqkirina serhildanê" tên sûcdarkirin û dadgehkirin. Tevlî Seyid Riza 6 kes cezayê darvekirinê dixwin. Gumanbarên din bi cezayê hepsa heta hetayê distinin.
Rojnameya wê demê, TANê, di nûçeyên xwe de ji bo Seyid Riza û hevalên wî gotinên "sergerde" û "talanker" bikar anibûn. (FD)